Neft alîkarê serbixweya Kurdistane

Yek ji mezintirîn destkeftên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çend salên derbasbûyî de serkeftina siyaseta neft bûye ku eve jî ji bilî zexta mezina Bexda û pêvajoya Herêmê ya nebaş pêkhatiye.

Li serdema rejîma Seddam de kerta nefta Herêmê bi tevahî hatibû îhmal kirin, lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çend salên derbasbûyî de girîngiyeke baş vê kertê daye ku vê samana xwezayî ji bo xizmeta welatiyên Kurdistanê û pêşketina Herêmê bikarbîne. 

Şandina derveyê nefta Herêma 

Niha rojane Hikûmeta Herêmê hizra 30 hezar bermîl neft dike ku li rêya tankeran ve dişîne derve, lê belê tê pêşbînî kirin ku ev bir heta dawiya îsal û li salên pêş de zêdetir bibe, ji ber ku berhemanîna nefta Herêmê zêdetir dibe. 

Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyê(xwezayiyê) Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: Berî dawî hatina îsal berhemanîna neft ji şeş bîrên neftî yên din destpêdike. 

Siyaseta nefta Herêmê ewqas serkeftî bûye ku li van çend salên derbasbûyî de hejmarek kompanyayên mezinê cîhanî bi mebesta veberhênana li vê kertê de hatine Kurdistanê, hinek ji wan kompanyayan Exxon Mobil, Chevron a Amerîkî, Total a Fransî, Gelf Kî Stewnî Brîtanî, Gazprom a nefta Rûsî, Genel Enerji ya Tirkî ne. 

Hikûmeta Herêmê tenê girîngiyê bi derxistina neftê nekiriye, belku bi tevahî hewl daye ku vê neftê bişîne derve û êdî Kurdistan tenê li benda beşa budçeya xwe ya Bexda nemîne, ku gelek car bi awayeke rêkupêkî jî nedida. 

Li vê çarçoweyê de Hewlêr û Enqere li ser danîna boriyên neftê ku veguhestina nefta Herêmê bo Tirkiye û bazarên derve bike li hev hatin. Biryare berî dawî ya vê heyvê ev boriyên neftê temam bibe û li vê rêyê jî nefta Herêmê bi awayeke raste rast bişînin derve. 

Rojnameya “Today Zaman”a Tirkî li raportek de dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî dawî hatina îsal li rêya van boriyan nêzîkî 300 hezar bermîl neft li her rojek de dişîne derve. Aştî Hewramî jî dibêje: Heta berî dawiya sala 2015 ew bîr li her rojek de heta 1 milyon bermîl neft û berî salî 2019 heta li rojek de 2 milyon bermîl neft bilind dibe. 

Kurdistan dikeve şûna Îran û Rûsya 

Malpera “Oil Price” raporekî belav kiriye û têde dibêje, nefta yedekê Kurdistanê bi 45 milyar bermîl û gaza xwezayî bi 3 heta 6 trîlyon metre çargoşe dixemilîne. Siyaseta şandina derveya neft û xaz bi awayeke serbixwe û bêyî vegera Bexda ramaneke girînge û dibê sedema zêdetir geşbûna Herêmê û bihêzkirina pêgeha wê. 

Nêrînek

  1. Ji bo neft li heremê Basûre Kurdistan'ê pêsketiyên ra hûkûmetê Basûre Kurdistan'ê pîroz dikim û derek me ew xebat hîn jî bastir ware mesandin. Ji bo kî wekî teye zanîn, neft li tawayî dûnyayê da ji bo wê welatî bo her tistekî da pêsketineka gelek mezin dibe. Taban belê raste belkîm henik devlet ji bo neft'ê da ji bo henik tistan da ew jî qezenceke bikin, wê Basûre Kurdistan'ê ra tek6iliye xwe dikine, taban hûk6umetî Kurdistan'ê wê siyasete bas dizane û derek me ji bo henik tistên ûsa jî li her deme siyar bibe.

Nerîna min :