Barzanî: PDK li hemû beşên Kurdistanê de hêviya serekiya gelê Kurde
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Cemawerê serbilindê Kurdistanê…
Endam û alîgirên Partî(PDK)…
Xuşk û birayên delal…
Xwe bi bextewer dizanim ku bi hîmeta hemû aliyek li welatê me de li ber hilbijartinekî dinê Parlemenê ne. Spas ji bo xweda li encama berxwedana gelê Kurdistanê û fedakarî û canfedayî ya şehîdên me yên serbilind û îradeya polayî ya Pêşmergeyên qehreman, welatê me hengaveke gelek mezin berev pêşve avêtiye.
Binyatnana kiyanekî neteweyî demokratî û geşbûyî li sayeya wê aramî û azadî û asayîşa li Kurdistanê de heye derbas dikîn, wiha qonaxên binyatnana kiyanekî neteweyî demokratî û geşbûyî derbas dikin. Fireh aliya siyasî û azadiya bîr û raman û berçav girtina mafên civakî û take kesiyan û berpabûna saziyên bingehîn û karkirina ji bo pejirandina yasa û zîndiyî ya civaka medenî li Kurdistanê û her wiha geşbûna aborî û bexteweriya xelkê serbilindê Kurdistanê ew destkeftên ku îro em hemû şahîdê pêkhatina wanin û cihê şanaziya hemû take keseke gelê Kurde.
Herêma Kurdistana Iraqê bandorê li ser paşaroja siyasiya herêma me de heye
Niha Herêma Kurdistana Iraqê li hevkêşeyên navdewletiyan de hêza xwe heye û bandorê li ser rûdanan û paşaroja siyasiya herêma me de heye. Serdema înkar kirina Kurd li ser çû, niha eve gelê Kurdistane bi tevgerên demokratî û aştiyane ji bo dinya ya derve diyarkiriye ku çendî gelekî aştîparêze û heza li pêşketinê ye.
Armanc û hêviyên Partî mezin û bi rûmetin
xweşdiviyên min…
Ev destkeftên mezin beşek ji wan armancane ku Partiya Demokrata Kurdistanê bi navê wan hate damezrandin û dehan sale kar ji bo wê kiriye û qurbaniyê ji bo wê dide û li paşarojê de bi hemû şiyanek ve bi navê parastin û geşkirina wan xwe ji bo wê terxan dike. Her ji destpêkê ve armanc û hêviyên Partî mezin û bi rûmet bûn. Neyarên gelê Kurd bi kûrî li peyama Partî gihîştibûn, ji bo wê yekê jî bi dirêjahiya temena wê, Partî herdem ketiye ber nîşana req û dijminayetiya neyar û nehezên gelê Kurdistanê. Lê belê encam eve Partî û armancên wê bûn ku serketin, ji ber ku armancên Partî rast û resen û pîrozin… Hêviya gelekî sîtemdîtî ne. Partî li hemû beşên Kurdistanê de hêviya serekiya gelê Kurde. Partî û rêbaza Barzanî yê Nemir ji bo wê yekê li nav dil û wîjdan û dîroka Kurdistanê de ciheke ebedî vekiriye, ji ber yekê Partî hêzekî azadîxwaz û mirovparêz û xwedî ehlaqa Kurdewariye û tu demek nebûye navendek ji bo hizra înkarkirin û tundî û şoveniyet û herêmayetiyê. Partî ne hizrekî xerîbê ji derve hatiye, belku pêkhatiya civaka Kurdewariye.
Erkekî girana neteweyî li ser milê Partî ye
Hevalan…
Şanaziyekî mezine ku Partî yek ji hêzê serekiyên binyatnana vî welatê niha ye ku têde bi serbilindî dijîn. Dîrok û destkeftên Partî wekî rojê ronak diyarin û dost û dijmin şahîdê vê rastiyê ne. Xweşdiviyên min lê belê girîng paşaroje… Hê jî rêyekî dûr û dirêj li ber Partî ye û erkekî girana neteweyî li ser şanê wê ye ku divê encam bide û pêkbîne û eve jî bi hîmeta we yên serbilind û qehreman û bi berxwedan û aştîxwazî û tevgerên serdemiyane û demokratî tê kirin. Wekî çawa Partî xwedî mîras û dîrok û çandeke dewlemendê neteweyiye, divê niha û paşarojê jî pir bê li serwerî û destkeft û pêşketin û xizmetkirina kiyana neteweyî. Hun dahênerê demokrasî û azadîxwazî û pêkvejiyan û pêşketina Kurdistanê ne û her divê hun jî biparêzin û geştir bikin.
