Civak

Mizgefta Birayetî alîkariya xelkê Kurdistanê dike

Malbateke Kurd û misilman 25 sal berê çûne Almanya û alîkariya pere dişînin ji bo kesukarên xwe û gelek kesên ku nasnakin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Ew Malbat piştî ku çûne Almanya li rêya Mizgefta birayetî ya li bajarê Gêrzinkîşin hevkariyê ji bo xelkê kêmderamet kom dikin.

Qasim Resûl dibêje: “Mizgefta Birayetî li sala 90 an ve hatiye damezrandin, Li vir pere kom dikîn, her dema xelkê Kurdistanê pêwîstiya wan pê hebê, li gor hinek mercan ji bo wan dişînîn”.

Tenê li meha Remezanê da nêzîkî 30 hezar Euro ji Mizgefta Birayetiyê ve hatiye komkirin û bexşîn. Piştî karê xêrxwaziyê malbata Qasim du hezar Euro wekî hevkariyê ji bo Kurdistanê şandiye û her wiha kirê li kirêçiyên Kurdistanê li destpêka Korona ve heta niha û çend meheke din wernegirtine.

Back to top button