Civak

Nijadperetên Tirk êrîşê Aynur kirin

Li Stanbulê di çerçova festivala muzika Caz de şêv têne çêkirin û starn têne gotin. Li Harbiye cardin şevek hebû stran dihatin gotin. Dema dengbêja kurd Aynur derket û dest strana kurdî kir, gurubek nijadperest di nav xelkê temaşevan de rabûn û Aynur protesto kirin. Şûşên avê û tişt avêtin dengbêja kurd. Aynur nekarî strana xwe bêje. Mecbur bû ji ser sahnê çû. Nijadperestan Îstiqla Marşi(siruda tirkana qewmî) gotin.

Piştre dengbêjek Îspanyolî derket protestoya berdewam kir. Lê di dawiyê de Aynur derket li ser sahnê û stranên kurdî gotin û beşek mezin ji temeşevanan li gel Aynurê stranên wê gotin. Van nijadperesta kuştina 13 leşkeran li Farqinê kirin sedem û êrîşê Aynur û strana kurdî kirin.

Back to top button