Nirxandinek li ser pêvajo û lêgerînên nû III

Tê dîtin ku êrîşên ramanî di hişmendiya me de bûne sebebê nezelaliyan. Herwerê wan di hişmendiya me de qulên reş vekrine. Êrîş ew çendî bihêz in ku armancên stratejîk û taktîkên bingehîn ên siyaseta kurd serobino dike. Bêşik ev şêwe siyaseta tirk teqabûlî stratejiya wê ya nû dike. Ev stratejî entegrasyona miletê kurd dide ber xwe. Stratejîstên tirk bo serketina vê stratejiyê, êrîşên piralî tînin ser hişmendiya me. Armancên van êrîşan; ji aliyekî amadekirina şert û mercên ramanî yên entegrasyonê ne, li aliyê dinê têkbirina tevgera kurd ya ramanî ye. Eşkere ye, tevgereke xwedî armanc û ramanên ne zelal, tevgerek  ji aliyê armanc û ramanan de di çarçoveya konsepta stratejiya tirk de, nikare doza miletê kurd bibe serî.

Tevegereke dewletbûnê ji xwe re neke armanc, tevegereke ji bo miletê kurd statuyekê, mafên kolektîf ên miletê kurd ji xwe re neke armanc, tevegereke dewleta tirk dewleta dewleta xwe, Tirkiyeyê welatê xwe bibîne, wê çewa di stratejiya bidestxistina mafên miletê kurd de biserkeve, wê çewa pêşî li stratejiya entegrasyona miletê kurd bigre? Zelal e ku em çendî zorê bidine xwe jî em ê nikaribin bo van pirsan bersîvên êrênî peyda bikin.

Bêguman pirseke bingehîn ya tekoşîna netewî ya rizgarîxwaz her, şêwe û awayên xebat û tekoşînê bû ye. Îro jî ev pirs bi hemû giringiya xwe li ber me ye. Di dereceya îdîaya dawî li serdema dewletên neteweyî hatiye, îdîya dawî li serdema şer û şerên rizgariyê hatiye jî tê kirin. Ev her du îdîaya jî parçeyek ji stratejiya nû ya miletên serdet in û armanaca wan pêşiyê lawazkirin, paşê pûçkirin û axirê entegrekirina grûb, gel û miletên ji mafan bêpar in.

Çewa îdîaya dawîlêhatina serdema dewletên neteweyî nerast be, wilo jî dawîlêhatina serdema şer û şerên rizgarîxwaz jî ne rast e. Helbet divê jê vê tesbîtê neyê fêmkirin ku her pirsa bûye konfilîkt pêwist e bi şer bê çareserkirin. Fakt rewşê berbiçav dikin ku bikaranîna şîdetê û şer bileksê îdîayê, îro erdnigariyeke gelekî fireh daye ber xwe. Lêkolînerên aşitiyê di wê baweriyê de ne ku di dîroka mirovahiyê ya ketiye bin qeyd û zebtan, ji bilî her du şerên cîhanê, ta niha him ji aliyê konstanrasyon û him jî aliyê berfirehiyê, cîhan nebûye qada şerên ewqas ber fireh û dijwar.

Prof.Christiana Lemke di pirtûka xwe ya bi navê Internationale Bezihungen (Pêwendiyên navnetwî) de, li seranserê cîhanê 345 pirs û konflîktên şer li ser wan tê meşandin binav dike. Hejayî gotinê ye ev hejmar ya sala 2008ê ye ji wê salê virde şerên dinê jî li ên heyî zêde bûne. Lemke, sebebê van şeran weka sebebên etnîkî, olî, jinûve parvekirina dewlemendiyên binerdî ên weka petrol û enerjiyê, bêedaletî û sitemkariya dewletan nîşan dide.

Xwedanê xelata aşitiyê ya Nobelî, di banga xwe ya bo dawîlêanîna şer û şîdetê de yek ji sebebê herî girîng yê şer û şîdetê neçareserî û bêdadiya di pirsên tenîkî û olî de binav dikin.

Sîstem û dewletên serdest, siyasetên xwe bi serdestiya hêzên xwe ên leşkerî, hêzên ewlekariyê û şîdeta dewletî dimeşînin. Sînor û çarçoveya meşrûtîyet û nemeşrûtîyetê jî ew destnîşan dikin û ji herkesê bi sîtemên wan re nelihevhatî daxwaza dikin ku di nava vê çarçoveyê de tev bigerin. Yên di nava sînorên ji aliyê wan destnîşankirî tevnagerin re bi terorîstî, cudaxwazî û xêrnexwaziyê binav dikin.

A ku dê karekterê xebat û tekoşîna me taîn bike helwest û pozisyona dewleta tirk e

Yek ji mijarên girîng a tevgera azadî û rizgarîxwaz, mijara awa û şêweyên xebat û tekoşînê û pirsa rêxsitineke çewa ye. Hem hema hemû tevgerên siyasî yên Kurdistana Bakur hetanî destpêka salên 1990î ne li gorî yasayên dewleta tirk bûn û ji ber vê yekê jî weka rêxistinên îllegal dihatin binavkirin. Tê zanîn ku ev rewş ne tercîha kurda bû.

Qanûnên Tirkiyeyê li ser qedexeyên hebûna nasnameya kurd, bikaranîna nav û sembolên miletkê kurd hatibûn avakirin. Li Tirkiyeyê avakirina partî an rêxsitibeke bi navê û kurd an Kurdistanê, bi programên daxwazên miletê kurd jî xwe qedexe bû. Sebebê damezrandina rêxsitinên neqanûnî, encamê siyaseta dewleta tirk û qanûnên wê ên qedexeker bûn.

Berbiçav e ku him li cîhanê û Tirkiyê û him jî li Kurdistana Bakur rewş ne rewşa salên 1960- 70yî ye. Guhertinên li cîhanê li ser Tirkiyeyê jî guhertin ferz kirin. Kêm cara hatiye dîtin ku dewlet, siyaset û burokrasiya tirk bi dînamîkên xwe guhertinên hiqûqî, siyasî û sosyal pêk anîne. Îro dewleta tirk bi gelek sazî û dazgehên xwe li gorî serdema nû xwe reorganîze dike. Lê ta niha di pirsa kurd û Kurdistanê de, diyardeyên ku tirk bo çareseriyeke li ser hîmê heqaniyetê amade ne, nayên dîtin.

Bi baweriya min; pirsên rêxistineke çewa, xebat û tekoşîneke çewa bi pirsa karketera dewleta tirk, helwest û pozisyona wê li Kurdistanê girêdayî ye. Gelo dewleta tirk di heman demê de dewleta kurda ye jî? Hebûna dewleta tirk û serweriya wê li Kurdistanê bo me çi ye? Em ê têkiliya navbera dewleta tirk û Kurdistanê çewa binav bikin? Bersîvên van pirsan dê stratejiya tekoşînê, vizyon û konsepta xebata birêxistinî jî taîn bikin.

Helbet nikare bê îdîakirin ku hemû tesbîtên siyasî û stratejîk ên salên 19070yî rast û di cîh de bûn, lê hemû jî ne şaş bûn. Pirs ev e; gelo rastiya dewletên ku welatê me parçe kirin û bê riza miletê me, welatê me kirin parçeyek ji serweriya welat û dewletên xwe guhertineke em karibin bêjin dawî li vê rewşê aniye, pêk hatiye an na. Pirsa bingehîn û taînker, pirsa miletek welatê wê dagirkirî ye. Heke ev rastî hê li ber çav bin, heke em di wê bawerî û qenaetê de bin, mafê miletê me heye weka her miletekî çarenûsa xwe bi xwe taîn bike, pêwist e vizyon, stratejî û konseptên siyasî li vê gorê bin.

Ne hewceyî gotinê ye ku tevgera kurd divê xwe li gorî şert û mercên nû ên cîhanê, ên herêmê û welat organîze an reorganîze bike. Bi qasî em pê dizanin tevgerên kurd hê ji salên 1960 û vir de xebata legal înkar nekirine û meşandine. A ku li hemberî xebatên legal, qanûnî û demokratîk bêtehamul bûye, her dewleta tirk e. Îro  welê tê qebûlkirin ku şert û mercên xebata legal kamiltir bû ne. Bêşik tevgera kurd divê heta derfet hebe di vê qadê de be. Lê xebata eşkere, sivîl û demokratîk tenê ne ev xebat qanûnî ye. Sînorên xebatê divê ne destdana qanûnan meşrûtiyeta daxwazên me taîn bike.

