Nivîsar

Divê em li ax, al, ziman û çanda xwe xwedî derkevin

Îro ji me re dibêjin “Dewletbûna Kurda zehmet e û dûr xuyaye”. Belê, rast dibêjin. Ger îro Kurdek bibêje “Ji bo Kurda dewlet ne hewceye.” helbet wê dewletbûn îhtîmaleke dûr be.

Îro gelek Kurd, bi tesîra polîtîkayên dagirkeran vî tiştî dibêjin. Lê tiştekî ji bîr dikin. Dema di dilê hemû Kurdan de heskirina netewa xwe û di mêjîyê hemû Kurdan de hişmendîya netewî tune be, îhtîmala dewletbûnê jî dûr dibe.

Li vê derê divê mirov bipirse: “Çima heskirina netewa me ji dilê me û hişmendîya netewî ji mêjîyên me dûr ketin?” ku îro pir hindik be jî qismekê Kurdan karin bibêjin “Em dewletê naxwazin.”

Gelek sedemên vî tiştî hene. Di serî de helbet perçebûn û dakirkirina Kurdistanê heye. Polîtîkayên dagirkeran ku bi dehan sala ne li ser me dimeşînin, di vî warî de tesîreke zêde li me kirîye. Lê xeynî vê tiştê, sedemeke din bi qasî vê sedemê xurt heye. Ew jî ji nirxên netewî dûr ketin e.

Dema zarokek an ciwaneke Kurd ji civatên ku Kurdî tê axaftin dûr be, bi çandeke biyanî mezin bibe, Ala Rengîn hew carna di televîzyonan de dîtibe, qîmeta axê nizani be, bi kurtasî ji nirxên netewî dûr mabe; ewê çawa hezkirina netewa wî/wê di dilê wî/wê de şîn bê û ewê çawa hişmendîya netewî di mêjîyê wî/wê de cih bigire.

Divê em li nirxên xwe yên netewî, yanî li ala xwe, axa xwe, zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevin. Divê têkoşîna me li ser vê bingehê be. Kengî me di hemû çalakîyên xwe de Ala Rengîn bilind kir, kengî me zimanê civînên xwe kir Kurdî, kengî me çanda xwe ji nav rûpelên pirtûkan derxist û xist nava jîyana rojane, kengî me li her derê bê tirs navê welatê xwe got û bi kirinên xwe jî lê xwedî derketin; ew roj wê di dilê hemû zarok û ciwanên Kurda de hezkirina netewî şîn bê û di mêjîyên wan de hişmendîya netewî cih bigire.

Dema me vî tiştî kir û nifşek bi vî awayî mezin bû, hewce nake em tu tiştên din bikin. Ji xwe ew nifşa ku bi vî awayî mezin bibe, ewê karibe Kurdistanê jî rizgar bike. Ji ber ku ewê wek me bi Kurdên ku dibêjin “Em dewlet naxwazin” mijûl nebin. Ewê kêşeyek wan ê bi vî rengî tune be û ewê karibin hesabê xwe rasterast bi dagirkeran re bibînin.

Divê em ji bîr nekin ku hesabê me bi dagirkeran re ye û em ancax bi parastina nirxên xwe yên netewî karin vê hesabê ji dagirkeran bipirsin.

Roger Çaxer

Back to top button