Polîtîk

Hillary Clinton bi parlamenterên BDPê re civiya

Serokê Koma BDP-ê Selahattîn Demîrtaş ku bi wezîra derve ya Amerîka Hillary Cilnton re hevdîtinek pêk anî got:
– Me ji wan re got em welatekî ku her roj pirsgirêkên wê hebin jî em dikarin bi mixalefeta demokratîk û bi potansiyeleke demokratîk pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Wezîra derve Amerîkayê Hillary Clinton îro bi serokên partiyên ku di meclîsê de komên wan hene hevdîtin pêk anîn. Clinton piştî Kemal Kiliçdaroglu, bi serokê Koma BDP-ê Selahattîn Demîrtaş û parlamentera Sêrtê Gultan Kişanak re nêzîka 45 deqîqe civiya.
Demîrtaş derbarê hevdîtinê de agahî dan rojnamegeran û got ku ji ber ew li Tirkiyê hêzeke opozîsyon in Clinton bi wan re hevdîtin pêk aniye. Demîrtaş wiha axivî:
–  Me ji wan re got em herçiqas welatekî ku her roj pirsgirêkên wê hebin jî em dikarin bi mixalefeta demokratîk û potansiyeleke demokratîk pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li Tirkiyê ev potansiyel heye. Em dikarin xwe bighînin demokrasiyê. Lê divê em biryar û baweriya vê nîşan bidin.

Back to top button