Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî:Me li gel Erdogan madeya 140-ê gotûbêj kir

Hewlêr – Piştî serdana Tirkiyê û hevdîtina wî ligel Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên Rûdawê dan. Barzanî behsa girîngiya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kir û got: ”Em bi Erdogan re li ser pirsa Kerkûkê axifîn û bi baweriya min ev jî pêwist e.” Barzanî behsa gefên PKKê yên bo destpêkirina êrîşan jî kir: ”Ez hêvîdar im ew ne rast bin, jiber ew şaşiyeke stratejîk a herî mezin e ger PKK bike.”

Siyasetmedarê Kurd Nêçîrvan Barzanî, her dem bi awayekî eşkere û vekirî diaxife ku xwendevan ji hevpeyvînên wî aciz nebin. Herwiha di hevpeyvînên xwe de nerînên xwe û gelek agahiyan jî bi şêweyekî eşkere vedibêje. Barzanî, derbarê girîngiya Tirkiyê ya li herêmê dibêje: ”Peywendiya min a bi Tirkiyê re di çarçoveya dîtineke stratejîk de ye bo berjewendiya Herêma Kurdistan û Tirkiyê. Di warê bazirganî û karkirinê de Tirkiye hevbeşê me yê serekî ye. Ji aliyê siyasî ve jî, bandoreke wê ya mezin li ser doza Kurd û li Kurdistana İraqê, li Ewrûpa û Amerîka jî heye. Ew derîyê me yê ber bi Ewrûpa û Rojava ve ye. Lewra divê herdem peywendiyên Herêma Kurdistanê yên baş ligel hebin.”

Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê qala rewşa niha ya Tirkiyê dike û didomîne: ”Niha ku Erdogan û partiya wî ya desthilatdar nerînên nû anîne, divê em piştgiriya pêngavên wan ên baş bikin. Bo karkirina ligel Herêma Kurdistan û İraqê em dibînin Tirkiyê dest bi polîtîkayeke nû kiriye. Divê em bo çareserkirina pirsa Kurd bi awayekî ji tundûtûjî û şerkirinê dûr hewl bidin alîkariya Tirkiyê bidin.

Derbarê civîna xwe ya ligel serokwezîr û wezîrê derve yê Tirkiyê de jî Barzanî wiha axifî: ”Berî niha jî min çendîn caran Erdogan dîtiye. Ew hevdîtin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ne, ne di berjewendiya kesekî de. Tirkiye rastiya hêzên li Kurdistanê dizane. Ew rewşê baş fam dikin, lewra wan pêşwaziyan dikin. Di wê serdanê de me behsa çawahiya pêşdebirina peywendiyên aborî yên ligel Tirkiyê jî kir. Zêdetir me hewl da derbarê Madeya 140 û pirsa Kerkûkê de biaxifin. Bi baweriya min ev corê rûniştinê bo hevdû famkirinê destpêkeke baş e.”

 

‘Tirkiye pirsgirêk’

Nêçîrvan Barzanî balê dikşîne ser pirsa Kerkûkê û wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ”Dema em li ser Kerkûkê bi welatên rojava û Amerîka re diaxifin, ew dibînin ku Tirkiye pirsgirêk e, çima em rasterast ligel Tirkiyê behsa wan mijaran nekin û bi aramî neghin hevtêgihiştineke hevbeş. Di vê sedanê de, me hewl da bi Tirkiyê re bi awayekî cidî van dosyayan gotûbêj bikin.”

Barzanî herwiha eşkere kir ku li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokkomarê İraqê Celal Talabanî, Erdogan vexwendiye Hewlêrê bo beşdarî vekirina Firokexaneya Navnetewî ya Hewlêrê bike û got: ”Ez bawer im ji bo pêngav avêtinê ew mirovekî wêrek e. Di heman demê de ez di wan hemû serdanên xwe de nûneratiya Rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê dikim û ew serdanên min jî dê bidomin.”

 

‘Çavê wan li Herêma Kurdistanê ye’

Derbarê derxistina petrol-xaz û rola wê di meseleya vebûna Tirkiyê de li beramberî Kurd û Herêma Kurdistanêd, Nêçîrvan Barzanî nerînên xwe wiha tîne ziman: ”Bê guman mijara petrol û xaza Kurdistanê di başbûna peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê de rolekî serekî dibîne. Di cîhanê de îro petrol di dereceya yekemîn de ye. Ger mirov bikaribe peywendiyên aborî yên baş girêde, wê peywendiyên siyasî jî bi dû de bên. Di rojnameyekê de hatibu nivîsîn ku Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê navê Kurdistanê bilêv nekiriye. Bi rastî nizanim min navê Kurdistanê anî yan na. Lê divê ew yek bê zanîn ku niha li Tirkiyê ew ne pirsgirêk e. Niha berpirsên Tirkiyê wek berê xwe ji bilêvkirina navê Herêma Kurdistanê nadin paş û bi awayekî pir xwezayî bikartînin.”

Barzanî, amaje bi wê yekê jî da ku niha çavê hemû cîhane li ser xaza Kurdistanê ye: ”Mezintirîn problema Ewrûpa misogerkirina xazê ye. Çavê wan li Herêma Kurdistanê ye ka çawa dikare rola garantîkirina wizeya wan bilîze. Ez li vir bi dilniyayî û piştrast dibêjim polîtîka me ya petrolê polîtîkayeke serkeftî bû.”

Di hevpeyvîna bi Rûdawê re, Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa gefên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên bo destpêkirina êrîşan jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî anî: ”Ez hêvîdar im ew ne rast bin, jiber ew şaşiyeke stratejîk a herî mezin e ger PKK bike. Ez hêvîdar im PKK qet fikra wê yekê neke ku ew di şerkirina digek Tirkiyê de destpêker be.”

 

 

(Rudaw)

Back to top button