Kurd û erebên sûrî li ser gotina "Sûriya Erebî" li hev nekir
Îro li bajarê Stenbulê kongeya rizgarkirina nîştimanî ya Sûriyeyê bi serokatiya bi beşdariya nêzîkî 300 kesatiyên dijber yên derveyî Sûriyê dest bi kar û çalakiyên xwe kir. Partiyên kurdî û hindek kesatiyên kurd yên serbixwe jî beşdarî kongreyê bûn.
Li gor hindek çîavkaniyan partiyên kurdî xwe ji kongreyê vekişan û terka salona kongreyê kir jiber:
– Kurdan bi ereban re li ser peyva ” Elerebiye” li hev nekir. Aliyên erebî gotin navê Sûriyeyê Komara Erebiya Sûriyê. Lê kur dijî peyva Erebî derketin û gotin ku ji bilî ereban gelek neteweyên din jî li Sûryeyê hene, ”nabe komara erebî be”
– Di komîteyên amadekirina kongreyê de rola kurdan hatbû piştguh xistin
– Di vekirina kongreyê de rê ji aliyên kurdî re nehat dan ku gotarekê pêşkeş bikin.
Li gor hin çavkaniyên partiyên kurdî ji kongreyê sehib bûn, lê çend kesatiyên kurd weke kesên serbixwe di kongreyê de berdewam bûn.
Di kongreyê de gotara Heysem Malêhyel, ji organîzatorên sereke yê kongreyê, hat pêşkêşkirin û ronî xist ser şoreşa gelê Sûrîyê û hovîtiya rêjîma Basê li dijî xwepêşanderên sivîl.
Di gotara xwe de, Malêh ragihand ku welatê Sûriyeyê ji gelê Suryeyê hatiye standin, lê em ê careke dinî welatê wan ji destê mala Esed vegerînin.
Malêh di dirêjahiya axiftinên xwe de aşkire kir ku êdî Sûriye ne Sûryeya malbata Esed e, Sûriye welatê hemû gelê Sûrî ye.
Biryar bû her îro di heman demê de li Şamê jî kongreya rizgarkirina niştimanî ya Sûryeyê ji kesatiyên dijber yên navxwe li Qabûn li Şamê were saz kirin, lê duhî rêjîma Sûriyeyê êrişek bir ser cîgeha ku biryar bû kongreya Şamê tê de pêk bê û 14 kes di xwepêşandanekê de bi destê reşekên emnia sûrî hatin kuştin. Ji ber hindê li Şamê kongre çê neebû û hindek kesatiyên bi rêya îanernetê û telefonê beûdarî di kongreya Etenbulê de kir. (Rojevakurd)