Polîtîk

Li Kurdistanê 6 milyon mayin tên pakijkirin

Li Kurdistana Başûr di dema rejima Besiyan de bi milyonan mayin hatibûn çandin. Gelek ji van mayina hatine pakij kirin .Lê hê jî bi miyonan di bin erdê de mane. Gelek caran ev mayin diteqin dibin sedemê kuştin û birîndarkirina xelkên Kurdistanê.
Li gora îstatîkên heyîn heta niha nêzikî 15.000 kes ji teqandina mayinan hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gora agahdariya dezgehê ku Mayina pakij dike, dide li Kurdistanê 262 milyon metreyên çarçik erd mayin kirî bû. Heta niha 40 milyon metreyên çarçik hatine pakij kirin. Niha biryar ewe ku li derdora bacarê Silêmaniyê û li devera Germiyan 6 milyon mayin ji bin erdê bêne derxistin.

Back to top button