
Cenazeyên 15 koçberan li Derya Spî, li peravên Tûnisê hatin dîtin. Hat destnîşankirin ku cenaze ji ber dirêjahiya di behrê de mane deforme bûne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Tûnisê, hat destnîşankirin ku cenaze ji ber mayîna wan a dirêj a di behrê de deforme bûne û li gorî lêkolînên ewil cenaze yên kesên ji Afrîkayê yan jî ji welatên din in.
Welatên li bakurê Afrîkayê yên wekî Tûnis û Lîbyayê ji bo koçberan ên ku dixwazin bi qaçaxî di ser Deryaya Spî re xwe bigihînin Ewropayê wekî xalên derketinê têne dîtin.
Wezareta Karên Hundir a Tûnisê ragihand ku di sala 2021’an de 20 hezar û 616 koçberên neqanûnî hatine binçavkirin ku 10 hezar û 371 ji wan ji Afrîkaya bin Sahrayê ne.