Polîtîk

NB: Sîstema îdarî li herêma Kurdistanê sîstemek kevine

Bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, îro li bajarê Hewlêrê civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê salyada damezrandina Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê pîeoz kir û hêvî kir ku, rewşa saxlemiya ma Celal Talebanî serokomarê Îraqê baş bibe ji ber ku, hebûna Talebanî li Bexdayê di vê qonaxa hesas de ya ku Îraqê tê de derbas dibe giringe.

 Serokwezîr got ku, hikûmeta Îraqê komîteyên taybet ji bo cîbicîkirina rêkeftinameya vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmza kirin, pêkanîne  û ev yek jî pêngaveke erênî ye. Serokê hikûmetê got ku, herêma Kurdistanê  li benda hatina Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê ye û ”divyabû ew zîtir bihataye lê belê ji ber rewşa Îraqê hatina wî bo Hewlêrê hat paşxistin.”

 Mijareke din a civnê pirsa biwîlayetkirina Helebceyê bû û di vê çarçoveyê de komîteya amadekirina pirojeyê biwîlayetkirina bajarê Helebceyê ku, ji wezareta navxwe, wezareta pilandanan, wezareta edaletê, waliyê Silêmaniyê û cîgirê serokê dîwana seroaktiya civata wezîran pêk tê, rapora xwe pêkeşî civînê kir û di raporê de meseleyên îdarî, qanûnî û tixûbên wîlayetê hatibûn diyar kirin. Li gor wê raporê Şarezur, Seîd Sadiq û Pêncwîn dê ser bi wîlayeta nû Helebceyê bin. Civîna civata weîzran rapor qebûl kir û razîbûna xwe li ser biwîlayetkirina Helebceyê diyar kir. Li gor destûra Îraqê divê civata wezîrên Îraqê jî qebûl bike Helebce bibe wîlayet û ji bona vê yekê dê gapên pêwîst bên avêtin.

 Di dawiya civînê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, divê wezîr berdewam serdana saziyên ser bi wezaratên xwe ve bikin û ji nêzîk haydarî pirsgirêk û pêdawîstiyên wan bibib û ji bo çareserkirina wan arîşeyan biryarên pêwîst bidin.

 Barzanî tekîd li ser şorkirina desthilatan ji jor û jêr kir û got:

Pirsgirêka serekî û hokarê yekemîn yê dirustbûna aloziyên îdarî li herêma Kurdistanê sîstemê me yê îdarî ye, me sîstemekê îdarî yê xerab heye ku, li ser esasekî kevin û nebaş hatiye avakirin dibê bê reforim kirin.

Back to top button