Cîhan

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî bingehek leşkerî ya li Sûriyeyê kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji ber geşedanên dawî yên li herêmê, tesîsa ku depoya çekan a artêşa Sûriyeyê li navçeya Kirdaha ya parêzgeha Lazkiyeyê tê de bû, kirin armanc.

Ji aliyê din ve li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Sûriyê de hatine belavkirin, balafirên Îsraîlê li gorî saeta herêmî saet derdora 20:35’an de êrîşî alaya parastina hewayî ya li Tertûsê kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de pergala radarê ya li nuqteya leşkerî hatiye hedefgirtin.

Êrîş û dagirkeriya Îsraîlê ya li Sûriyeyê
Piştî ku di 27’ê Mijdara 2024’an de li Sûriyeyê şer giran bû, êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser vî welatî hemwext bi rûxandina rejîma Baas a 61 salî di 8’ê Kanûnê de zêde bûn.

Artêşa Îsraîlê dest bi wêrankirina binesaziyên leşkerî û navendên leşkerî yên ji aliyê artêşa rejîmê ve hiştibûn, kir û dagirkeriya xwe ya li Girên Golanê yên Sûriyeyê berfireh kir.

Artêşa Îsraîlê piştî ku derbasî herêma tampon a li derdora Girên Golanê bû, 25 kîlometre dûrî paytext Şamê bû.

Îsraîl ji sala 1967an vir ve Girên Golanê yên Sûriyeyê vegirtiye . Sînorên herêma tampon û herêma bêçek bi Peymana Vekişîna Hêzê ya ku di sala 1974an de di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de hat îmzekirin hat diyarkirin.

Back to top button