Rêbaza Barzanî bingeha serkeftinê ye..
Serokerkan Babekir Zêbarî li ser wergirtina xelata xwe ji Barak Obama diaxife
Zêbarî: “Bê guman, her kesê li dûv perwerde û rêbaza Barzaniyê nemir biçe, dê serkevtî be”
Hevpeyvîna Di Gel Serokerkanê Leşkirê Iraqa Federal Babekir Zêbarî Ji Layê Nivîsîngeha Ragehandina Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî – Duhok
Li rêkevtî 14/01/2010 me wek Nivîsîngeha Ragehandina Fermandeya Pêşmergên Zêrevaniyê di gel Serokerkanê Leşkirê Iraqa Federal Babekir Zêbarî yê binyat Kurd, hevpeyvînek saz kir. Babetê serekî yê hevpeyvînê, wergirtina medaliya “Hêjayî û Azayî yê” bû ku ji layê serokê Amrîka Barak Obama ve hatibû dan û li rêkevtî 7/01/2010, bi nûneratiya General Raymond Odêrno, Fermandê Hêzên Amrîka li Iraqê, bi rê û resmekî hatibû pêşkêşkirin. Ev medaliye ji layê serokê Amrîka ve tê dan bo ew kesên ku li welatê xwe bi wêrekî, dilsozî û serkevtiyane kar dikin. Medaliya herî giringe ya ku ji layê serokê Amrîka ve bo kesên biyanî tê pêşkêşkirin.
Ji layêkê din ve, ji ber derfeta dîtina rêzdarî, me bi fer zanî em çendîn pirsiyarên din jî, sebaret hêzên pêşmergê Kurdistanê, leşkirê Iraqa federal, rewşa aramî û seqamgîriya herêmê û Iraqê bi giştî, bikin.
Berî em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, me divêt kurtejiyan û hindek taybetmendiyên kesayetiya General Babekir Zebari diyar bikin.
Babekir Bedirxan Zêbarî: Li sala 1947-ê ji dayik bûye û ji binemaleka kurdperwere. 1963-ê bûye endamê Partî Dîmokratî Kurdistan. 1969-ê çûye kolîja leşkirî li Bexda û li 1970-ê derçûye.
1972-ê bûye xwedan xêzan. Di navbera salên 1972-1973-ê da li Bexda, Tacî û Hebaniyê erk wergirtiye.
Li sala 1973-ê li ser fermana Mela Mistefa Barzanî yê nemir beşdarî şoreşa Kurdistanê bûye. Piştî ku beşdarî şoreşê bûye, li Kurdistanê li devera Gelale bûye serleşkir. Paşê bûye serleşkirê giştî yê devera Behdînan. Li sala 1989-ê hatiye helbijartin wek endamê mekteb siyasî yê Partiya Dêmokrata Kurdistana Iraqê. Li 1991-ê bûye serleşkirê tevaya hêzên kurdan li Duhok û Musilê.
Li Sala 2003-ê, di şerê azadkirina Iraqê da, rolekê giring helgirtiye di navbera hêzên Kurdistanê û hêzên hevpeyman da.
Ji 2004-ê heta niha serokerkanê leşkirê Iraqa Federale.
General Babekir Zêbarî, babê heşt zarokane (pênc kur û sê keç). Zimanên kurdî, erebî û farisî dizane.
Heta niha ji ber serkevtinên karê xwe, gelek xelat wergirtine, wek; ji layê Mela Mistefa Barzaniyê nemir ve medaliya serkevtinê (ku her wekî ew dibêje “eve xelatê herî buhagirane di jiyana min da “), medaliya serkevtinê welatê Îtalya û medaliya serokkomarê Romanya.
Bo encamdana vê hevpeyvînê, me jivan ji rêzdarî wergirt û em bûne mêvan li mala wî.