Dewleta tirk di van salên ku ji aliyekî rê li ber xebata siyasî ya legal vedike, ji aliyê dinê ve bi her awayî dibe dewleteke zorbaz. Roj tune ku polîsê tirk li kolan, meydan û sikakan şîdeteke bêperwa li hemberî mixalifan bikar neyîne.

Divê em pirsa bisînorkirina hemû xebatê di qada legal de tevî rîskên wê minaqeşe bikin. Dewlet çiqasî vekerî û şefaf e, MIT û îstîxbaratên eskerî û emniyetê çi karî dikin, Kitêba Sor çi ye? Hebûna bi sedhezaran leşkerên tirk, bi hezaran leşkegehên ordiya tirk li Kurdistanê bo me tê çi wateyê? Tevgera kurd dê çewa li hemberî van hêzên xwedî dîrok û paşerojeke bixwîn û qirêjî, xwe û doza xwe biparêze? Ev pirs hemû hewceyî ronîkirinê ne.

Têkiliyên bi sazî û dazgehên dewletî pirseke din ya girîng e. Pêwendiyên bi dewleta tirk, sazmendiya dewleta tirk li Kurdistanê ew çendî bihêz û piralî ne ku em nikarin bo civaka kurd sînorên zelal diyar bikin. Pozisyona me li hemberî eskeriyê, mamûriyetên payebilind dê çewa be, divê bi bergeheke kurdewarî bêne ronîkirin. Rastî ev e ku bi sedhezaran kurd mamûrê dewleta tirk in, salane bi dehhezaran ciwanên kurd diçin eskeriyê. Lê gelo ne pêwist e ku bo kadroyên birevberên tevgera kurd helwestek bê tarîfkirin?

Fûtbollîsê îrlandî Roy Kean di dema maçeke di navbera Îrlanda û Fransayê de bi Patrick Viera’yê bi eslê xwe senegalî lê bo tîma netewî ya frensî dileyiz re, li ser pozisyonekê xirecir dike. Maç li Fransayê tê leyistin, Viera xirecirê dirêj dike. Kean dibêje wî: ‚ Heke tu zilam bûya te yê ne ji bo Fransaya te û miletê te kir kole, bo welatê xwe bileyista.‘ Helbet gotin ne bo bi milyonan kurdî ye, gotin bo  rewşenbîr, siyasetmedar û dozakarên doza kurd û Kurdistanê ye.


Giringiya Sembolên netewî û bikaranîna wan

Sembol ji gotina yûnanî symbolon-wêneyê hiş-tê. Însanan beriya bi hezaran salan sembol bikar anîne. Sembol ji pêwistiya xwebinavkirin û xwe ji yên dinê cudakirinê derketiye. Di serdemên beriya zayîna Îsa bi çend hezar salan, sembol weka alavên têkilî û pêwendiyê jî hatine bikar anîn û însan an li dora xwe civandine an ji xwe bidûr xistine. Ji aliyê dinê sembol bûye nîşana maneviyeta hevbeş. Bi peydakirina alavên xweorganîzekirinê ên modern, ên weka împaratorî, mîrantî, dewlet, rêxistinên siyasî û civakî û bi taybetî ên olî sombol bêtir derketin pêş.

Sembol, rêbaz û alavên destnîşankirina bawerî, nasname û ramanca ne û di wan de hevbeşiyên kolektîf civiya ne ku bi gotinan nayên tarîfkirin. Îro çi milet nîne ku sembolên wê ên netewî nîn bin. Di serdema modern de sembol, têkiliyên kompleks ên dewlet, sazî, ol û welatiyan jî di xwe de îfade dikin. Sebeb ev e ku her dewlet xwedî al û rengên taybet in. Olên  ku rola wan ya di nava civakê de her diçe zêde dibe, xwedî sembol û reng in. Ola xirsitiyan Xaç ji xwe re kiriye sembol. Bi xaçê zilma li ser xiristiyanê û jiyana bimirin di hişê însanan de cîh digre. Rengê îslamê kesk e.

