Şevîdin li bajarê Sêrtê hinek kesên çekdar êrîşek birin ser otomobilek ya polisan.Di encam de komiserek yê polisan bi navê Osman Demir jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê li Sêrtê di nava bajêr deoperasyonek berfireh hate kirin û rêyên tên û diçin bajêr ji bo demekî hatin girtin.
Li gora agahdariyên medya Tirkî, berê sibehê hezên ewlehiyê li ser malekî de girtin û di nav polis û kesên di malê de şer derket. Kesek ku di malêde bû jiyana xwe ji dest da û polisek jî birîndar bû.