Me dît ku Babekir Zêbarî berî ku kesekê leşkirî û siyasî yê serkevtî be, her wesa semiyanekê serkevtiye jî ji bo xêzana xwe u mala xwe. Me zanî ku li demê hevpeyvînê, em nikarin bi berfirehî li ser jiyana wî ya taybet biaxivîn, ji ber ku dê babetên me pitir girêdayî karên fermî bin. Lewma em hez dikin li vê derê hindekê behsê taybetmendiyen gring yê kesayetiyê wî bikin.
Babekir Zêbarî ji malbateka welatperwer û kurdperwere û şiyaye van saxletên xwe veguhêze nav mala xwe û malbateka welatperwer û kurdperwer ava bike. Her wesa ji bo malbat û zarokên xwe wek babekê xemxwer tê niyasîn.
Di jiyana xwe da rêbaza Barzaniyê nemir bo xwe kiriye prensîp û hewl daye ku pîverên vê rêbazê piraktîze bike û di kesayetiya xwe da berceste bike.
Birêz Babekir, di kar û xebatên xwe da, wek mirovekê piraktîkî tê niyasîn. Her wesa li gel dilsozî û rastgoyî ya xwe kêm caran diaxive, lê gelek kar dike. Ev taybetmendiyên wî bûne cihê baweriyê li cem Barzaniyê nemir û serok Mesud Barzanî. Lewma her dem di qonaxên tengav da bûye kesekê giring di çareserkirin û nehêlana rewşên aloz da.
General Zêbarî, di demên tengaviyan da gelek erk wergirtîne û rewşên aloz bi serkevtiyane çareser kirine. Her wesa bi hêminî û bi bêhnfirehî berî xwe daye diyarde û rûdanên hemecûr û bi beraqilane reftar di gel kiriye.
Taybetmendiyeka wî ya din ya kesî jî ewe ku bo lêbûrînê yê vekiriye. Her çi kesekê şaşiyê bike, derfetê didê da ku ji wê kêm û kasiya xwe bizivire. Gelek kesên ku hêvî jê hatîne birîn, bi saya wî careka din bûne mirovên kerembexş di nav civakî û kes û karên xwe da.
Di biwarên komelayetî û civakî da jî wek mirovekê hestiyar û diljen tê niyasîn. Her wesa mirovekê sakar û sadeye, hez ji sirûştî û jîngehê dike û li Kurdistanê ji bo jîngehê û kiştûkaliyê gelek proje pêşkêş kirine.
“Bê guman, her kesê li dûv perwerde û rêbaza Barzaniyê nemir biçe, dê serkevtî be”
(Berî em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, li destpêkê me pîrozbahiya rêzdarê wî kir bo wergirtina medaliya Amrîkî û paşê me dest bi pirsiyarên xwe kirin:
Birêz General, berî çend rojan deng û basekê serincrakêş belav bû ku cenabê we ji layê serokê Amrîka birêz Barak Obama ve medaliyek bi nave; “Medaliya Hêjayî û Azayî yê” wergirtiye. Em hez dikin bizanin ka pirosêsa wergirtina vê medaliyê çewa bû?)
Ev medaliye ji sala 1942-ê û hêr ve wek xelateke giring tê dan bo wan kesên ku xizmeta miletê xwe dikin.
Berî çend heyvan îşaret bo min dihatin ku Amrîkî amadekariyeka wesa dikin, paşê bi şêwekê fermî li 7/01/2010 bi nûneratiya General Raymond Odêrno ev xelate bi rê û resmekê pêşkêşî min kirin.
Bi rastî gelek kesên din yên hêja û payeberztir hebûn, hem li Kurdistanê û hem jî li Iraqê û karên baş encam dane û me pêk ve gelek kar kirine. Di nav wan da helbijartina min şanaziye û ez pê kêfxweş bûm. Û ez spasiya wan hemû hevalan dikim.
(Egerên dana vê medaliyê çi bûn?)
