Cîhan

NY: YPG,YPJ û HSD bi çekdarkirina zarokan tometbar dike

Neteweyên Yekgirtî Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinan bi binpêkirina mafên zarokan û çekdarkirina wan tometbar dike.

Neteweyên Yekgirtî raporek di derbarê rewşa zarokên cîhanê li sala 2019 de belavkir, beşeke taybete bi zarokên Rojavayê Kurdistanê û Sûriye û çekdarkirina wan ya ji aliyên hêzên cûda cûda ve hatiye belav kirin.

Li gor raporê li sala 2019 an de Neteweyên Yekgirtî 2.638 binpêkirinên beramber zarokan li Sûriye piştrastkir ku bi giştî binpêkirina wan bandorê li ser 2.292 zarokan de heye.

NY kariye çekdarkirina 820 zarokan piştrast bike ku 147 zarok tenê li jêr temenê 15 salî da bûne.

Her wiha li raporê da Hêzên Opozîsyon û Hikûmeta Sûriye û HSD jî bi çekdarkirina zarokan hatine tometbar kirin.

Raporê de dide zanîn ku YPG û YPJ 283 zarokan li sala 2019 an de çekdar kirine.

Back to top button