Kurdistanê destê arîkariyê dirêjî Haitî kir
Piştî ku erdhejekî bihêz welatê Haîtiyê hejand û 200 hezar kuştî û yêk û nîv milyon bê mal û hal li pey xwe hêla, bi mebesta lihawarçûna xelkê wî welatî, welatên cîhanê kampanyayeke alîkariyê dest pê kirin. Herêma Kurdistanê jî beşdarî wê kampanyayê dike.
Derheqê vê mijarê de berpirsê ragihandina kampanyaya komkirina alîkariya bo Haîtiyê Zanist Zana di daxuyaniyekê de ji PUKmedia’yê re diyar kir ku piraniya dam û dezgeh, welatî, diyanet, ragihand û rêxistinên Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo alîkarîdayîna welatê Haîtiyê nîşan dane.
Alîkariyên ku tên komkirin dê bi riya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û bi amadebûna kenalên ragihandinê dê teslîmî Neteweyên Yekbûyî bên kirin.
Herweha Zana aşkere kir ku ew dê li welatê Haîtiyê nexweşxaneyekê vekin.
(PUK Media)