Helbet karkirina bê rawestiyane. Heta niha hindî ji destê me hatiye, me bêyî ferq û cudahî ev erke bi rê ve biriye. Karê me kirî yê berçav bû; serkevtina me, pêşkevtina me, şaşî û xeletiyên me diyar bûn. Çêdibe ewan ev qonaxa heft salî, ji nêzîk ve şopandibin û gehiştibine wê baweriyê ku ez şayanî vî xelatî me.
(Bi raya cenabê we, egerê serekî yê serkevtina we çi ye?)
Helbet, eve encamê perwerda Mela Mistefa Barzanî yê nemire. Bê guman, her kesê li dûv perwerde û rêbaza Barzaniyê nemir biçe, dê serkevtî be.
(Erê wergirtina vî xelatî, hestekê çewa li cem we peyda bû?)
Helbet, eve ji bo min şerefeka mezine û ez gelek pê kêfxweşim.
(Ji bilî rêzdarê we serokerkanê leşkirê Iraqê ye, hûn wek kurdek wergirtina vî xelatî çewa dihelsengînin?)
Ez dibêjim hûn jî, bi wergirtina vî xelatî kêfxweş bûne ji ber ku ev xelate ne tenê bo min e, belku bo hemû kurdane. Her wesa bo hemû Iraqiyane jî. Ji layekî ve serkevtine bo kurdan û ji layekê din ve jî serkevtine bo leşkirê Iraqê.
( Erê bi dîtina rêzdarê we kesayetiyeka leşkirê hevdem, pêdivî bi çi taybetmendî û şengistan heye bo serkevtinê, yan jî bi şêwekê din, pênasa leşkirekê serkevtî çî ye?)
Pêdiviye yê bi heybet be û bikare vê heybeta xwe li ser leşkiran bisepîne. Leşkir, hem jê bitirsin û hem jî hez jê bikin û eve jî ne tiştekê asane tu bikarî hevsengiyekê di navbera tirs û hezê da çê bikî.
(General Babekir Zêbarî, wek kesekê dadperwer di jiyana xwe da çi caran ferq û cêwazî nekiriye û ev dadperweriya wî ya nimûneyî, nehêlaye li cihê ew lê, neheqî û nebaşî rû bide. Di vî çarçovê da, me diviya bizanin ka çi amojgariyê dide efserên nû û kêm serbûr.)
Pêdiviye bi şev û roj di nav leşkiran da bin û ageh ji wan hebe her ji xwarin û vexwarina wan heta perwerda wan. Her wesa pêdiviye sîstemê xelatkirin û sizadanê û di gel da jî dadwerî hebe. Ji ber ku dadwerî tiştê herî giringe û heger nebe, dê sîstem xirab be. Her wesa pêdiviye dilnizim be. Bo nimûne, nabe li demê rê û resmekî tenê serleşkiran hembêz bike, belku pêdiviye hemû leşkiran wek hev hembêz bike bêyî ferq û cudahî.
Piştî pirsiyarên me yên taybet li ser medaliyê, me xwast em hindekî jî biçine nav pirsiyarên girêdayî pêşmergê Kurdistanê.
(Erê, di pêşkevtina seqamgîriya Iraqê da rolê pêşmerge çibû?)
Li destpêka şerê azadkirina Iraqê, sê batalyonên Amrîkayê bi rêka Balefirgeha Herîrê hatine Kurdistanê û bi hatina wan rolê pêşmerge dest pê kir. Ji bilî vê çendê jî, li jêr hêla kesk, nêzîkî 90% deverên veqetiyayî ji layê pêşmerge ve hatine azadkirin. Ew rolê Amrîka daye leşkirê Tirkiya ku parastina wan bikin û Tirkiya pêk neanî, pêşmerge pêk anî û eve jî ne tiştekê biçûk bû pêşmerge pê rabûye. Ew her sê batalyone bo Silêmaniyê, Hewlêrê û Duhokê hatibûn û pêşmerge parastina wan kir û li vê derê bawerî li cem leşkirê Amrîkî çêbû. Her wesa gişt cîhanê dît ka rewşa ewlekarî û aramiya Kurdistanê çewaye û dîmenê geryana leşkirê Amrîkî bêyî çek li Kurdistanê li pêş çavên me hemûyan bû.
