Polîtîk

Kurdên Rojava piştgiriya Nêçîrvan Barzanî dikin

Îro 10.06.2020 salek li ser destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî li posta Serokê Herêma Kurdistanê derbas dibe. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Qamişlo spasiya alîkariyên wî dikin û piştevaniya xwe jê re derdibrin û daxwaza berdewamiya hevkariyan ji Nêçîrvan Barzanî dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê di dema salek Serokayetiya xwe hewl daye aliyên Rojavayê Kurdistanê li hevdû nêzîk bike. Mezlûm Kobanê Fermandeyê Giştî yê HSD rola Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ya li vî derbarê de û palpiştiya wî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û nehiştina astengiyên li ber wan de bilind dinirxînin.

Di dema belavbûna Korona jî Serokê Herêma Kurdistanê wekî yekem alî hevkariyê pizîşkî û 20 pizîşkên pispor şande Rojavayê Kurdistanê. Xelkê Rojavayê Kurdistanê li vî derbarî de nêrîna xwe aniye ziman û pirsiyar ji xelkê hatiye kirin, Serokê Herêma Kurdistanê çi bike li sala dûyema Serokayetiyê de? xelk daxwaz dikin li camêrî û destvekiriya xwe ya beramber Rojavayê Kurdistanê de berdewam bê û palpiştiyên xwe de jî berdewam bin.

https://www.rudaw.net/sorani/kurdistan/100620208?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion

Back to top button