Kultur

Nêçîrvan Barzanî bi serkeftina Perwaz Hisên kêfxweş e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo hunermenda kurd diyar kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji Xendan re got:

          Her ji destpêkê Nêçîrvan Barzanî piştgirî li xatûn Perwaz Hisên li bernameya Arab Idol kiriye. Her heftî nûçeyên wê dişopîne û bi serkeftin û ew qonaxên wê derbaskirine kêfxweş e.

Ergoşî di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje:

          Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Perwaz Hisên dike û bi rêya torên telefonê rêjeyeke mezin a dengan bi komkirine û piştgiriya serokwezîran roleke mezin di bilindkirina dengên Perwazê  li bernameya Arab Idol de lîstiye.

 

Sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê dibêje ku, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di bernameya heftiya çûyî de li stodyoya Arab Idol li Beyrutê bo diyarkirina piştevaniyê bo keça kurd nîşan bide,  amade bû û Nêçîrvan Barzanî ew yek bi gaveke erênî wesif kir.

Back to top button