(Li herêma Kurdistanê yekkirina hêzên pêşmerge di rojevê da ye, erê hizra we di vî warî da çî ye?)
Eve tiştekê gelek başe. Ev hewle ji mêje heye û me ji bo vê gelek kombûn saz kirîne. Lê li wî demî hindek babetên din li pêş bûn, lewma li dûv astê pêdivî nehate encamdan. Helbet di piraktîkî da yekbûnek çêbûye, lê tenê ji layê fermî maye. Niha jî, rêzdar serok Barzanî bi xwe, bi vî erkî rabûye û bi rijde. Ez bawer dikim vê carê dê encamekê baş bi dest ve bîne.
(General Zêbarî, ji bilî biwarên leşkirî û siyasî, li beramberî biwarên din yên komelayetî û civakî jî mirovekê hestiyar û diljene. Hez ji xelkê xwe dike û divê her dem di nav wan da bijî. Çi caran peywendiyên xwe ji civakî nebirîne. Ji ber vê çendê jî gelek caran bûye navbeynkar û arêşên civakî, xwîndarî, pevçûn û… htd çareser kirine û xelk wî wek kesekê aştîxwaz û cihê dilniyabûnê dibîne.
Helbet helsengandina karê yekkirina hêzên pêşmerge ji zarê kesayetiyeka bi vî rengî bo me giringe û me jî yekser pirsa xwe jê kir)
Bi vê yekkirinê, dê leşkirê paşerojê yê Kurdistanê bê çêkirin, dê bingehê sîstemê parastina Kurdistanê bi rêk û pêkî bê danan û eve jî dibe mifayekê baş bo parastina giyan, mal û samanê hevwelatiyan. Ev pêngave dê bibe pêngaveka dîrokî bo hemû kurdan.
(Bi hizra we, piştî yekkirina leşkirê herêma Kurdistanê dê peywendiya wî di gel leşkirê Iraqa Federal çewa be?)
Ev çende di destûrî da yê aşkiraye. Pêdivî bû heta niha li dûv destûrî hatiba çareserkirin. Ez bi xwe beşdarî gelek kombûnan bûme yên Wezareta Navxwe, Wezareta Bergirî û Wezareta Ewlekariya Netewî, lê her dem bi hindek bahaneyan, ev babete hatiye gîrokirin.
Ta niha pênc arêşeyên serekî hebûn di navbera hikumeta navendî û hikumeta herêma Kurdistanê da. Sê ji wan hatine çareserkirin û tenê dû mane; mîzaniya pêşmerge û hejmara wan.
Hejmara pêşmerge 190.000 hatibû diyarkirin. Li dûv bernamê nû, 90.000 da bêne xanenişînkirin û 100.000 wek hêzên parastina herêmê bimînin û li ser mîlakê Bexda bin. Lê hindek arêşe li ser hejmarê çêbûne, ji bo vê babetê jî ez dikarim tiştekî bibêjim; eve hejmareka pêdiviye, ji ber ku sînorên herêma Kurdistanê berfirehin û cografiya wê jî cudaye ji parçên din yên Iraqê wek çiya, sînorên berfireh û jîngeh.
Bi hizra min, ev gengeşeyên bi vî rengî dibine eger ku çareserî gîro be û niha jî helbijartin li pêş me ne…
(Li vê dawiyê em dizanin karê bi çekkirina leşkirê Iraqê dest pê kiriye. Erê behra leşkirê Kurdistanê di çekkirina leşkirê Iraqê da çende?).
