Polîtîk

Nûnera Kurdistanê û Kongresmenê Amerîka rewşa Kurdistanê nirxandin

Îro Beyan Samî Abdulrahman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya peywendiyên telefonî guftûgo li gel Kongresman Chris Stewart kir.

Li peywendiyê de Nûnera Hikûmeta Kurdistanê zanyariyên dawî yên Kurdistan û Iraqê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê û her wiha gefên aborî û tendirustiyên ku rûbirûyê Herêma Kurdistan û Iraqê bûne pêşkêşî kir û heman demê de ji bo piştgiriya berdewam ya ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê spasî Kongresmen Chris Stewart kir.

Back to top button