Polîtîk

Serok Barzanî û sefîrê Amerîkayê rewşa dawî nirxand

 

    
    
Duhî Mesûd Barzanî li havîngeha Selahedînê pêşwazî li kristofer Hîl sefîrê Amerîkayê yê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Di dîdareke hevbeş de, Barzanî û Hîl minaqeşeya mijar û pirsên aktuel û gerim di rojeva siyasiya Îraqê de kir.

Serokê Kurdistanê û sefîrê Amerîkayê xebatên hêz û qewareyên siyasiyên Îraqê yên ji bo pêkanîna koalîsona pêkanîna hikûmeta nû a Îraqê nirxandin. Di vê çarçoveyê de, her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste hemû aliyên serekiyên meydana siyasiya Îraqê beşdarî hikûmeta nû a Îraqê bikin û hikûmet li ser bingehê şirîkatiya rasteqîne bê avakirin.

Herwesa serokê herêma Kurdistanê û sefîrê Amerîkayê yê li Îraqê têkeliyên navbera Waşîngton û Hewlêrê, şerê li dijî terorê û biryara vê dawiyê ya dadgeha federe li dor encanên hilbijartina parlamentoya Îraqê hatin gotûbêj kirin.

Back to top button