Polîtîk

AA dest bi nûçeyên nerast kir

Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê nûçeyeke nerasta di derbarê paşxistina Kongreya Neteweyî

Ajansa Anadol nûçeyekî belav kiriye û hinek malperên Herêma Kurdistanê jî bêyî wê yekê ku dûvdaçûnên dirust ji bo wê nûçeyê bikin, nûçeyê veguhestiye ku qaşo paşxistina Kongreya Neteweyî li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê bûye.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi hemû aliyek radigihîne ku ev nûçe tu bingeheke xwe tûne û ji rastiyê dûre. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê her li destpêka destpêkirina rûniştinên Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî, li gel ewe bûye ku kongre li zûtirîn dem de bê encamdan. Paşxistina Kongreya Neteweyî tu peywendî bi birêz Serokê Herêma Kurdistanê nebûye û bi biryara Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî û li ser daxwaza aliyên beşdarvanan bûye û eve li daxuyaniya rojnamevaniya Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyî li 03.09.2013 de bi zelalî hatiye behs kirin ku hilbijartinên Parleman û Parêzgehên Herêma Kurdistanê bûye sedema paşxistina Kongreyê.

Kongreya Neteweyî mulkê hemû take kesekî Kurde û berjewendiyên bilindê gelê me pêve girêdayiye. Ji bo wê yekê daxwaz ji hemû saziyên ragihandinê dikin Kongreya Neteweyî nekin keresteya yarîpêkirin û belavkirina nûçeyên nerast. 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

07.09.2013

Back to top button