Êvariya îro dûşem Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li destpêşxeriyeke nû da, ji bo agahdarbûna li rewşa jiyana welatiyan, haştaga #lêm_bprse belav kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rûpela xwe ya li tora civakiya Facebook postekê bi her dû zaravayên Kurdî û li gel zimanên Erebî û Ingilîzî vekiriye û li ser nivîsiye “hewl didim di demeke nêzîk da li rêya vîdeo bersîva hinek ji pirsiyarên we bidim.”.
Li rêya rûpela Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li facebook û Înstagram hemû kes dikarê pirsiyaran li Serok Wezîr bike û bersîvên xwe werbigre.