Di vî warî da hîç tiştek ji bo pêşmergê Kurdistanê nehatiye kirin. Heta niha nêzîkî 20 milyar dolaran bo leşkirî Iraqê hatîne mezaxtin, lê ez bawerim pêşmergê herêma Kurdistanê bê behr bûye ji vî pareyî.
(Erê, çareseriya vê arêşê çî ye?)
Eger sîstemê leşkirê Iraqê bê misogerkirin, ev arêşe jî çareser dibe. Bo nimûne, heger sîstemê polîsên nîştîmanî bê danan, wî demî çi çek bê kirîn bo leşkirê Iraqê wek firoke, tank, top û… htd, dê behra pêşmergey jî tê de hebe.
“Demê min ew hejmara yekcar zor û ew rêk û pêkî û disiplîn li Fêrgeha Pêşabîr dît, ez gelek pê serbilind bûm. Eve jî nîşana pêşkevtina leşkirê Kurdistanê ye”
(Me li vê derê babet hindekê guhart û xwast rêzdarê wî dîtin û pêşniyarên xwe li ser hêzên me, Hêzên Pêşmergê Zêrevanî, jî diyar bike û me dest bi pirsiyarên xwe kirin: Rêzdarê we çend raziye ji kar û xebatên Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî bi giştî û her wesa li deverên veqetiyayî yên Kurdistanê û rolê wan di parastina kesên berpirs da li Bexda?)
Hez dikim, ji serî da behsa vî karî bikim; demê hêza Zawîte hatiye damezrandin, ez di nav da bûm, min dît ku taybetmendiyên wê hene; li ser binyatekê biçûk, lê bi hêz, rêk û pêk û sîstemî hatibû danan, rêk neda sîstemê kevin ya gundiyatî, eşîrgerî, paşvemayî û devergerî ku bê nava vê rêkxistina nû. Di vê qonaxê da çi pêdivî pê nemaye û nabe leşkirê sîstemî, di nav xwe da bi arêşeyên wesa mijûl be. Bi vî rengî ev hêze bû bingeh ji bo avakirina leşkirê nîzamî yê Kurdistanê.
Sebaret kar û xebata Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî gelek pêzanîn bo min tên û ez şahidim li ser û eve bo min cihê şanaziyê ku ew cihên pêşmergê Zêrevanî lê kar dikin wek dam û dezgehên hikumî, mîrî û her cîhekê din, hemû kes jê razîne. Her wesa çi cêwaziyê di navbera sunne, şiye, kurd, ereb, turkman û… htd da, nake. Heta ew kesên xirabkar jî neçarin pesna Zêrevaniyê bidin ji ber rolê wan yê baş û berçav.
Min divêt sebaret Zêrevaniyê bo we behsa serhatiyeka xwe bikim; berî çend rojan ez di gel hindek fermandarên NATO û fermandarên leşkirê Amrîkî çûme Fêrgeha Pêşabîr ya Zêrevanî, bo rê û resmên derçûnekê. Demê min ew hejmara yekcar zor û ew rêk û pêkî û disiplîn li Fêrgeha Pêşabîr dît, ez gelek pê serbilind bûm. Eve jî nîşana pêşkevtina leşkirê Kurdistanê ye. Demê ez li wê derê bûm, rêzdarê serokê herêmê têlefona min kir bo pîrozbahiya wergirtina medaliyê. Min jî behsê rê û resmên wê derçûnê bo rêzdarê serokî kirin û ew jî gelek pê kêfxweş bû. Pêşkevtinên bi vî rengî, me serfiraz dikin.
(Erê, hûn bo hêzên Zêrevaniyê çi pêşiniyar dikin ku li paşerojê xelkê herêma Kurdistanê bitir mifayê jê wergire?)
Pêdiviye wek leşkirên cîhanê bin, hem xwedan çekên pêşkevtî û hem jî teknolojiya pêşkevtî. Niha dem, dema teknolojiyayê ye. Bo nimûne; amîrek heye dikare bi dirêjahiya 30 km. parastina sînorî bike û bi dûratiya 60 km. dikare dengê tankan wergire û mirovî pê agehdar bike, ji bo vî karî jî, bi tenê dû leşkir têrê dike. Armanca me ewe bo demên pêş, hejmara leşkirê xwe kêm bikin û bi teknolojiya û perwerdê bi hêztir bikin.
Nimûneka din; 22 dewletên ereban hene nikarin Îsraîl birawestînin ji ber ku teknolojiya wan ya pêşkevtiye. Her çende ereb ji layê wêrekî û hêzê ve ne kêm bin jî, lê ji ber ku teknolojiya Îsraîl ya bi hêze, nikarine Îsraîlê.
Ez bawerim heger pêşmergên Zêrevaniyê bo demên pêş xwe bi vî rengî sîstematîze bikin û bibin xwedan teknolojiya nû ya şerî, dikarin rolekê hêj xurttir bo parastina herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî helgirin. Her wesa perwerda wan pêşkevtiye û ez bawerim dê hêj baştir lê bê. Hêvî û omêdên min ewin ku pêdawîstiyên leşkirê Zêrevaniyê pitir bêne berdestkirin, mûçe û kel û pelên leşkirî li dûv astê pêdivî bêne dabînkirin da ew bikarin hêj baştir bi rolê xwe rabin.
“Niha rewşa seqamgîriya Iraqê berawird di gel destpêkê 99% baştire”
(Piştî pirsiyarên girêdayî pêşmergê herêma Kurdistanê. Me diviya hêlên giştî yên rewşa leşkirê Iraqê bizanin û sebaret vê çendê em dê hindek pirsiyaran arasteyî rêzdarê Zêbarî bikin:
Birêz General, hûn dikarin bo me rewşa seqamgîrî û aramiya Iraqê ya îro diyar bikin?)
Bê guman bersivdana vê pirsiyarê pêdivî bi kurte destpêkekê heye. Piştî azadkirina Iraqê, Iraq bibû meydana kuştinê ku dû hêzên mezin yên cîhanî tê de şer dikirin, layanên wê jî hêzên hevpeyman û tîrora cîhanî bûn û di nav wan da jî çi leşkirekê Iraqî nebû.
Leşkirê Iraqê yê berê bi xwe, xwe ji nav bir û tenê Pol Birêmer şehadet wefat îmza kir. Lê sereray wê çendê jî hêzên hevpeyman dû şaşî kirin; ya yekê hîşt ku çek û teqemenî bêne dizîn û bikevne destên ne berpirs û ya duyê jî ew bû ku serleşkir hîştin bê mûçe. Ya baş ew bû, gazî serleşkiran bikin û mûçeyên wan bidin da neçine di nav rêzên yaxiyan da. Helbet avakirina leşkirekî ji nebûnê ne tiştekê asan bû, bi taybet jî di rewşa şerî û tîrorê da.
Niha rewşa seqamgîriya Iraqê berawird di gel destpêka me behs kirî 99% baştire. Lê heger 1%-ê ji xelkê Iraqê piştevaniya tîrorê bike jî ne hejmareka kême, ji ber ku serjimara Iraqê nêzîkî 25 milyon kesane û heger em bibêjîn 1% eve dibe 250.000 kes û ev jî jimareka ne kême. Lewma pêdiviye em vê rêjeyê jî gelek kêmtir bikin û hewl bidin nehêlîn.
(Erê bi dîtina rêzdarê we ev rewşa heyî, li dûv pilan û bernameyên desthelatdariya siyasî û leşkirî bi rê ve diçin? Aya kêmasî hene yan ne?)
Leşkirê Iraqê heta niha bi tenê xwe ji bo şerê li dijî tîrorê amade kiriye, eve jî şaşiyeka mezin bû, ji ber ku pêdiviye ew leşkir ne tenê şerê li dijî tîrorê, belku parastina gişt sînorên welatî jî bike û eve jî erkê wî yê serekiye.
