Nivîsar

Nirxên civakê û helwesta me

Nirxê ku piranîya civaka Kurd bawerî pê tanî û parçeyek herî pîroz ji bedena civaka Kurd bû, ji alî kadir û rêvebirên partîyên Kurd ve wek kevneperestî û paşverûtî hat hesibandin û heta radeyekê dijminatîya wê hat kirin.

Nûrî Çelîk

Millet yan netew ji yekîneya nirxên pîroz pêk tên, bi hebûn û paraztina wan nirxan li ser lingan dimînin. Nirxên netewî û giyanî ji bo milletekî nirxên herî pîroz in. Xak, ziman, çand, tore, ol û bawerî nirxên hebûn û zindîbûna milletekî ne. Milletekên ku xwedî li nirxên xwe derketine hebûna xwe paraztine. Yên ku xwedî lê derneketine ji dîrokê rabûne û wenda bûne. 

Milletên ku nirxên xwe, mezinên xwe, ziman, dîrok û çanda xwe di mejî û bedena zarokên xwe de meyandine û ew bi wan nirxan mezin kirine, jiyane û zînde mane. Ji ber nifşê ku wan nirxên pîroz biparêzin û bi pêş de bibin nifşê nû ye, zarok, xort û ciwan in, her millet giranî û girîngîyê dide zarok, xort û ciwanên xwe û wan ji bo pêşeroja netewa xwe amade dikin. Milletên xwedî dewlet bi perwerdeya dibistanê, milletên bindest û bê dewlet jî li gor derfetên civaka xwe, bi serpêhatî, zargotin, stran, ziman û hemû toreyên heyî hewl didin hebûna xwe biparêzin. Dîrokê daye xuyakirin, milletên ku xwedî li nirxên xwe yên pîroz derneketine û nirxên xelkên biyanî teqlîd kirine ji dîrokê wenda bûne. Ji ber vê; kes, hêz yan dewletên ku dixwazin milletekî ji holê rakin, di serî de dest davêjin exlaq, bawerî û nirxên netewî yên wî milletî û ji hindur de wî milletî ji hev tar û mar dikin. Ji ber vê sedemê, di vê çarçovê de perwerdekirina zarok, xort û ciwanan pir girîng e. Dûrketina ji exlaq, tore û çanda netewî dûrketina ji hest û hizra netewî ye û ev yek jî rê ji asîmîlebûnê, ji hest û hizrên biyanî û xeter re vedike û xort û ciwanan davêje hembêza dijmin. 

Gava em dên û bala xwe bidin dîroka milletên din,  împaratorî yan dewletên din, emê bibînin ku wan bi du nirxan hebûna xwe paraztine û li ser lingan mane. Yek jê qewmîyet û ya din jî ol e.  Îro ji welatên pêşketî bigrin heta bi qebîle û ezbetên Afrîkaya paşdemayî hebûna xwe li ser esasê van herdu nirxan paraztine. Heke em li dîroka berxwedan û şoreşên Kurdistanê binerin, emê bibînin ku kesên serkêşî û rêberîya wan serhildan û şoreşan kirine bi hêz û hişmendîya van herdu nirxan, ango bi hişmendîya qewmîyet û bawermendîyê dest bi şoreşê kirine (PKK ne tê de). Yanî, qewmîyet û ola xwe bi hev re meşandine. Olperestîya wan di pêşîya doza qewmîyeta wan de nebûye asteng.

Vemirandin û têkçûna serhildan û şoreşên Bakurê Kurdistanê û hişyarîya piştî salên 60î, li gor şert û şirûtên cîhana nû bi xwe re helwestek nû xist nav hişmendîya tevgera Bakurê Kurdistanê. Hişmendî û helwesta çepîtîyê piranîya kadir û rêvebirên rêxistin û partîyên Kurdistanî ji nirxê bawermendîya olî dûr xistin. Nirxê ku piranîya civaka Kurd bawerî pê tanî û parçeyek herî pîroz ji bedena civaka Kurd bû, ji alî kadir û rêvebirên partîyên Kurd ve wek kevneperestî û paşverûtî hat hesibandin û heta radeyekê dijminatîya wê hat kirin. Hişmendîya çepîtîya enternasyonal jî wek dijberîya bawermendîya olî ji berjewendîyên Kurd û Kurdistanê dûr ket û ji civaka Kurd re bû biyanî. Evê yekê piranîya civaka Kurd brîndar kir, ew ji tevgera azadîxwaz a Kurd dûr xist û berê civaka Kurd da xefik û kemînên ku dijmin li ser navê Kurd û Kurdistanê li pêşîya wan vedabûn. 

Îro em bixwazin yan nexwazin, hez bikin yan nekin, piranîya civaka Kurd oldar û bawermend e. Çi Kurdên sunnî, çi Kurdên Êzdî û Elewî bin, hemû jî ola xwe wek nirxek pîroz dibînin û bi wê olê xwe li dora hev kom dikin. Dijberî û neyartîya ol û bawerîyên civaka Kurd ji zirarê pê ve nedaye û nade tevgera azadîxwaz. Dûrketin û dijberîya ol û bawerîyên civaka Kurd kês û fersendek mezin da dagîrker û xizmetkarên wê. Dagîrker û xizmetkarên wê dest avêtin vê valahîya ku partîyên Kurd nikarîbûn dagirin, ev yek ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîn û Kurdên bawermend bi terîqet û partîyên xwe ve girêdan. Bi vî awayî li ser navê olê ruhê Kurdên bawermend kelemçe kirin û ew ji bîr û hizrên netewî dûr xistin. Herdu nirxên ku milletan li ser lingan dihêlin, ango qewmîyetî û ol ji destê Kurdanderxistin û wek hizra çepîtîyê enternasyonal hizra ummetê ji wan re kirin xala sereke. 

Bi kurt û Kurmancî; tevger û partîyên ku ji îro û pê de bên damezirandin divê nirxên civaka Kurd li ber çavan bigrin û li gor wê gavê bavêjin. Rê û rêbaz, destûr û bernameyên ku ne li ser esasê nirxên civakê bin û berjewendîyên civakê nehewînin, wê serketina wan ji serketina rêxistin û partîyên berê ne zêdetir be.

Back to top button