Li gora ajansa bas news ,piştî hewldaneke zêde du xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Oregon State bi navên Kurdman Mihemed Elî û Aram Kokoyî karîn bi rayedarên zanîngehê bidin qebûlkirin û Ala Kurdistanê li rêza alayên welatên serbixwe bilind bikin.
Her du xwendekarên masterê li Zanîngeha Oregon State du sal dibe hewl didin ku Ala Kurdistanê jî li rêza welatên din were bilind kirin û bi rêya e-mailê çendîn car serî li ofîsa Rêveberiya Giştî ya Hola Konferans û Semîneran dane daku Ala Kurdistanê jî lê were bilindkirin û di dawî de karîn bigihin encamekê.
Di vê derbarê de xwendekara Kurd Kurdman Mihemed Elî ji NRT2 re got: ‘’Piştî hewldaneke zêde ku em du salan pêve man, di dawî de rayedarên zanîngehê razî bûn Ala Kurdistanê jî li Hola Konferansan û li rêza alayên welatên din were bilind kirin. Çendîn car ev daxwaza me red kirin ji ber ku ew zanîngeh tenê ala welatên serbixwe bilind dike ku bi awayekî fermî serbixweyî ragehandine, lê di dawî de razî bûn ku Ala Kurdistanê jî bê bilind kirin.’’
Derheqa mebest û armanca wî karî de jî Kurdman Mihemed wiha axifî: ‘’Mebesta me ew e ku Kurd, Kurdistan û ala xwe ya pîroz bi xelkê cîhanê bidin nasandin. Herwiha bilindkirina Ala Kurdistanê li cihekî wiha dibe cihê pirsyarê bo sedan kes û bipirsin ka ev ala çi welatekî ye û bi vê rêyê bizanin Kurd kîne û wan nasbikin.’’
Destên we sax wî.. serkeftin karên we yên Kurdewarî ra..