Tevgera Ciwanên Kurdistan

Tevgera Ciwanên Kurdistan (Bername)

Tevgerên siyasî an bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî an jî bo bibin perçeyek ji siyaseta heyî derdikevin holê.

Nabe mirov ji tevgerên ku bi siyaseta heyî re tu pirsgirêkên wan tunebin û armanca wan ji bo xwe cih dîtin be bibêje nû. Wê çaxê ê nû dibe grubek ku tevlî têgiha siyasî ya heyî dibe. Nûbûna têgihê û tevlîbûna kesên nû ya têgiha heyî tiştên ji hev cûda ne.

Tevgerek xwedî têgihek nû be, bi îdiaya ewê bibe cihê çareserkirina pirsgirêkên civakî ku hêzên polîtîk yên heyî nikarin çareser bikin. Ji ber vê yekê divê bi têgihên polîtîk yên heyî re biberisin û ji wan pêşketîtir bin.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistan, ji ber hewcedariya civakê derketin holê. Hewcedariya civakê, tunebûna hêzek polîtîk e ku mafên netewî yên Kurda bê dudilî biparêze. Pirbûna hêzên ku xwe wek tevgerên Kurda binav dikin naye wateya ku ew tevgerên netewî ne.

Taybetmendiyên Tevgerên Netewî

Nabe ku azadiya netewek bindest beyî serxwebûna wî bê fikirîn. Ji ber ku bo netewên bindest merca ewilîn ê azadiyê, serxwebûn e. Azadiyên ku ji vê mercê destpênekin ancax bi azadbûna ferdî û çandî bimînin. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku mirov azadiyên bi vî rengî wek azadiya netewî binav bike.

Wek tevgerên netewî binavkirina tevgerên ku daxwaza wan ên azadiya netewî yanî dewletbûna Kurda tuneye, bi zanetî berevajîkirina rastiyan e. Îro li bakûrê Kurdistanê ‘bi zanetî rastiyan berevajîkirin’ bûye tibîatek polîtîk a xwezayî.

Di encam de, tu tevgerên ku daxwaza wan ê dewletbûnê tunebe û ji bo vê yekê tênekoşin nabe ku wek tevgerên netewî bên binavkirin.
Hilbijartina 12ê Hezîranê û Wendakirina Meşrûiyetê.

Li bakûrê Kurdistanê têgiha ku hêza serdest e, him di gotinên xwe û him jî di pratîka xwe bi dehan cara diyar kiriye ku ne hêzek netewî ye. Çend mînakên wî yên berbiçav ev in ku ji bo hêzên dewlet dixwazin dibê “kevneperest”, bi çavên dijminatiyê li destkeftiyên Başûr dinêre, xwedî li ala dagirkeran derdikeve, Mîsak-i Mîllî yê ku armanca wê berfirehkirina dakirkeriya li ser axa Kurdistanê ye diparêze.

Di hilbijartina 12ê Hezîranê hema hema hemû hêzên polîtîk ên Kurd ku ji derveyê têgiha serdetsin, bûn perçeyek projeya entegrasyonê ya têgiha serdest.

Îro tevlî têgiha ku “ser navê Kurda” tevdigere lê guhê xwe nade mafên netewî yên Kurda û biryar daye bibe “Pariyek Tirkiyeyî”, hemû hêzên polîtîk ên ku vê têgihê fihêl dikin, di qada netewî de meşrûiyeta xwe wenda kirine. Ji ber vê yekê derketina têgihek netewî ku tu car nebûye perçeyek projeya entegrasyonê û ewê nebe, çarenîn bûye. Tevger, di van mercan de derketiye holê û armanca wî ewe ku vê valahiya ku di qada netewî de derketiye holê dagire…

Armanc

Mafê dewletbûnê ya Kurdistana ku ji aliyên dewletên dagirker hatiye perçekirin, ji sed salî zêdetire hatiye çopandin. Armanca tevgerek Kurdistanî hewceyê nîqaşê nake û eşkere ye.

Ev armanc, bidestxistina mafên netewî ye, yanî dewletbûn e. Tevger, li hember gavên demokratîk helwestek erênî nîşan dide. Di heman demêde mafê dewletbûnê yê ku armanca bingehîne nake mijara nîqaşê, bê dudilî diparêze û nahêle gavên demokratîk di pêşiya dewletbûnê bibin asteng. Li ser mafê dewletbûna Kurda ku serjimara wan ji çil milyonê zêdetire nîqaş kirin û li ser dibetî yên din axaftin ji bo Kurda/Kurdistanê heqaret e.

Tevger xwe wek berdewama “Komela Hêvî ya Xwendekarên Kurd” dibîne. Armanca wî ewe ku tiştên Hêvî di çaryeka ewil ê sedsala 20an de kiriye, ew jî îro bi têgihek birêxistinbûnê ya nû bidomîne.

Tevger, bal dide têvelbûna çand û baweriyên Kurdistanê. Nêzîkbûna wî yê hemû çand û baweriyan wek hev e û ji bo hemû çand û bawerî xwe bi awayekî azad bînin ziman û bi cûdahiyên xwe bijîn çi bar bikeve ser milên wî ewê bê dudilî bîne cih.

Birêxistinbûn

Teknolojiya ku pêş ve diçe, têkiliya di navbera asta zanistî û temenê mirovan bê wate dike. Ji ber vê yekê bingeha têgiha birêxistinbûna Tevgerê, ji holê rakirina têkiliya rêvebir û xebatkaran ku têgiha birêxistinbûnên klasîk e û bi hevre xebatkirin e.

a-Di vê têgiha nû de, ji ber ku tu wateya wan nemaye û di pêşiya xebatan de asteng in; dezgehên wek serwer, şef, serok cih nagirin. Ji dêvla nol û dezgehên ku hin kesan mezintir dikin û piraniyê biçûk dixin, kêm dibînin; ewê nolên wek berdevk, nûner û dezgehên ku di navbera şex û qomîteyan de koordînasyonê pêk bînin bên bi kar anîn.

b-Hemû kesên ku armanca wan serxwebûna Kurdistanê be û rêz li kar û xebatên navxweyî digirin, perçeyên xwezaî yên Tevgerê ne.

c-Heta ku îdeolojî, lênerîna cihanê, bawerî an bêbawerbûna wan perçeyan nekevin pêşiya armanca dewletbûnê, ji bo me tu pirsgirêk tune ye.

d-Ew perçeyên xwezayî wê bixwe biryar bidin ku wê têkariyek çawa li Tevgerê bikin.

e-Ferdên di nav Tevgerê xeynî xebat, hewldan û çalakiyên xwe yên bi Tevgerê têkildar, wê bixwe biryar bidin ku ewê çawa bijîn.

f-Tevger, sazîgêrên ku di birêxistinbûnên klasîk de her berdewamin û di bin navê rêzkariyê jiyana mirovan dager dike û mirovan qontrol dike, red dike. Ji ber ku Tevger, ji dêvla têkiliyên birêxistinbûnên bastanî ku têkiliyek cemaatî ye, têkiliya takekesên azad a bidilî dipejirîne.


Yekîtî, Piştevanî û Neramankirina Berjewendiyên Ferdî/Rêxistinî

Dewlet, bi polîtîkayên xwe yên ku bi 12ê Îlonê da destpêkirin ne bi tenê bû sedemên xesarên bûjenî. Di heman demê de bû sedema gelek xesarên fikr û ramanî jî. Yek ji van xesaran jî, şistbûna têkiliyên bawerî di nav mirovan de ye.

a-Armanca Tevgerê ewe ku têkiliyên di nav ciwanên Kurd û gelê Kurd de ku xesar dîtine, ji nû ve biselihîne. Ji ber vê yekê di nav hewldanek taybet de ye ku ji bo têkiliyên li ser baweriyê avadibûn ku berê hebû lê niha ji holê hatine rakirin pêşde bibe.

b-Tevger dixwaze têgiha ku gel bê dudilî mala xwe veke, hezkirin û piştgiriya xwe kêm neke û li her yekî wek zarokên xwe xwedî derkeve ji nû ve û bi bijûntir vejîn e. Ji ber vê yekê ji bo ku gel bi me bawer be, emê bi tevgerên xwe, bi awayên têkiliyên xwe, bi xebatên xwe di nav hewldaneke taybet de bin.

Em zanin ku ji bo gel bi me bawer be divê em pêşî di navbera xwe têkiliyek xwişk û biratî, bivac, ku li ser bingeha hevûdu parastinê û piştgirî dayinê ava bikin. Ji ber vê yekê divê wek ku berê jî hebû têgihek fedakarî, jiyana hevalê xwe ji ya xwe girîngtir dîtin û bi xwişk û biratî lê xwedî derketin hebe.

c-Tevger, têgihek ku li derveyî ramankirina berjewendiyên ferdî/rêxistinî, ji fikarên ferdî dûr û navenda wî mirov be (bi taybetî jî hevalên hev ên têkoşînê) dide destpêkirin. Siyaseta bêrewişt red dike û armanca wî avakirina siyasetek bi rewişt e.

d-Tevger, siyaseta ku li ser binpêkirina maf û jiyana mirovan hatiye avakirin red dike û di siyasetê de ne raman û navdarbûna takekesan, aqilekî hevbeş derdixe pêş.

Awayê Têkoşînê

Heta ku li Kurdistanê dagirkerî bidome, hemû awayên têkoşînê ji bo Kurda rewa ye. Cihana ku diguhere, têkoşîna biaqilî, demokratîk û legal derdxistiye pêş. Lê dibe ku merc biguherin û hewce bike rêyên din ên têkoşînê bên bikaranîn. Ji ber vê yekê beyî ku şaşiya teqezkirina rêyekê tenê bê kirin, têgihek ku ji hemû rêyên têkoşînê re vekirî ye hatiye pejirandin.

a-Tevger, bi zanîna cûdahiya di navbera legal û zagonî tevdigere û armanca bûyîna partiyeke zagonî şaş dibîne. Ji ber ku partiyeke zagonî, tê wateya rewakirina zagonên mêtingeran. Xeynî wê partiyek zagonî, xetera cih girtina di parlamentoya mêtingeran di nav xwe de dihewîne. Ji bo niha pêşane ya me têkoşîna demokratîk û legal e.

b-Di têkoşîna me yê demokratîk û legal de, karê me yê bingehîn ewe ku em di hemû platforman de û di hemû şert û mercan de daxwazên herî tundaw bînin ziman.

c-Têkoşîna netewî bê hêma û nirxên netewî nabe. Ji ber vê yekê Tevger, parastin, domkirin û perisandina hêma û nirxên netewî di hemû qadên jiyanê de û bi cih kirina wan ya di nav gel de wek berpirsyariyek dibîne. Li gor vê pêwistiyê jî, di hemû çalakiyan de pêşaniya wî Ala Rengîn û Ey Reqîp e.

Wekî din Tevger, hemû rêberên Kurd ên ku di têkoşîna netewî de çûne ser dilovaniya xwe bi rêzdarî bibîr tîne û li kelepora wan xwedî derdikeve. Di vê mijarê de eşkere dike ku di rêça Mele Mistefa Barzanî de, ku bi hişmendiya xwe yê netewî û bi pratîka xwe derdikeve pêş û jiyana xwe bi têkoşînê derbaskir, dimeşe.

Bi kurtasî, armanca me ewe ku tundrawbûna ramanî di qadên legal û bi awayên demokratîk biparêzin û em divê armanca xwe de hêma û nirxên netewî derdixin pêş.

Başûrê Kurdistan û Perçeyên Din

Em bêyî ferd û partiyan, hewldana parastin, perisandin û bi dewletbûnê dawîlêanîna destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wek berpirsyariyek Kurdistanî dibînin. Tevger li hember gefên ku li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bên kirin, parastina wan destkeftiyên Kurdistanî  û di oxira wî de têkoşîn kirinê li xwe wek erkek dibîne.

Tevger li gel parastin û perisandina destkeftiyên Başûr, piştevaniya bi hêzên netewî yên perçeyên din (Rojhilat, Rojava) girîng dibîne û ji bo perisîna hevkariyê di hewldaneke taybet de ye. Bi taybetî jî Tevger girîngî dide pêwendî danîn, perisandin û hevkariya bi tevgerên ciwanan ên netewî û ji bo vê yekê guh nade sînorên sexte û ewê vê hewldana xwe bi awayeke bibiryar bidomîne.

Cihan

Tevger bi çavekî erênî li guherînên ku li cihanê û Rojhilata Navîn didomin dinêre, xwe jî wek perçeyek hêzên ku pêşengiya guherînan dikin dibîne û ji bo bayê guherînan bigihê Kurdistanê hewl dide.

a-Tevgera ku bi çavek erênî li guherînên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê dinêre, li ku derê cihanê dibe bila bibe hemû têkoşînên li dijî dîktatoran nêzîkî xwe dibîne.

b-Tevger dema ku bi hêzên guherînxwaz ên cihanê û yên herêmê dikeve têkiliyê, têkiliya ku hew ji aliyekê piştgirî û erêkirin hebe, red dike.

c-Bi taybetî dixwazin diyar bikin ku, ji tu hêzên ku rêz li mafên me yên netewî negirin em jî rêz li wan nagirin û bi wan re pêwendî danaynin.

Di Ecam de;

Em wek ku di bernameya gelek partî û rêxistinan cih digire û dibe sedema ji hev cihê bûnê, li ser kîtekîtên ku “bila awaya dewletê çawa be” nasekinin. Ji berk u pêşaneya netewek mêtingeh rizgarbûna ji dakirkeriyê ye. Piştî rizgariya ji dagirkeriyê, li gor mercan wê gel bi xwe biryara vê tiştî bide.

Em wek Tevger dixwazin ku dema Dewleta Kurdistanê ya serbixwe ava bû, xwedî rêvebiriyek demokratîk be ku; hemû bawerî û îdeolojî fikr û ramanên xwe bê asteng bînin ziman, xwe birêxistin bikin û tu îdeolojî û bawwerî li ser ên din zordestiyê neke.

Her wiha dîsa em wek ku di bernameyên gelek partî û rêxistinan cih digire, cih nadin kinêzetên distûran. Ji ber ku Tevger, digeliya bidilî ya takekesên azad e ku karin biryarên xwe bi xwe bidin. Ji ber vê yekê em baweri ku ewê her ferdek berpirsyariyên xwe bi awayekê bidilî bîne cih.

Tevgera Ciwanên Kurdistan

Nerîna min :