Cîhan

Piştî 34 salan kujerê Olof Palme hate eşkere kirin

Serokwezîrê Swêd Olof Palme ji berî 34 sala evarekî dema li gel hevjîna xwe diçû da herê mala xwe , ji aliyê kesekî ve hate kuştin. Kuştina Palme gelek deng veda gelek gotubêjên navdewletî di derbarê kuştina Palmê de hatin kirin.

Gelek kes bi tohmeta kuştina Palmê hatin binçavkirin. Lê tu cara bi zimanek zelal kujerê Palmê nehat diyar kirin. Îro berpirsên ku lêkolinê di derbarê pirsa kuştina Olof Palmê de dikiran derketin li himber medyayê û kujerê Palmê eşkere kirin.

Berpirsên lêkolêna dosya kuştina Palme dirêjahî behsa pêvajoya kuştina Palme kirin û dawiyê de kujerê wî eşkere kirin. Kujerê Olof Palme, Stig Enstrom e û ew bi navê SKANDIAMANNEN dihat naskirin. Lê kujerê Palme îro ne li jiyanê ye û miriye. Ji bo vê yekê jî doza ku 34 sala berdewam e dawî hat û dosya kuştina Palme hate girtin.

Back to top button