Pêdiviye sînor bêne parastin bi rêkên teknolojiyê. Berî dû salan me bo lîwayeka parastina sînoran, sîstemê radarê û 140 tankên Amrîkî kirîne, lê heta niha nehatine û piştî dû salên din dê bê, anku heta tê dibe çar sal. Her wesa me li bere firokên F-16 yên şerî û çar helîkopterên ji cûrê Sikurskî bikirin. Dîsan me li bere hindek tankên teknolojîk jî bikirin.
(Di rewşa niha da diyar dibe ku berî helbijartinên giştî yên Iraqê çalakiyên tundûtîjiyê û teqîn hindekê zêde bûn. Bi dîtina we, ev çende bo fişardananêye li ser helbijartinan yan ne?)
Helbet, eve ji ber egerên siyasiye û peyameke bo helbijartinan.
(Erê bi raya rêzdarê we, ji bo ku leşkirê Iraqê jî bibe leşkirekê modêrn û serdemî, çend dem pêdiviye?)
Bi raya min 15 sal. Ez dikarim vê çendê hindekê ji bo we zelal bikim. Berî çend salan serokerkanê leşkirê Amrîka heman pirsiyar ji min kiribû. Min di bersiva xwe da gotibû, 20 sal pêdivîne. Ew mendehoş bû û yekser got, erê bo çî 20 sal? Min jî eger bi vî rengî rêz kirin;
Ya yekê, bi destxistina çekên teknolojî demekê dirêj pê divê.
Egerê duyê, pêdiviye kadroyên ku van çekên teknolojî bi kar tînin, bêne perwerdekirin, herî kêm xwedan bawername bin, bêne hinartin bo xwandinê li derveyî welatî û eve jî arêşeka dine.
Egerê siyê, ji bo perwerdekirin, disiplînekirin, sîstematîzekirin û… htd. ya leşkirê Iraqê jî gelek dem pê divê.
Piştî hîngî wesa çêbû ez careka din çûme Amrîka, derfet çêbû û min heman berpirsê Amrîkî dît. Ewî gote min: “Ew pirsiyara min tê bîra te? Min bersiva te gehande dezgehên (Think Tank), wan jî tiwêjînewe li ser vî babetî kirin û heman bersiva te dûpat kir û gotin; ‘raste 20 sal pêdivîne heta ku leşkirê Iraqê bikare parastina xwe bike bêyî ku pêdivî bi layenekê din hebe’, bi vî rengî dîtina te pesend kirin”.
(Rêzdarê we dikare bo me bibêje ka we stratîjiyek heye bo nûjenkirin, pêşxistin û xurtkirina leşkirê Iraqê di paşerojê da?)
Belê, me stiratîjî heye. Heta sala 2020, me stratîjiyek danaye li ser sê qonaxan; Qonaxa yekê ji 2008-2012, ya duwê ji 2012-2016 û ya siyê jî ji 2016-2020 e.
Di qonaxa yekê da ji ber hindek arêşeyan em nikarin pilana xwe li dûv armancê bi cih bînîn, lê qonaxa niha bo me hêj asantire û me li bere ji niha û wê ve li dûv pilana xwe karên pêdivî bi rê ve bibin.
(Her wekî rêzdarê we jî dizane, li dûv peymana Iraq-Amrîka, li sala 2011-ê dê leşkirê Amrîkî xwe ji Iraqê vekêşe, bi dîtina we ev çende dê kartêkirinê li seqamgîriya Iraqê bike yan ne?)