Xizmetkirina gel û welat mîrata Partî û rêbaza Barzanî yê Nemire
Xweşdiviyên min…
Îro li rojekî pîroz dayîn. Helmeta propagandaya hilbijartina Parlemena Kurdistanê destpêkiriye. Divê em hemû xweşhal bîn û şanaziyê bikîn ku gelê me gihîştiye qonaxek ku demokrasiyê ji bo jiyana siyasiya xwe bike sermeşq, ji bo wê yekê erkê we yên endam û alîgir û kadirê Partî gelek giran û hestiyare. Pêwîste ewê ji destên we bê ji bo bingehên demokrasî û medeniyet û yasayê bikin û bibin mînakeke pêşeng. Ji ber ku exlaq û armanc û prensîpên Partî wiha dixwazê ku Partî her wekî ku çawa li serwerî û destkeftên neteweyiyan de pêşeng û mînakin, li medeniyet û jiyana demokrasiyê jî de pêşeng û mînak bin. Raste Partî û dîrok û serweriyên wê ev demeke ketine ber êrîşa têkdan û înkarkirin û dijminkariyê. Lê belê her hunin ku divê dersa wan bidin û siluka medenî bin. Erkê we ji xelkên din girantire, hun divê wan jî biparêzin û xizmeta wan bikin, ji ber ku xizmetkirina gel û welat mîrata Partî û rêbaza Barzanî yê Nemire û erkê ser milê we ye kar pê bikin bo ku bibin mînak û cîhanê sosret bikin. Dema xwe bi bersîvdana xelkek nekujin ku hemû armanca wan êrîşkirina li ser Partî ye. Dema we divê ji wê bi bihatir bê xwe bi bersîvdana wan mijul bikin. Hun divê tenê mijulî xizmetkirina gel û partiya xwe bin. Pêwîste em hemû aliyek dest bi şanaziyên neteweyiyên xwe bigrîn raste bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê tûşî êş ş janan hatiye û bi rêyên cûr bi cûr hewldane ji nasname û resenayetiya xwe bê dûr xistin, lê belê kariye xwe biparêze û ji dîrok û çanda herêmê de beşa xwe hebe.
Zêdetirê gelê Kurd misilmanin û şanaziyê bi misilmanbûna xwe dikin û rêza me ji bo xelkekî din heye, lê belê eve nayê wê wateyê xwe ji dîrok û hêma û çanda xwe ya pîroz piştguh bixîn û xelkekî din li ser xwe de ferz bikîn û wan bikîn sermeşqê xwe. Pêwîste em hemû aliyek dest bi şanaziyên xwe yên neteweyî bigrîn û bîkîne şunas û rêz lê bigrîn. Partî her ji destpêkê ve ji bo vê mebestê hengav avêtiye. Mezintirîn destkeftê Partî dirustkirina bawerî bi xwe bûna dilê her take kesekî Kurdistanî û ji xwe dûrketina biçûk zanînê bû ku dijminên gelê me hemû şiyanên xwe bikardianîn ku take kesên Kurd ji baweriya wan bi dûr bixin û baweriya wan bi wan nemîne û îradeya wê têkbişkê.
Eger niha hinek aliyan ve hewl heye ji bo wê yekê genc û lawên Kurd û însanê Kurd têkbişkê û bawerî bi xwe û welatê xwe nemîne û întîmaya lawaz bê kirin û bikevê nava herêmî û îdeolojiya teng û tundiya xerîb, eve daxwaz ji we dikim îradeya xwe bihêztir bikin, ji ber ku îradeya we ye dibe sedema têkşikandina hemû hewlek ku dixwazin take keseke Kurd ji nîştîmana wê dûr bixin û sist û lawaz bike. Bila biçûk bixin û êrîş bikin, bila dijî we terora fikrî bikin, bila ewê ji destê wan bê bikin, lê belê hun serbilind rawestin û berdewam bin, ji ber ku armanca we gelek mezintir û bi rûmettire. Hun li ser rêya rastin û eger rastî bikevê ber êrîşa req û kîn, lê belê cara dawî eve her rastiye ku serketiye.
Partî hemû hewlekî dide ku Kongreya Neteweyî ya Kurd serbikevê her çawa bê û li her pêvajoyek de Partî ji bo pêkanîna xewnên neteweyiyên gelê Kurd berdewam dibê li hewlên xwe. Li vê rêyê de Partî destê dostî û hevkariyê ji bo hemû kes û aliyeke Kurdistanê dirêj dike ku xizmeta berjewendiya neteweyî bike û amadeye wekî herdem diyalog û hevdû têgihiştinê bike bernameya karê xwe. Li berdewamiya xebata neteweyiya xwe de Partî hemû hewlekî dide heta Kongreya Neteweyî ya Kurd ku destkeftekî giranbihaye ji bo gelê me ser bixe û gelê Kurd li rojhilata navîn de bibê xwedî gotarekî yekgirtî.
