Polîtîk

Hilweşandina biryarê li desthilata kesekê de nîne

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê ragihand hilweşandina biryara jimare 4 ya 7 heyva gulanê, li desthilata kesekê da nîne û bi tenê li desthilata civîna Parlemenê daye ewê biryarê hilweşîne, çi hêz û kesek li ser yasayê da nîne û nabê, tu kes nikarê bi ne yasayî biryarê hilweşîne.

Piştî ku Rêwaz Fayeq Seroka Parlemena Kurdistanê biryara hilgirtina parêzbendiya li ser Soran Omer red kir, Umêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona PDK peyamek belav kir û têda hatiye ku hilweşandina biryara jimare 4 ya 7 heyva gulanê, li desthilata tu kesan da nîne, bi tenê li desthilata civîna Parlemenê daye biryarê bide, eve jî zehmete, hêvîdarim pend ji rojên derbasbûyî werbigrin, bila kêşe li Parlemenê çareser bibin, neku Parlemen bi xwe bibe dahênerê kêşe û arîşeyan.

Back to top button