Helbet dê kartêkirinê bike, lewma pêdiviye her ji niha hikumeta Iraqê hizra xwe û amadekariya xwe bike bo demê dahatî. Li dûv hizra min, her çende Amrîka li welatên nêzîk bingehên serbazî hene û dikarin li demên pêdivî alîkariyê bikin jî, lê pêdiviye li Iraqê jî beşekê hêzên wan bimînin û bi temamî xwe nevekêşin. Ji ber ku leşkirê Iraqê negehiştiye wî astî ku bikare parastina welatê xwe bike û heger ji nişka ve tiştek rû bide, dê pêdivî bi alîkariya Amrîka hebe, ji ber ku Iraq welatekê zengîne, welatekê stratîjiye û çavên gelek layenan li ser hene.
(General Zêbarî, her çende behra pitir bi karê leşkirî tê niyasîn jî, lê em dizanin ew di biwarê siyasî da jî xwedan zanîn û têgehiştineka başe û li demê şoreşê ji ber hel û mercên wî demî beşdarî karî siyasî jî bûye. Eve jî bûye alîkar û palderek bo pêşkevtina saxlet û taybetmendiyên wî yên kesî. Em dikarin di derbarê siyaset û leşkiriya pêşkevtî da, wî wek kesayetiyekî mînak pênase bikin. Lewma me bivê nevê em çûne ser babetê siyasî. Dibe serleşkirekê cîhana rojavayî tûşî pirsiyarên siyasî nebin, lê li Rojihelata Navîn biwarên leşkirî û siyasî pêk ve girêdayîne. Li ser vê çendê me pirsiyar ji rêzdarê General kir ka ew peywendiyên herêma Kurdistanê li gel welatên cîran çewa dihelsengîne?)
Îro peywendiyên Iraq û welatên cîran her çende ne di astê pêdivî da bin jî, lê pêş ketiye û eve jî xaleka serekiye bo Iraqê. Çunke welatên deverê û gelên deverê ji gelek layenan ve xwedan peywendiyên dîrokî û dab û nerîtên hevpişkin. Me pêdivî bi hev heye, lê bi raya min wek herêma Kurdistanê me pêdiviyeka pitir bi wan heye û fere em peywendiyên xwe li gel wan pêş bêxîn.
Niha peywendiyên me di gel Îran û Tirkiya gelek başin. Me hinde hêvî nedikir ku di vî mawê kurt da peywendiyên me bi vî astî pêş bikevin û eve jî serkevtineke bo hikumeta herêmê. Lê peywendî li gel welatê Suriya ne di astê pêdivî da ye, hêvî dikim ew jî çêbin. Ez li vê derê hez dikim li ser van peywendiyên me yên mêjûyî û dab û nerîtan nimûnekê bidim; niha gelek kompanyên Tirkiya li herêmê kar dikin, berawird li gel kompanyên biyanî, gelê me divê pitir li gel kompanyên Tirkiya kar bikin ji ber ku ziman, çand, ayîn û… htd yên me nêzîkî hevdû ne.
(Me xwast em bi wergirtina hestên wî, dawî li vê hevpeyvîna xwe ya dilveker bînin û bi vî rengî me pirsa dawî jê kir:
Erê peyva we ya dawiyê sebaret yeketiya kurd û Kurdistanê çî ye?)
Yeketiya kurdan tiştekê herî serekî û pîroze û di vê çendê da jî rolê ragehandinê yê giringe. Li van rojên dawiyê, ez berê xwe didimê, hindek berpirsên layenên siyasî yên Kurdistanê, li ser ekranên têlevizyonan bi kerb û kîn diaxivin. Helbet ev kesane nizanin ka çend kartêkirinên nerênî li ser hemû kurdan dikin, lewma pêdiviye bi beraqilane nêzîk bin û di berjewendiya giştî da baxivin û bila vê çendê bo xwe bikine bingeh. Ji ber ku em bi asanî negehiştîne vê qonaxa pêşkevtî.
(Em ji ber vê hevpeyvînê bextewarin û wek rojnameya Zêrevaniyê spasiya rêzdarê we dikin ku derfeteka bi vî rengî daye me.)
Spasxweş, mala we ava. Ez jî bi mêvandariya we dilxweş bûm.