Niha jî ku xuşk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê li rewşeke xerab û pir metirsiyê de dijîn, bi hemû şiyanek ve xizmeta wan dikin û daxwaz ji hemû hêz û aliyên Rojava dikin yekrêz bin û li gel hevdû bin bo ku gelê me li wê beşa Kurdistanê de bigihe mafên xwe.
Bi berfirehtir awayî beşdarî hilbijartina Parlemenê bin
Birêzan.
Di derbarê hilbijartina Parlemena Kurdistanê bi pêwîstî dizanim daxwaz ji Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û hemû aliyên peywendîdaran bikim, ji bo wê yekê hemû hewlekî bidin pêvajoya hilbijartina Parlemen bi serketî û bê astengî dawî bibe û derfetê jî bide ku welatî zêdetir beşdar bibin. Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê dikim bi berfirehtirîn awayî beşdarî hilbijartina Parlemen bikin û bi hişyariyekî tevahî deng bi kandîdan bidin û baştirînê wan hilbijêrin. Eve derfeteke mezine ji bo gelê me bi beşdariya xwe pêvajoya demokrasiya li welatê me de dewlemendtir bikin. Daxwaz ji jin, genc û lawan dikim bi coş û bexteweriyê ve beşdarî hilbijartinan bikin.
Jinên me rolekî mezin li şoreş û xebat û pêgihandina zarokên me de hebûye û divê li sengerê bergiriya demokrasî û şer’iyetê de zêdetir beşdar bibin û cihê destê wan li pêvajoya siyasiya welat de diyar bibe. Genc û lawên me paşaroja vî welatîne, pêwîste gencên me beşdariyekî ber bi çav li hilbijartinan de hebê û li nexşeya siyasiya welat de beşdar bibin.
Şîreta min ji bo kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê
Şîreta min ji bo kandîdên Partiya Demokrata Kurdistanê jî eweye ku gelek bi rastgoyî û dilsozî li gel alîgiran û dengderan de nîşan bidin û armanca wan ya serekî tenê xizmeta gelê Kurdistanê be neku tu tiştekî din. Ji bo bi destanîna dengê cemawer pişt bi awayê bawerî anîn û bi destanîna deng xwe ji hemû awayên ne şîrîn biparêzin. Pêwîste ewê deng bi Partî dide bi awayeke baweriyê deng bide. Pêwîste kandîdên Partî girêdayî peyama neteweyî û demokratxwaz û aştîparêzaneya Partî bin û bi tu awayekî ji hêlên wê dernekevin. Hun baweriya gel û dengê xelkê bi dest dîtinin, ji bo wê yekê erkê ser milê we ewe xizmeta wan bikin û bersîva deng û baweriya wan bi xizmetkirin û dilsozî her çi zêdetire bidin. Çaverêyeke gelek mezin li we kandîdên Partî heye ku rola xwe ya berçav li dariştina jiyanekî baştir û paşarojeke baştir ji bo Herêma Kurdistanê hebe. Daxwaz ji we dikim sozên wiha bi xelkê nedin ku hun nekaribin bi cîh binin. Rastgoyî ya Partî û rastgoyî ya we ji kursî girîngtire.
Partî heta hêviya şehîdên me yên nemir pêkneyne li xebata xwe de berdewam dibê û ranawestê
Azîzan.
Partî heta hêviya şehîdên me yên nemir pêkneyne li xebata xwe de berdewam dibê û ranawestê. Partî tu demekî ranaweste heta xwîna bi neheq rijiya yî ya Helebçe û enfal û hemû şehîdên Kurdistanê ji bo Kurd û Kurdistan û nifşên paşarojê dike hewêna paşarojeke geş.
Partî ji bo herêmê û seranseriya cîhanê ranawestê heta wê dema pêkvejiyan û aştîxwazî û lêborînî û parastina mafên Turkmen, Kildan, Aşûr, Siryan, Ermen, Misilman, Mesîhî û Êzîdî û peyrewên hemû olên dinê li Kurdistanê bike mînakek.
Partî heta wê dema gelê Kurdistanê li çeşna neteweya xwe ya serbilind piştrast nake û berev asoyekî pir hêvî hengav neavêje ranawestê.
Bijî Kurd, bijî Kurdistan
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê
Serok Barzanî bernameya lîsta 110 ya PDK ragihand (video)
– See more at: https://rojevakurd.com/rojev/13958-Serok-Barzan-bernameya-lsta-110-PDK-ragihand-video.html#sthash.uoy0PEDb.dpuf