Sê xweşmêr dixwazin serdana Demirtaş bikin!

Parlementerên berê yên HDPê Ahmet Turk, Sirri Sakik û Sirri Sureya Onder hewldidin  herîn Edirne û Kandira serdana Demirtaş û hinek girtiyan bikin. Ji bo vê yekê serî li wezareta navxwe dane.

Li hêja nayê zanin ka dê rê bidin wan yan na. Piştî ev yek ji aliyê medyayê ve hate zanin rojnemevana sedema daxwaziya wan ya serdana Demirtaş pirs kirin.

Ahmet Turk ji vê pirsê aciz bû û bertek nîşanda. Di bersiva Xwe de jî dibêjê ku; “Em ji bo pirsgirêkê naçin. Em ê tenê biçin serdana hevalên wwe yên kevnar, Selahattin Beg û Selçuk Beg bikin. Li wir pirsgirêk tune. Lê çapemenî û, hinek hewl didin ku vê yekê mezin bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: