CivakRojev

Nûtirîn wêneyên Serokê Kurdistanê di dema werzişkirinê de

Şampiyonê cîhanî yê leşciwanî û rahêner Nizar Xezalî, hejmareke wêneyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên di dema werzişkirinê de belav kirin.

Nizar Xezalî nivîsiye;

“Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, werzişvanekî bihêz, bi îrade û leşrêk e. Gelek pabend e bi werzişkirinê û xwedî ruhekî werzişî ye di miamelekirina li gel xelkê de.

Ez wek werzişkar û rahêner, çendîn sal e dibînim. Kak Nêçîrvan kesekî gelek merd û gelek jî mîhreban e. Her tim rûken û bi pêkenîn dibînim. Hêviya mezin a aramî û dilxweşiya xelkê Kurdistanê ye, armanca wî ya mezin xweşguzeraniya xelkû ye.

Tevî hemû pileyên xwe yên bilind, gelek sade ye û pozbilindiyê nake li beramber ti mirovekî. Gelek birêz e û kerametiya xelkê diparêz e. Gelek mîhreban e û hezkirina Kurdistanê di her hewleke wî de ye.”

03-02-2021 2
03-02-2021 3
03-02-2021 4
03-02-2021 5
03-02-2021 6

Jêder: Rûdaw

Back to top button