Salvegera Mîracê pîroz be
Salvegera Mî´raca Pêxemberê Ola Îslamê li hemû hemwelatiyên Kurd û li civata Îslamî pîroz be.
Şeva 27ê meha Recebê, şeveke mîna îşev (05/06/2013) Xwedayê mezin cenabê Mihemed Pêxember vexwendiye ba xwe û pê re axiviye.
Dîsa her di vê şevê de perestiniya nivêjê jî li ser peyrewên Ola Îslamê deman bûye.
Peyvika ”mî´rac” di zimanê erebî de, bi wateya ”nêrdewan”, ”bijorveçûn” û ”bilindibûn” e.
Ev rûdana Mî´racê 17 meh berî koçkirina Pêxember ji Mekê bi bal Medîneyê ve derketiye holê.
Tarîxa ku Pêxember gehaye Medîneyê, li gor hin çavkaniyan 16ê Temûza 622an a Zayînê bûye.
Cenabê Pêxember di vê şevê de ji bajarê Mekeyê li Boraqê (hêstir) siwar bûye û çûye bajarê Qudsê mizgefta Eqsayê, li wirê jî hevraz hilfiriye û çûye Sîdret-ul Muntehayê ba Xwedayê mezin.
Di Qurana pîroz de jî, ji vê çûna bi şevê re ”esra” hatiye gotin û sûretekî Quranê jî her bi vî navî heye.
Di ola îslamê de Mî´rac, ji ber ku nivêj di vê şevê de bûye toreya olî piştî şeva Leylet-ul Qedrê ya herî pîroz e.
Di vê şeva pîroz de bawermend diçin mizgeftan, Qurana pîroz dixwînin, Mewlûda Kurmancî ya Melê Bateyî dixwînin û her kes daxwaz û hêvî ji Xwedayê mezin dike.
Kurdên welatparêz jî dua dikin û hêvî ji Xwedê dikin ku Xweda Kurd û Kurdistanê ji cewra cewrkaran biparêze.
Ev belgeyê ku çûna Mihemed Pêxember a Mi´racê dide nîşandan, dema Şahê Sefewî Tahmaspê Yekê (1539-49) ji aliyê Nîzamî ve hatiye çêkirin û li Tebrîzê çap bûye.
(WIKIPEDIA inyatür, British Library)
Zeynelabidin Zinar