Nivîsar

XEYAL Û HÊVÎ


Du gotinên watedar ya têr û barkirî bi hestîyarîve.Ev herdu gotin jî herçende di jîyana civakî û di zimanê edebî û hozanîde cihekî berfireh û girîng werdigrın jî,belê di jîyan û zimanê sîyasîde berovajîya evê çendê,para bêtir di çarçoveyekî berteng û ji rastîyê dûr tête helsengandin.Yan tête şîrovekırın.Lewra jî gelekê caran bikaranîna evan gotinan jı bal hındek kesan ve dibe egerên sivikayî û dilgiranîyê.Bi taybetî jî derbarey gotina xeyal de ev bawerîyên weha sererû û lawaz di nava civakêde berbelavın.

 

Belê di rastîya xwe de ev têbinî û têgehiştinên bi evî şêweyî ne durust û ji rastîyê dûrin.Durin,lewra di hizirkirin û şîrovekirina evê gotinê de,xeyal û xeyalperestî têne têkelkirin.Belku ya xerab û ya mabest pê xeyalperestî bixwe ye,ne ku xeyal e. 

 

Lewra xeyal di hemi biwarên jîyar û jîyanêde despêka projeyekê ye.Mırov nıkare qet kesekî jı xeyalan bêpar hesab bıke.Yan mırov qet nıkare tı kesî bê xeyal bı ramîne.Bı mın waye her mırovên ku bıkarıbe bı ramîne ew dı hemî pêvajoyên jîyana xwe de her xeyalan dıke û nıkare bê xeyal bıjî.Bêguman her dê bıjît,belê jîyaneka cuda û ne jı ewê jîyana ku mabest pê dıjît.Dar û gul gîha jî dıjît.Belê jîyaneka rawestîyayî û jîyaneka bê tam.Bı mın waye xeyal bo mırovan dı jîyê zaroktî de destpê dıke û heta dumahîkê dıgelda dıjît.Zarok belkî jı lîstık û peydakırına lîstokan dest bı xeyalên xwe dıke û her ku mezın dıbe xeyalên wî jî lı gel mezın dıbe.Jı kar û xwendınê bıgre heta bı bazırganî û polîtîkayê ev xeyal ên hemecor têne guhertın.Ta çı astî pêk tê yan ne,eve babetekî cudaye.Belê her heye û parçeyekî hızra mırovîye.

 

Hêvî jî herweha temamkarê xeyalê ye.Ango bawerî û paldana kıryarê ye.Pîkoleke bo pêgıhandına ewan xeyalan.Bızaveka têr çalakîye bo bı destxıstına ewan armancên ku jı ewan xeyalan peyda bûye.Herweha ew hêvî xweragırîyekê peyda dıke dıjî ewan hemî kosp û kelem û astengên ku dı rêka pêgıhandına ewan armancan de peyda dıbın.Bı awayekî dî mırov dıkare bêje ku,hêvî mırovî bı jîyanêve gırêdıde.Berovajî,bêhêvîbûn,yan têkçûna hêvîyên mırovî,mırov tûşî alozîyên pır xerab dıke û jîyana mırovî têk dıde.Mırovan tûşî jîyaneka hılawêstî dıke yan jî arîşeyên mezın peyda dıke.Hebûna hêvîyan û xurtbûna hêvîyan,jîyanê şêrîn dıke,çareserîyên asteng û arîşeyan sehıl dıke,aramdıke.Ronahîyê dıde kar û bızavên mırovî.Mırov jı dîlbûna (êxsîrîya) reş û sıpî rızgar dıke û alîkarîya mırovî dı peydakırına pır alternatîfî de dıke.

 

Ev herdu dîmenên henê dı jîyana me ya sîyasî de pır bı şêweyekî berbıçav derkeftîye rû.Bı taybetî lı Turkîya û lı ser astê Bakura Kurdıstanê ev arîşe wekî nexweşîyeka berbelav heye û bûye pırsgırêkeka mezın.Dema mırov rewş û rojeva Komara Dewleta Turkîya û ya Bakura Kurdıstanê,bı taybetî jî rewşa Bızava Rızgarîxwaza Bakurê Kurdıstanê tîne ber çavên xwe û dı bın şerma nebûna îradeya Tevgera Kurdî de dema mırov lı egerên jınavçûna Bızava Rızgarîxwaza Kurdıstanê dıgere,dıxweyê ku yek jı ewan egerên serekî jî jıdestdana ew xeyal û hêvîyên ewan hemî sîyasetmedar û rêxıstınên sîyasîyên Bakura Kurdıstanê ye.Ew sîyasetmedarên ku wextekê ew xeyalên wan yên rızgarkırına Kurdıstanê û dabînkırına dewleteka Kurdî û hêvîyên wan yên bırêvebırına welatekî aram û neteweyekî aza ewqasî xurt bû,lewra lı ewê serdemê rêxıstınên Kurdan yên cıddî û xurt jî hebûn û Bızaveka Rızgarîxwaza Kurdıstanî jî lı ser pîyan bû.

 

Dı ewê serdemêde jî ev dewleta dagîrkar û sîtemkar hebû.Belê herweha jî lı hember ewê zulm û zordarîyên dewletê xeyalên Kurda jî hebûn û hêvîyên Kurda jî pır xurt bûn.Jıber ku rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurda yên ewê serdemê bıxwe xwedan xeyalên sîyasî yên pîroz û hêvîyên pola bûn.Lewra jî Gelê Kurd bı rêxıstın û xwedan Bızava Rızgarîxwaza Kurdıstanî ya bı rêk û pêk bû.Lewra jî dı ewî serdemî de her kadır û rêberekî Kurd,dıkarîbû berjewendî yên gıştî dı ser hemî berjewendîyên xwe de bıgre.Zêdebarî ew hemî jî dı astê berpırsîyarîyeka neteweyî de çalak û berhemdar bûnHer endamekî rêxıstınên ewê serdemê qahreman bûn.Belê wa dıxweyê ku ew serdem jî qonaxek bû,hat û derbas bû û kefte nava rûpelên dîrokê.Lewra paş înqılaba Leşkerî ya Turkîya ku dı 12 Êlûna 1980 î de rûda û pêde hêdî hêdî hêvîyên rewşenbîr,sîyasetmedar û rêvebırên rêxıstınên Bakura Kurdıstanê herıfîn û xeyalên wan bınbır bûn.Bı taybetî jî dı evan 25 salên dumakîkê de jı bınîve bawerî yên wan bı wan nema ku ew jı nûve xeyalên Kurdıstaneka serbıxwe bıkın yan bıbın kevırekî bıneretî yên dabînkırına mafên neteweyî yên Kurda.

 

Aşkeraye ku evro delîva kar û xebata Kurdayetî bı gelekî baştıre jı duhî.Lewra heta duhî dewlet,hukûmet û hemî dezgahên mîrî yên Turkîya hebûna Gelê Kurd qebûl nedıkırın û zêdebarî jı zîndanîkırınê bıgre heta bı kuştına mırovên Kurd,jı koçberkırınê bıgre heta bı wêrankırına gund û zevîyên Kurda hemî şêwazên zılm û zordarîyê hebû.Evro wekî hukûmet û berhıngarî jî êdî hebûna Kurda qebûl dıkın,jı kêmanîve stran û zımanê Kurdî azad bûye û lı bere hınek mafên dî yên Kurda berqerar bıkın.Belê herweha jî jıber ku ewan rewşenbîr,sîyasetmedar,rêber û kadırên duhî ew xeyal û hêvîyên xwe yên xebata sîyasî û Kurdayetî jı dest dane,jıber ku ew zanîn û taybetmendîyên xwe jıbîr kırıne,êdî nıkarrın û nema dıkarın bıbın xwedan bawerî.Nıkarın bıbın xwedan ewê îradeya kar û xebata şoreşgerî  ya Kurdıstanî.Wa dıxweyê ku êdî ew îradeya kevn,ew bawerîyên kevn û ew hêvîyên kevn yên Kurd û Kurdıstanî bûne xeyal!Ango,êdî ew xeyal bıxwe bûne xeyal! Xeyalên ewan xeyalan jî hêdî hêdî xeyalperestîyê dı afırîne.

 

Selîm Gıresorî

 

Back to top button