tirkiye operasyoneke mezin li ser PKK li Herêma Kurdistanê encamda û îro Wezareta Derveyê Iraqê, Balyozê tirkiye ya li Iraqê bang kir û wan êrîşên wan şermezar kir. Balyozê tirkiye jî dibêje, emê li êrîşên xwe de berdewam bîn.

Fatih Yildiz Balyozê tirkiye li Iraqê ragihand, ji aliyê Wezareta Karubarê Derveya Iraqê ve hatiye bangkirin û di derbarê wan êrîşên tirkiye û tekez jî li wê yekê kiriye ku “li şerê dijî PKK de berdewam dibin”.

Li daxuyaniyeke Wezareta Derveya Iraqê di derbarê bangkirina Balyozê tirkiye hatiye belavkirin û Birîkarê Wezîrê Derve, Abdulkerîm Haşim nerazîbûna Iraqê gihandiye Balyozê tirkiye û di derbarê bezandina tixûbên asmanê Iraqê û serweriya axa Iraqê guftûgo kirine.

Wezareta Derveya Iraqê li rêya Balyozê tirkiyê ve daxwaz ji wî welatî dike operasyonên xwe yên li ser axa Iraqê rawestînin. Heman demî de amadehiya Iraqê ji bo encamdana operasyonên hevbeş ya ji bo parastina tixûban derbiriye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: