Nivîskarên tirk kuştina 13 leşkeran dinirxînin

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji aliyekî ve dijî BDPê û gelê kurd operasyonên girtin û binçavkirinê berdewam dikin, ji aliyê din jî ji bo parlamenterên BDPê dawî li boykotê bînin hewldan tên kirin. Li aliyekî din jî operasyonên leşkerî li dijî çekdarên PKKê berdewam in. Herwiha 14ê tîrmehê ji aliyê Kongreya Civata Demokratîk (KCD) ve Xweseriya Demokratîk hat îlan kirin.

Berî çend rojan di bin pêşengtiya serokê meclisa Tirkiyê Cemîl Çîçek de civînên ji bo bi dawîanîna boykota BDPê dest pê kirin, van civînan hêviyek dirûst kir ku wê BDP di hundirê çend rojan de dawî li boykotê bîne û biçe parlamentoyê. Ji aliyê din ve jî Çîçek, şanda BDP û AKPê di civînekê de anî gel hev, herdu aliyan li ser hinek xalan li hev nekirin û bêyî ku encamek erênî ji wê civînê derkeve, bi dawî bû. Ne BDPê dawî li boykotê anî û ne jî pêşniyarên BDPê ji aliyê AKPê ve hatin pejirandin. Li ser vê yekê jî bêyî ku BDP sond bixwe û biçe parlamentoyê, parlamento ket bêhindana havînê.

Li ser daxwaza dayîkên aştiyê û şaredarên BDPê, roja 14ê tîrmehê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi awayekî awarte civiya û biryara îlankirina Xweseriya Demokratîk da. Heman rojê li bejahiya navçeya Farqînê di navbera artêşa tirk û çekdarên PKKê de şerek derket. Di encam de 13 leşker hatin kuştin, 2 jê bi giranî, bi giştî 7 leşker jî birîndar bûn. Herwiha tê îdiakirin ku di şer de 7 gerîlayên PKKê jî hatine kuştin.

Piştî van bûyeran rojeva Tirkiye di cih de hat guhertin û hemû çav zivirîn ser vê yekê, gelo çawan di heman cihî de 13 leşker hatin kuştin. Gelo bi rastî leşker di encama şewatê de hatine kuştin?

Nivîskarên tirk wan bûyeran bi vî awayî şîrove dikin;

Mehmet Altan: “Narincok dikare daristanê bişewitîne?” 
Nivîskarê rojnameya Starê, Mehmet Altan di gotara xwe de balê dikişîne ser kuştina 13 leşkeran û dipirse: “Yekîneya komandoyan çawa dikeve kemînê û çawan ewqas qûrbaniyan dide? Gelo narincok wê bikare agirekî ewqas mezin derbixe ku nehêle leşkerên me rizgar bibin?”
Altan dibêje, êrişên PKKê yên bi roj zêde nayên fikra min, gelo ev jî tiştek xerîbe? Nivîskar wiha dinivîse: “Diyare ku hinek kes ji ber Ocalan nêzîkê aştiyê bûye, dixwazin wî li derve bihêlin, pêvajoya demokrasiyê bixin zehmetiyê û li pey daxwazên xwe yên şexsî ne. Herwekî di vê bûyera dawiyê de 13 leşker hatine kuştin, jiyana 7 PKKyiyan jî reşbû… 20 kes hatin kuştin.”

Hasan Cemal: “Elbet em ji bo şehîdan bigrîn, lê…”

Cemal di gotara xwe ya îro di rojnameya Milliyetê de balê dikişîne ser kuştina 13 leşkeran û dibêje:
– Ger serkirdeyekê dewletê hebe, karê yekem û berî her tiştî divê destê li ser tetîkan bên rakirin. Yan jî wê dîsan ciwan bên kuştin, wê dayîk bi girîn û herwekî heya roja îro çêdibe…” Diyare ew qas xwîn û rondik rijandin têrê nekir… Diyare êşa giriyê dayîkan yê heya îro têrê nekir.
 Cemal di berdewama gotara xwe de di pirse; “Ger wisane? Mixabin.

Cemal nerînên xwe wiha tine ziman:
–  Raste şehîdbûna 13 leşkeran a li Farqînê dilê min diêşîne. Ez vê êrişa PKKê şermezar dikim û wekî darbeyek li dijî aştiyê dibînin. Ez heman tiştê dibêjim. Bila leşker jî şehîd nekevin û PKK jî! Êdî dema bikaranîna çekan tejî bûye. Divê tilî li ser tetîkan rabin. Em bi sebir û bi pêdagirî li ser aştiyê biaxivin. Divê em biryarbûna xwe ya siyasî, mêraniya dewletê û serkirdayetiya xwe bixin tevgerê bo aştiyê. Ti çareyek din nîne. Rêya mantiqî ev e.
Cemal rexneyê li manşetên ragihandina Tirkiyê yên wekî; “Êş û kîn! Kemîna xayîn! Şîn û nefret! Gûleya li aştî, çareserî û aramiyê!” digre. Daxuyaniyên dewlet û siyasî jî ne cûda ne.
Hesen Cemal di dawiya gotara xwe de dibêje:
– Ger em dibêjin aştî û çareserî, şerte ku Enqere-Îmralî-Qendîl-Diyarbekir dest ji tiştên berê berdin. Divê alî dest ji kînê berdin û bi vî awayî rêya aştiyê nayê meşandin. Aştî û çareserî bi vî awayî çênabe, tenê şer dikare çêbibe. Herwekî heya îro çêdibe… Wê kur bên kuştin û dayîk bigrîn. Ger serkirdeyeke dewletê hebe, karê yekem û berî her tiştî divê destê li ser tetîkan bê rakirin. Em şîna xwe bigrin, lê vê xalê ji bîr nekin. Pêngava yekemîna ya ji bo vebûna aştiyê, rakirina tiliyan ya li ser tetîkê ye.

Derya Sazak “13 şehîd”

Nivîskarê rojnameya Milliyetê Derya Sazak jî di gotara xwe ya îro de balê dikişîne ser bûyerên vê dawiyê yên li Tirkiyê di qewimin û dibêje:
– Tişta mirov jê di tirsiya qewimî, yekîneyên cendirmeyan ên ku li 2 leşker û erkdarekê tendirûstiyê ku ji aliyê PKKê ve hatîn revandin di geriyan, li bejahiya Farqînê ketine bûsuya PKKê û di encamê de 13 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Sazak dibêje:
– Bi vî awayî darbeyek li hêviyên ji bo aştiya mayînde ya piştî 12ê hezîranê û destûreke nû ket. Dîsa xwîn û rondik barandin. Êş û kîn. Me di 30 salan de 40 hezar mirovên xwe winda kirin. Mixabin dîsa vegera despêkê çêdibe. Ger bi rêya demokrasiyê aştî çênebe, fikra “wê çek biaxivin” bandorê çêbike.
Sazak di berdewama gotara xwe de dibêje:
– Me bi dehan car nivîsand, êdî divê siyaseta kurd di mijara ka çi dixwaze de biryarekê bide. Gotina aştî, xebitîna “Armancên parelel” ên ji bo gihiştina encamê, “Gelek cûda”, “Rêveberiyek cûda” û “Hêzek cûda ya çekdar” li Tirkiyê rastiya “Jiyana bi hevre” têxe rewşek ku berdewam neke.
Nivîskarê rojnameya Milliyetê Derya Sazad di dawiya gotara xwe de balê dikişîne ser îlankirina Xweseriya Demokratîk ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û gotinên Aysel Tugluk ên wekî; Xweseriya Demokratîk “Ne hilweşandina dewletekê û avakirina dewletek nû ye” di wê rewşê de ye ku mirov bawer bike? Dema PKK li dijî Artêşa Tirk bi awayek parelel wekî hêzekê şer gur dike, gotinên BPD yên ku xwe dispêrin gotina “înkar û îmhayê” heta çi astekê raste. Ev 30 sala ne tenê leşker, ma li dijî Tirkên sivîl jî siyaseta ‘îmhakirinê’ nayê bikaranîn? (Rûdaw)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: