Kurd gerek bi pîvanên xwe behsa destûrekî li Tirkiye bikin..

Pêşgotina destûra Tirkiye de dibêje: Ev destûr ji aliye miletê Tirk ve, êmanetê zarokên Tirk yên evîndarên demokrasiye tê kirin.

Dara Bilek

Li Tirkiye  behsa guhertina destûrê yan jî çêkirina destûrek nû tê kirin. Ev yek gelek cara di hinek qonaxên taybet de ji aliye desthilatê yan jî muxalefetê ve hatiye rojevê. Lê tu cara li Tirkiye destûrek ku hinde sere derziyê behna demokrasiye jî werê nehatiye çêkirin. Herweha di destûrên Tirkiye yên hatîn nû kirin û hinek caran beşên hatin guhertin de tu cara ne behsa Kurda hatiye kirin û ne jî bi awayekî heyine Kurda hatiye qebûl kirin. Yanî di destûrê de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê Kurd tüne ne û heyîna wan gelek bi zanebûn hatiye paşguh kirin.

Bû guman gerek Kurd di kuleka xwe re yanî di perspektîfek Kurdeyatîyê de li destûrê binerin û naveroka destûrê binirxînin.

Destûra niha ya Tirkiye di sala 1982ê de, ji aliye desthilata leşkeri û bi ziyniyeta cuntayek faşist û nijadperest hatiye amade kirin û bi referandumek di bin siha tifeka leşkeran de hatiye qebûl kirin. Yanî bi encama serokê wî demî Kenan Evren dayî xûyakirin, ev destur zêdeyî % 90 xelkê gotiğe erê.

Di hinek qonaxan de hinek madeyên destûra bingehên hatine guhertin, ev yek bi navê demokrasiye hatiye nirxandin. Bê guman em behsa normên demokrasiya Tirka û wê zihniyeta nijadperest dikin. Eger kurd, yan jî yên îdia dikin ku bi navê kurda tevdigerin wek cara çavê xwe nenoqînin û rastiya xwe bibinin, gerek bi tu awayî bê pîvan behsa pêkanina destûrekî li Tirkiye nekin û nekevin din ava gotubêjin  vale de.

Gerek Kurd gelek zelal bin û vekirî bejin ku, pêwiste destûrek nû  bê amade kirin û Kurd wek miletê duyem di vê desturê de bene destnîşankirin û nasnameya Kurda bê qebûl kirin. Ev yek divê daxwaza Kurda ya herî kêm be.

Ji ber ku heta pêşgotina destura heyî û 4 medeyên wê yên ewil neyên guhertin tu cara mirov nikare destura bê amade kirin yan jî guhertin de , ji nijadperstiyê bişû û behsa destûrek demokratik bike. Eger destûrek heyina te qebul neke ,gelo tu çewe û çi zihniyete dikarî bikevî di nava gotubûjin awayê vê destûrê de. Di deverekî de tu tunebî,tu divê ji berî her tiştekî heyina xwe bidî qebûl kirin.

Destûra Tirkiye pêşgotina xwe de dide xûyakirin ku, her tişt ji bo Milletê Tirke. Herweha dide xûyakirin ku destur li gora prensîbên Qewmiyeta Kemal Ataturk  hatiye amde kirin û tu cara nikare ji van prensîban dûr bikeve. Di sala 2001ê hinek guhertin di pêşgotinê de hatiye kirin, ew jî cardin behsa dîroka Tirkbûnê û nirxên wan yên millî û manevî dike. Tenê di cihekî de behsa hemwelatiyên Tirkiye tê kirin, yanî Kurd tünene û tu awayekî behsa Kurda nayê kirin .

Di dawiya pêşgotina destura Tirkan de dibêje: Ev destur ji aliye miletê Tirk ve,êmanetê zarokên Tirk yên evîndarên demokrasiye tê kirin. Gelo mirov çewe dikare van mejiyên zingar girtî re behsa “Demiokrasiyê“ bike.

Piştî pêşgotina destûre 4 maddeyên desturê tene rêz kirin. Her kesek van madeyan dizane û herweha di haman desturê de dibêje ku, ev made ne tene guhertin û ne jî têne gotubêj kirin. Vêca kerembikin behsa demokrasiye û guhertina yan jî çêkirina destûrek nû bikin.

Yanî heta niha zihniyeta desthilat û muxalefetê ya hemû partiyên di parlementoyê de ewe ku, pêşgotina destûrê û her çar meddeyên ewil nayên guhertin. Kesek ji xwe itiraza vê jî nake. Ha di bi vê zihniyete  rûne û gotubûj bike û heta evarê behsa demokrasiye û gotinên din bike. Vale ye.

Hukukzanîn Kurd dema behsa ne demokratikbûna destûrê bikin, divê ji berî her tiştekî di serî de pirsa Kurd bikin pîvan û tevlî gotubêja bibin. Lê di pîvanê Tirkan de behsa demokrasiye normên huquqê bikin tu wateya wê tüneye.

Pêwiste kurd yan jî ewên li ser navê kurda tevdigerin, divê vekirî Kemalizmê di desturê de red bikin. Kemalizm ji bo kurda tê wateya inkar û imhakirinê.

Divê Destûr hayina Kurda nasnama wan qebûl bike. Divê zimanê Kurda fermî wek zimanê duyem nas bike. Bê guman gelek daxwazên din hene ji bo Kurda bene rêz kirin. Lê ev çend daxwaz divê daxwazîn Kurda yên herî kêm bin.

Eger ev daxwaz di destûrekî de neyên qebûl kirn, cardin ev destur dibe destura Tirka û Kurd jî ji bo serwerî û refaha Tirka dikevin din ava gotubêjin vale de.

4.2.2021

Nerîna min :