Minasebeta salvegera damezirandina YNKê berpirsên YNK ahengên bîranînê de peyamên cûda dan. Peyamên berpirsên YNKê di derbarê hilbijartinên Kurdistanê û erêkirina destûrê dê bûn.

Endamê mekteba siyasî ya YNKê Mellê Bextiyar li Duhokê axavtinek kir û di axavtina xwe de behsa vê babetê kir û got: “Peyama min ji bo serokê Herêma Kurdistanê ev e ku guhê xwe bide rexneyên xelkê û bi diyalog û lihevhatina niştimanî destûrê bixe referandumê.”

Bextiyar berdewambûna axavtina xwe de dibêje: “Em hevpeymaniya xwe digel PDKê têk nadin lê emê di mijara destûrê de jî hevsengiya xwe biparêzin.”

Herweha cigirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resul jî di axavtina xwe de dibêje: Divê destûr vegerê parlementoyê.

Serokê berê yê Parlementoya Kurdistanê Edan Muftî ragihand ku, meseleya destûra bingehîn ya Kurdistanê ne meseleyeke tevlîhev e û her tişt zelal û berçave.

Miftî dibêje, ku, projeya destûra bingehîn di warê qanûnî dehemû qonaxên pêwîst derbas kiriye û di çarçoweya qanûnê de hatiye amadekirin û ji aliyê Parlementoyê ve jî hatiye pejrandin û niha maye ku, bikeve referandomê.

Muftî dide xuyakirin, wegerandina destûra Kurdistanê bo Parlementoyê pêngaveke gelek şaş dijî demokrasiye û bi wateye wergirtina mafa dengdanê ji xelkêye.

Ji berî her tiştekî YNK di derbarê destûrê de de û prosesa ku bê pêkanîn de ne zelal e.

Dema ku berbi hilbijartinan ve diçin rexne û şiroveyên têne kirin de YNK qet behsa tevgera Goran nake. Lê bê ku navê Goran bide beşek ji YNKê pişgiriya pêşniyara Goran dikin.

Raste serokê Kurdistanê divê li dûv destûrê herê û guh bide dengê gelên Kurdistanê. Ji bo vê jî li gora destûrê dixwaze ev destûra hatî amade kirin ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bê dengdan.

Lê di rastiya xwe de tişta ku hinek aliyan têxe di nava metirsîyekî de xelkê Kurdistanê û taybetî girîngiya serokê Kurdistanê dide dengê gelên Kurdistanê bi xwe ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: