Polîtîk

Ofîsa koordînatorê hikûmetê bo karûbarên NYê nehatiye daxistin

Li ser wan gotin û daxuayniya Dîndar Zêbarî koorînatorê hikûmeta herêma Kurdistanê yê têkeliyên bi Neteweyên Yekgirtî (NY)re ku di mendiya navxwe de hatine belav kirin, Nurî Osman serokê dîwana civata wezîran ev daxuyanîya li jêr da:

 

Li serdemê kabîneya pêncê a hikûmeta herêma Kurdistanê li ser  diyarkirina kar û wezîfeya ofîsa koordînatorê hikûmetê bo karûbarên NYê û awayê karkirina wê ofîsê û danan awa û sîstekekê bo orbanîzekirina karêbarên ofîsa navborî; Gelo ev ofîs serbixwe be ya bibe beşek ji fermangeha têkeliyên derve? Gelek minaqeşe hat kirin. Li ser biryara Nêçîrvan Barzanî serokê kabîneya pêncê a hikûmeta herêma Kurdistanê û li gor biryara jimare şeş di civîna jimare 28 a civata wezîran de biryar hat dan ku komîteyek bi serokatiya berêz Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û bi endametiy Azad mela Findî wezîrê herêmê û Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve bê pêkanîn.

 

Karê komîteya navborî  amadekirina sîstemekî bo pêkhateya fermangeha têkeliyên derve û dariştina heykelê wê bi awayekî ku li gor bend û madeyên destûra dayîm a Îraqa feder mitabiq be bû. Li gor benda sêyem, xala (B)ê ji fermana serokatiya civata wezîran jimare 143 di 25.01.2009ê de û li gor bendê 4 ji madeya 121ê û li gor madeyên peywendîdar ji destûra dayîm a Îraqa Federe û li gor madeya 22ê ji sîstema civata wezîran jimare yek, di roja 15.06.2006ê de ofîsa koordînatorê hikûmetê bo karûbarên NYê bû beşek ji rêveberiya giştî a rêxistinên navdewletî ser bi fermangeha têkeliyên derve yên himûmeta herêma Kurdistanê ve.

 

Ev infarmasyon bi awayekî dîrekt berêz Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herîma Kurdistanî, bi amade bûna min, gihandin kak dr. Dîndar Zêbarî û jê re hat zelalkrin ku divê kar li gor wê sîstemê bê kirin. Herwesa berî vê civîna bi Zêbarî re, kak Azad Berwarî û ez bi  bi kak Nêçîrvan Barzanî re şêwirî bûn û bi agadarî û razîbûna Nêçîrvan Barzanî, kak Dîndar hat agadar kirin.

 

Li vir ew yek meya em zelal bikin ku tu kes û tu alî – heta eger ew kes bi sîstema karî nerazî jî be- nikarin ofîseke hikûmeta herêma Kurdistanê daxin û karê wê rawestînin.

 
Ji ber vê çendê em dibêjin ku, ofîsa koordînatorê hikûmeta herêma Kurdistanê bo karûbarên Neteweyên Yekgirtî  li ser wezîfe û karê xwe berdewam e, lê weke me li jor diyar kirî ew ofîs beşek ji rêveberiya giştî a rêxistinên navdewletî ser bi fermanbgeha têkeliyên derve ye.


Dr. Nurî Osman Abdulrehman

Serokê dîwana civata wezîran

24.01.2010

Back to top button