Li gelek welatên musliman li gel rengê kesk, heyv jî weka sembol tê bikaranîn. Budîst, peykerê Buda, êzîdî Tawis weka sembol bikartînin. Sor, rengê sazî, partî û rêxsitinên çep e.
Ji ber vê yekê ye ku sembol derheqê nasnameya meriv de jî fikrek didin. Sebeb ev bû ku çaxê Astronotê pêşî gav avêt ser Heyvê ala amerekî çikand. Hilkêşerên çiyayan ji heman sedemê gava dertên ser çiyayekî bilind, alaya welatê xwe li noqeteya herî ya bilind diçikînin.

Bêguman ji bo hin miletan hin mirov jî dikarin bibin sembol.Mustafa Kemal Atatûrk ji bo tirka sembol e. Ho Chi Minh ji bo vîetnamiyan sembol e.Seddam Huseyîn bo dewrana deshilatiya Beasê sembol bû. Jiber vê yekê jî dema amerîkî ketin Bexdayê weka sembola dawîlêanîna dewrana Baasê, peykera wî anîn xwarê.

Helbet sembolên miletê kurd yên ji dîrokê tên û xwedî kokên kûr jî hene. Roj û agir sembolên kurda ne û ji baweriya pêşî ya kurdan tên. Ev her du sembol têkiliya kurdan bi ola Zerduştî û ezdîyatiyê berbiçav dikin. Kesk, sor û zer rengên netewî ne. Di ala ku ji destpêka sedsala 20.û vir de tê bikaranîn, tevî van rengan rengê spî û roj jî heye. Ev al êdî ne ala vê an wê grûbê ala kurd e. Newroz, semboleke dinê ya miletê kurd. Sirûda netwî ‘ Ey Raqîb’ semboleke netwî ye. Roja bidarvekirina serok û lehengên doza kurd û Kurdistanê sembol in. Şêx Seîd, Dr. Fuad, Seyid Riza, Elî Şêr, Qadî Mihemmed, Mistefa Barzanî, sembol in. Ên weka, Leyla Qasim, Mazlum Dogan, Mahsun Korkmaz, Necmettîn Buyukkaya, Urfan Alpaslan, Ferîd Uzun, Wedat Aydin leheng in, rojên tê de hatine kuştin dikarin bibin sembol.

Bêguman civaka kurd jî ji çîn û kategoriyên cuda yên civakî, sosyal û siyasî pêk tên. Partî, sazî û rêxistinin siyasî, sosyal û civakî dikarin girseyan li dora xwe bicivînin û wan bo armancên xwe mobîlîze û motîve bikin. Lê li cîhanê tu rêxistin, sazî an jî partî tune ye ku karibe miletekî li dora xwe bicîvîne. Ev sembolên netewî dikarin ji her çîn û kategoriya civakî jin û mêran, keç û xortan, kal û pîran, biçûk û mezinan li dora xwe bicivînin û wan ji bo armancên netewî mobîlîze û motîve bikin. Jiber vê yekê pêwist e di her şert û mercî de sembolên sereke – Kurdistan, al û sirûda netwî- bêne bikaranîn û ên dinê jî her di hişmendiya netewî de xwedî cîhek girîng bin û li gorî şert û mercan bi şêweyên heqkirî bêne bibîranîn an pîrozkirin.

Em tev dizanin ku tirk û dewleta tirk jî xwedî sembol in. Ne hewceyî gotinê ye ku ew ne sembolê me ne. Hebûn û bikaranîna wan sembolan li welatê me û li dervayî welatê me, hestên cuda ji me re çê dikin. Hestên meyî dema em ala tirk li ser bircên Amedê dibînin û hestên meyî dema em wê li Stenbolê hildayî dibînin ne yek in. Heta ku dagirkeriya dewleta tirk li Kurdistanê dom bike, sembolên dewlet û miletê tirk nîşanên dagirkeriyê û tevkujiya ne û kurd divê van sembola jibinî ve red bikin.

Heya em ne mecbur in ji sembolên nîşana dagirkerî ye re hurmetkar bin jî. Li jor me pêvajoya nû weka pêvajoya entegrasyona miletê kurd binav kir. Bêşik dê stratejia entegrasyonê êrîşî sembolên me ên millî jî bike. Ev pêvajo wê sembolên tirka weka sembolên hevbeş dîne ber miletê kurd û bikaranîna wan li ser miletê me ferz bike. Di vê mijarê de jî refleks û hişyariyeke mezin divê.

Şefîq PÊŞENG

Nerîna min :