Yan emê li ser destûrê lihev werin yan jî emê ji hev veqetin
Berpirsê desteya birêveber a polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar, diyar kir ku Talebanî şerê navxwe yê navbera YNK û PDKê daye sekinandin û got: “Ji ber wê jî tu kes qasî Mam Celal xemxurê yekrêziya kurda nebûye.” Mela Bextiyar derheqê destûrê de jî wiha axivî: “Em li ser duriyanê ne, yan emê lihev werin yan jî emê ji hev veqetin.”
Berpirsê desteya birêveber a polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, îşev (04.06.2013) beşdarî bernameya Panorama ya televîzyona Kurdsatê li bajarê Silêmaniyê bû.
Mela Bextiyar behsa çalakiyên pîrozbahî yên salvegera damezirandina YNKê kir û diyar kir, ew şahî û kêfxweşiya ku xelkê di merasimên salvegera YNKê de nîşan dan mîna kêfxweşî û coşa dema Raperîna sala 1991ê bû.
Berpirsê polîtburoya YNKê ragihand ku hinek navendên medyayî bi veşartî xelk ditirsandin da ku beşdarî merasimên pîrozbahiya YNKê nebin lê xelkê ew hemû vala derxistin.
Mela Bextiyar destnîşan kir ku yekrêziya nav YNKê de di asta herî bilind de ye û wiha got: “Ev jî çavkaniya xwe ji hêza YNKê û qurbanî û bedelên ku YNKê daye digire. Ji ber ku YNKê du qasî aliyên din qurbanî daye. Em nehatine ser haziriyê ji ber wê jî em nabin paşko û pêvek.”
Wî berpirsê YNKê li ser şerê navxwe jî kir û eşkere kir, tu kes qasî Mam Celal xemxurê yekrêzî û nehîştina şer li Kurdistanê nebûye û wiha anî ziman: “Ji ber wê jî Mam Celal nameyek ji bo cenabê Mesûd Barzanî nivîsî û got ez îro mêvanê te me. Êdî şer bidawî bû.”
Mela Bextiyar anî ziman ku YNK dê bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bibe û li ser destûrê jî alîgirê lihevhatinê ye û wiha pêde çû: “Li ser mijara destûrê 3 nêrîn heye, ji ber ku opozîsyon dibêje bila destûr vegere parlamentoyê, serokê Herêma Kurdistanê jî dibêje bila bikeve referandumê. Em alîgirê hêla navîn in û daxwaza me ew e ku bi diyalogê lihevhatin pêk were.”
Bi gotina Mela Bextiyar, di civîna beriya niha ya YNK û PDKê de, rayedarên PDKê ji wan xwestine ku digel opozîsyonê bicivin û kêşeya destûrê çareser bikin û da zanîn, ji roja şemiya bê (08.06.2013) dê endamên polîtburoya YNKê li ser vê pêşniyarê bicivin û wiha axivî: “Em li ser duriyanê ne. yan emê lihev werin yan jî emê li hev veqetin. Lê ez hêvîdar im em lihev bên. Lewma divê desthilat û opozîsyon xwe li ber çavan re derbas bikin.”