Elî Xameyeî 5.8 milyar dolar alîkarî dide Beşar Esed
Li gor zaniyariyên nihênî ku ji Senterê Lêkolînên Stratejîk bi dest rojnameyeke fransî ketine, rêbirê şoreşa îslamiya Îranê Elî Xameneyî biryar daye ku 5.8 milyar dolaran alîkariya rijêma Beşar Esed bike.
Ajansa nûçeyan ya Rueters ji rojnameya Les Echos ya fransî neqil dike ku Sûriye hevalbenda startejîk a Îranê ye di deverê de û ji ber ku ev nêzîkî 4 mehane li sertaserî Sûryeyê xwepêşandan hene û rewşa abûriya Sûryeyî ketiye di rewşeke gelek xerab de û Îran dixaze alîkariya hevpeymana xwe bike û ji kirîza tê dye rizgar bike.
Rojname tekîdê li ser wê yekê dike ku serokatiya Îranê 5.8 milyar dolar alkîkariya Sûryeyê bike û Îran dê qonaxa yekem 1.5 milyar dolar bide Sûriyê û paşî di nava 3 mehan de pereyên din jî bide.
Herwesa rojnameya Les Echos ku zaniyarî ji senterê lêkolînên stratejîk ya ku ser bi rêbirê şoreşa îslmaiya Îranê Elî xameneyî veye dinivîse ku Îran dê rojê 290 hezar bermîlên patrola xav bide Sûryeyê û ev alîkarî dê ji meha bê dest pê bike.
Weke tê zanîn Îranê û Hizbula ya libanî bi eşkereyê helwesta xwe nîşan daye û vekirî alîkariya rijêma Beşar Esed dikin.(Rojevakurd)