Kanîmasê yek ji meznitrîn dastanên şorşê li başûrê Kurdistanê

Kanîmasê yek ji meznitrîn dastanên şoreşê li başûrê Kurdistanê
 
(Beşê yekem)

Kanîmasê:
 
Kanîmasê bixwe dikevîte mişara Berwarî Bala di navbera gundên Mayê, Dêrîşkê û Dûrê da. Kanîmasê di sala 1928ê de bo cara yekê bûye navenda nahîyeyê. Sinorên vê nahîya Kanîmasê ji aliyê bakûr ve sinorê bakûrê Kurdistanê (Tirkîye) û ji başûr ve  çiyayê Metîna û rojhelat jî rûbarê (çemê) Zê û rojava jî çemê Xabûr e. Rûberê nahya Kanîmasê 610 km2 û ji 91 gundan pêkdihêt. Pêkhata vê deverê bi vî şêweye: Ji % 91 kurdên musliman û ji % 10 jî kirîstyan in. Topogirafya erdê wê jî ji %70 çiya û ji %20 gir û %10 jî deşte (yan deştuk).
 Ji hejî gotinê ye ku, Barzanîyê nemir di destipêka şorşa Îlonê û li sala 1961ê de bo demekî baregayê xwe li gundê Ednê dana bû ku dikevîte vê deverê. Herwesa di berdewamiya şorşa Îlonê da du ji baregayên şorşê yên serekî dîsa her li vê deverê û li gundên Kêste  û li gundê Qumrîyê bûn. Herwesa li şorşa Gulanê jî sê baregayên pêşmergey her li vê deverê û li gelîyên Bêşîlê, Bazê û Hespa bûn ku dikevne pala jûrya çiyayê Metîna.
 
Sala 1987ê ne weke salên dî bû:

 Sala 1987ê, ji bo şorşê li devera Badînan, saleka taybet bû ji ber ku divê salê da du rûdanên gelek giring çêbûn û ev her du rûdane jî bûne egera guhrînên mezin li devera Liqa Yek (Liqa yek- liqa rêxistinên PDK li devera Badînan) û Badînan .
 
Yek: Hatina serok Barzanî û desteka lêkolînê bo Badînan:

 Bi salan bû devera Badînan, dûr ji serokatya şorşê û Partî, dinav xebat û şorşê da bû û kenalê êkane yê peywendîyê dinavbera Liqa1 (Badînan) û serokatîyê da dezgayê bêtelê û namekarî bû. Ji egera vê dûriya devera Badînan ji serokatya xwe, bi dehan arêşe li vê deverê kom bibûn û keftibûne serhev û bê çarserî mabûn. Li hindek navçeyan rewş geheştibû wî astî ku nêzîkî peqînê bibû. Her ji ber vê çendê jî li havîna sala 1986ê serok Mesûd Barzanî tevî çend endamên komîta navendî û polîtbîroya Partîyê berê xwe da Badînan û baregayê xwe li gundê Kanîsarkê li devera Nêrwe dana ku dikefte nêzîkî baregayê Liqa1 li gundê Zêwa Şikan. Kesên ku digel serok Barzanî hatbûn; Hişyar Zêbarî, Cercîs Hesen û Omer Osman (ze’îm Elî) bûn û ew wek komîteya lêkolînê a arîşeyên Liqa1 hatbûn û serok Barzanî bi xwe jî serokatya wê komîteyê dikr.
 Piştî vê komîteyê gereka giştya çend mehî li hemû devera Badînan kirî û hevdîtin digel gelek ji xelkê deverê û pirranya kadroyên rêxistinî û leşkerî û syasî kirîn ew geheştine wê bawerîyê ku ev devere, ji bo çareserkirina van arêşên ku bi salane li ser hev kom bûyne, pêdvî bi gelek guhrînên radîkal heye. Her ji encamên van vekolîn û hevdîtinan gelek birryarên giring hatine dan û gelek guhrînên bingehîn jî hatine kirin. Di encamê van birryaran da rewşa şorşê û Partî li Badînan ji %100 berev başîyê hate guhrîn û gelek pêşkeftinên ber bi çav di hemû waran da, û bi taybetî di warên leşkerî, rêxistinî û syasî de, çêbûn.
Helbet wekî me diyarkirî yek ji van waran jî alîyê leşkerî bû, ku dastana Kanîmasê jî yek ji berhem û encamên van guhrîn û pêşkeftinan bû. Ya diyare ku ta hîngê kiryarên leşkerî piranîya wan girtina yek yan çend bingehan (rebye-qerqul) yan jî dana bosa li pêşya hêzên dijminî yan jî bersîngirtina êrîşên djminî bû bo ser deverên rizgarkirî. Lê li bihara sala 1987ê çalakî û kiryarên pêşmergey keftine di qonaxeka bilndtir û pêşkeftîtir da û êdî pêşmergey dest bi girtina baregayên fewcên dijminî kir. Ew bû li şeva 4-5/5/1987ê hêzeka pêşmergey êrîş kire ser baregayê feca çaşan li Sotkî nêzîkî gundê Tişîşê li ser rêka Kanîmasê- Bêgova û baregayê fewcê tevî hemû bingehên (rebye) ser bi wê ve hatine girtin. Her di hemin mehê da û li şeva 26-27/5/1987ê pêşmergey êrîş kire ser firokexana Bamerinê ku baregayê du fewcên çaşan têda bûn û her du barega tevî hemû bingehên ser bi wan ve hatine girtin
 
Du: Biryara cînosaydikrina kurdan:

 Li salia 1987ê Sedamê dîkitator pismamê xwe Elî Hesin Elmcîd yê ku piştî hîngê bi  Elî Kîmyawî  hatye niyasîn kire berpirsê herêma Kurdistanê ya ku wan bi ( Alminzume Alşîmalîye) bi nav dikr. Di ser hindê ra ku Elî Kîmyawî bi xwe mirovekê hov û xwînxar bû, Sedamî jî hemû deselata qirkirin û wêrankirinê da destê wî. Elî Kîmyawî jî dest bi derêxistina biryarên xwe yên cînosaydikrina kurda kir û di qonaxa yekê da biryar da ku herhemû xwedîgyan (ruh) her ji mirov, heywan û ta şînkatîyê jî li deverên rizgarkir divêt bihêne jnavbirin, û li ser vê biryara xwe ya hovane wî berê hêzên caş û leşkerî, bi tang û top û firoka, da deverên rizgarkirî yên Kurdistanê, û dest bi wêrankirina gunda û qirkirina xelkî kir. Di ancamê van êrîşên hovane da piranya gundên ku nêzîkî cadên giştî bûn û dibûne amanca çekên wêrankerên dijminî hatine berdan û xelkê wan xwe di nav gelî û çiyayên asê da parast. Bivalabûna van gundên nêzîkî cade û rêkên giştî jî ber pên pêşmergey berfiretir û meydana şerî jî valatir bû ji bo pêşmergey. Herwesa wek karvedanek li dijî êrîşên hovaneyên dijminî êrîş û çalakîyên pêşmergey jî xurittir bûn û ketin di qonagheka pêşkeftîtir da.
 
Şerê Kanîmasê

Pêşekî: Armanca vê kiryara leşkerî ya pêşmergeyî rizgarkirina devera Berwarî Bala ji rûbarê Xabûr taku rûbarê Zêy û ji çyayê Metîna ta ku sînorê tirkî bû ku ew dever nêzkî 600 km çargoşe û Kanîmasê jî navenda nahiya vê deverê ye. Ev devere ya dagirtî bû bi 5 fewcên dijminî ji wan jî 4 fewcên çaşan û yek ya leşkerî tevî 71 çeperan û bingehê polîsan û nahîyeyê.

 Pilan û amadekarîyên dastanê:

 Her li dawiya meha 8 komîteyeka taybet ji kadiroyên leşkerî yên bijare bi serokatiya dr. Roj Nurî Şaweys hate pêkînan ji bo ku çavnêryeka hûr li ser tevaya binge û leşkergehên dijminî biken û paşî vekolîneka hûr li ser biken û di encamda pilana dastanê bidarêjin. Her ji bo vî karî vê komîta leşkerî gereka çend rojî dest pêkir û derbazî alîyê bakûr bûn û ji wî alî ve hatin bi çend şev û rojan armanic yek bi yek destinîşankirin û pilan ji bo rizgarkirina wan hate danan. Komîteya navborî vegeriya baregayê komîteya PDKê li gelîyê Bêşîlê. Êdî biryara rizgarkirina devera Kanîmasê bi temamî hatbû dan û hêdî-hêdî hêzên pêşmergey ji deverên din ref- ref di weryane mişara Berwarî Bala û li wan gundan belav dibûn.
 Biryar bû ku ev dastane di 11/9 bihête kirin ji bo pîrozkirina bîrewerya 26 salya şorşa Îlonê û her ji 1/9 bere-bere hêzên pêşmergey yên ku da pişkidarîyê di vê dastanê da ken li mişara Berwarî Bala û li pala çyayê Metîna kom dibûn.
 
Hêza Melkoy stoyê xwe li kêrê dide û dastanê paştêxe:

 Ji ber ku di bersipêdeya roja 5/9 da hêza leşkerê Îraqê ya ku binavê (Hêza Melko) dihate nîyasîn û baregayê wê li havîngeha Înşikê bû, êrîşeka bi hêz ji alîyê başûr ve kireser çiyayê Metîna û bi taybet bo ser gundê Eredina ku hemû jî malên pişmerga bûn li wî gundî. Hêzên ku li mişara Berwarî Bala kom bibûn ji bo encamdana dastana Kanîmasê neçar bûn di hewara gundê Eradina biçin û bi pişkidarya mêraneya xelkê gundî şiyan êrîşa dijminî dinav çend katjimêrekan de bşikînin û hêzên pêsmergey ta ku nava Înşikê di dûv dijminî de çûn.
 Encamê vî şerî jî 47 kuştî bûn ji dijminî ku 31 terim ji wan di destê pêşmergey dema bûn, yek topa 60 ml, yek BKC, sê RBG, yek RBK, 35 kilaşnîkov û du dezgayên bêtelê jî destikeftên pêşmergey bûn. Ziyanên şorşê jî di encamê topbarana dijminî ya li ser gundî piştî şerî pêşmerge Nayîf Eredinî û jineka xelkê gundî bi navê Hîrê Eredinî şehîd bûn û çar kes jî birîndar bûn ku du pêşmerge bûn û yên din jî  jinek û zarokek bûn.
 Ji ber vî şerê neçaverêkirî destipêkirina dastana Kanîmasê hate paşêxistin û kete şeva 13-14/9/1987ê .

 Amadeyîya êrîşê û bereyên şerî:
 1- Bereyê Kanîmasê:

 Hêza vî bereyî ji pêşmergên rêkxirawên Çiya, Şîrîn, Selahedîn, 16ê Tebaxê, 11 Adarê, Çarçira, Tiyarî, Helo, Pêris û Semedar ji Komîteya Amêdiyê û hêzên Diyarbekir, Eynzale, Rêncberan, Xebat û Xanî ji Komîteya Zaxoyê û herwesa hêzek ji Komîteya Şêxan û baregayê Liqê Yek û Bergirî Milî pêkhat bû.
 Li gor wê pilana ku berî çend heftyeka ji alîyê komîteya leşkerî ya serperştiya dastanê ve hatbû danan, ev hêzên pêşmergey yên ku ji girtina Kanîmasê û çeperên derdora wê berpirs bûn, şeva 12-13/9ê li başûrê gundê Elkûşkê li cadeya Kanîmasê – Bêgova derbaz bûn û berev alîyê bakûr ve çûn û xwe gehandine gundên Binavî û Bêduhê. Êvariya roja 13/9 hêza pêşmergey ku hêza serekî ya dastanê bû û berpirs bû ji rizgarkirina Kanîmasê, ku fewceka çaşan, yeka leşkerî, bingehê polîsan, avahiya nahiyeyê û gelek dezgehên din yên dijminî têda bûn, li gel girtina 27 çeperên derdorê Kanîmasê, hêdî-hêdî ber bi Kanîmasê ve çûn. Herwesa biryar bû ku piştî girtina armanca yekê divya bû ev hêze bibe dû pişk, pişkek berev rojhelatê Kanîmasê bo ser sînorê tirkî bi rê bikeve ji bo girtina 7 çeperên dijminî li devera Serzêrî li ser sînorê Tirkiyeyê û pişka din jî ij bo rojavayê Kanîmasê ji bo girtina her du fewcên çaşan li gundê Ravîn biçin.

 Li çemên Bêduhê govenda pêşmergaye:

 Helbet piranya rêberên êrîşê jî li gel vê hêzê bûn  û ew hemû li meydaneka berfireha başûrê gundê Bêduhê ku jê re dibêjin Çemên Bêduhê civiyan. Piştî ku dr. Roj Nurî Şaweys ku berpirsê dastanê bû civînek bi hêza pêşmergey re kirî û têda bi dirêjî li ser çewanya encamdana vê çalakiyê axfitî, hêzên pêşmergeyî li ser çend grûpa hatin parvekirin û her grûpekî kar û cî jê re hate destinîşan kirin. Piştî hîngê jî pêşmerga dîlaneka mezin girêda ku hema bêje hemû pêşmerge têda pişkidar bûn. Hêza pêşmergey li wî cihî ma li hêviya hindê ta ku tarî bikeve erdî da ku bişên berev nav Kanîmasê û cihê êrîşê bi rê bikevin.

 2- Bereyê çiyayê Gabnêrkî:

 Hêza vî bereyî ji hêzeka baregayê Komîteya Amêdîyê, pêşmergên Yeketya Lawan û Qutabîyên Kurdistanê, hêzeka biçûk a YNKê û hêzeka Bergirî Milî pêkhat bû. Erkê vê hêzê girtina 5 çeperên dijminî li çyayê Gabnêrkî, çemberkirina her du fewcên çaşan li Ravîna û birîna rêka revê li çaşan bû.

 3- Bereyê fewca Sotkî û gundê Tişîşê:

 Armanca vî bereyî çemberkirina fewca çaşan a li Sotkî û brrîna rêka navbera lîwa Bêgova û fewca Sotkî li gundê Girka bû. Hêza vî bereyî ji hêzeka baregayê Komîteya Amêdîyê, hêzeka baregayê Liqa 1 û hêzek ji Bergirî Milî pêkhat bû.

 4- Bereyê çiyayê Serê Hemê:
 
Hêza vî bereyî ya pêkhatî bû ji hêzeka rêkxirawa 16 Tebaxê ya Komîteya Amêdiyê, rêkxirawa Şoriş ya Komîteya Duhok û hêzeka Bergirî Milî. Erkê wê jî girtina çiyayê Serê Hemê bû ku dikevîte bakûrê rojhelatê Bêgova û herwesa çemberkirina lîwa Bêgova bû.

 5- Bereyê pêncê jî bereyê Zirêze bû:

Ev dever dikevîte ser rêka Batûfa – Bêgova li nêzîk gundê Zirêze. Hêza vî berîyî ji hêzeka pêşmergên rêkxirawên Leylan, Şengal, Mardîn, Govend û Dilbirîn  yên ser Komîteya. Zaxoyê pêkhat bû û erkê wan jî girtina çeperên dijminî yên derdora gelîyê Zirêze û birîna rêkê bû daku nehêlin çi hêzên hewarhatinê ji firqa Zakoyê bo dijminî bên û dîsa da ku lîwa Bêgova jî bihête çemberkirin.

Êrîşe:
 
Grûpa yekê ku grûpa serekîya êrîşê bû û berpirs bû ji rizgarkirina navenda nahiyeya Kanîmasê bi her du fewcên caş û leşkerî, bingehê polîsa û avahiyê nahyeyê û 27 çeperên derdura Kanîmasê, piştî tarî ketye erdî, hêdî-hêdî bi rê ketin û berê xwe dane Kanîmasê, piştî ev hêze nêzîkî gundê Mayê bûyî hate parvekirin li ser 4 grûpa yek ji wan bo çeperên Kanya Ta û çiyayê bakûrê Kanîmasê, hêzek jî ji bo çeperên çiyayê Baroxê li başûrê Kanîmasê û yek jî ji bo çeperên Girên Sor li alîyê rojhelatî, grûpa çarê jî ku grûpa serekî ya êrîşê bû dinav kavlên gundê Mayê û hindavî gundê Dêrîşkê ra xwe gehande ber dîwarên fewca leşkerî li nav Kanîmasê. Ev hêza serekî jî bû 3 grûp û yek ji wan di navbera gundê Dêrîşkê û Kanîmasê ra xwe gehandine ber dîwarê fewcê yê başûrê rojavayî û grûpa duyê jî cihên xwe li ber dîwarê alîyê bakûrê rojava girtin û grûpa sîyê jî ku, ew dê êrîşê dest pêken, xwe gehandine ber dîwarê alîyê bakûrê fewcê û grûpeke 5 kesî ji wê grûpa li ser zikî xwe xişandin û xwe gehandine dinav fewcê da û li wêrê cihên xwe girtin û ew li hêviya helatina taveheyvê ku, nîşana destipêkirina êrîşê bû, man.
 Ji hejî gotinê ye ku ta ku pêşmerga xwe gehandye ber dîwarên fewca bi dehan seyên derdora fewcê bi rewîna xwe keftine dûv pêşmerga, lê ji bo şansê şorşigêra yê baş wê şevê daweteke gerim li gundê Dêrîşkî hebû ku, dikevîte bi rex fewcê ve û dengê stran û dahol û zirinayê ew mişar tijî deng kir bû û çendî seyên fewcê qelebalix dikir jî, lê dîsa jî dengê wan bi ser dengê stran û dahol û zirrina nedikefit û wê dîlanê wekir ku pilana pêşmergey gelek serkeftî birêve biçe.
 Helbet fewca çaşan û bingehê polîsa û avahiyê nahîyeyê û hindek cihên din li nav Kanîmasê ji ber ku hêza pêşmergey têra hemû cihan nedikr çi hêz bo wan nehatine terxankirin û ew man bo qonaxa duyê ya êrîşê.
 
 Dest li ser lepka tivengê ye û çav li helatina taveheyvê ye:
 
Çend katjimêreke pêşmerge li çembera fewcê û çeperên dijminî li ser zikê xwe ne û destê wan li ser lepka tivengê ye û çavê wan li serê çiyayî li rêya helatina taveheyvê ye ku dê mizgînya serkeftinê digel xwe bîne.
 Mîlê katjimêrê geheşte ser 11ê şevê û li ber serê çiyayî hêdî-hêdî spyatiyek diheltêt û pêşmerge jî çavê xwe li ser armancên xwe mukum diken. Nuha katjimêr bû 23:15 û  heyîv hindî werîsekî ji çiyayî bilnd bûye û bi dêmê xwe yê geş silavê dide pêşmergan. Dibersiva silava wê da yekemîn gula bazokê ji alîyê bakûr ve veweşiya nav dilê fewca dijminî û êdî mişara Kanîmasê û bi çiyayên derdorê ve tev bûn bizotekê agirî û her der li dijminî bû dojeh. Êdî di çend çirkeyeka da ew dever ji rûbarê Zêy alîyê rojhelat ta rûbarê  Xabûr  alîyê rojava û ji çiyayê Metîna  alîyê başûr ta çiyayên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê alîyê bakûr ew dever tev bû yek parça agirî û agir ji her alî bi serê dijminî da dibarî.
 Digel teqa destipêkê grûpa 5 kesî ku dîwarê fewcê birîbû û li alîyê bakûr dinav fewcê da damezrabûn digel hersê grûpan dî ku dora fewcê girtibûn dest bi êrîşê kir di 15 deqîqeyên pêşîyê da bakûrê fewcê hemû kefte destê pêşmerga û grûpa ku ji alîyê başûrê rojava ve êrîş înayî wan jî piştî şerekê dijwar û gelek gerim başûrê fewcê êxiste bin kontirola xwe. Êdî her du grûpa hewilda li nîva fewcê bigehne hev û bi wî şêweyî jî hemû fewcê kontirol ken, lê ji encamê gullebarana dijwar û gerimbûna şerî agir bi depo ( mexizena ) çek û teqemenya dijminî kefit ku li nîva fewcê bû û êdî golletop û corên din yên teqemenyan bihevre diteqîn û saçme û agirê wan ji 200 mitra pitr li derdora xwe belav dibû.
 
Pêşmergeyên her du hêza dinav pêlên agirî ra hevdû hembêz dikin:

 Herçende peqîna gule û teqemenîyên depoyê piçek bû astengek ku her du hêzên pêşmergey li nîva fewcê bigehnehev. Lê dîsa jî ew yek neşya bi yekcarî rêkê li êrîşa wan bigre û her du grûpan pêşmerga ji bakûr û başûrê ve dest pê kir û fewcê ji hêzên dijminî paqij kir, û piştî katjimêrekê êdî pêşmerga dinav pêlên agirî ra xwe gehande hev û hevdu li nîva fewcê hembêz kir, (filmê vîdyoyê yê vê dastanê heye û mirov di filmê vîdyoyê da dibîne ka çewa şehîd Xisro Bamerinî tivenga wî didesta daye û di nav pêlên goriya agirî ra derbaz dibe).
 Li dora katjimêr yekê şevê êdî hemû baregayê fewcê hatbû kontirolkirin û pêşmergey destipêkirbû leşkerên dijminî ji tunêl û çepera derdixistin û dîl dikrin. Grûpa alîyê başûrê fewcê hemû bi silamet bûn, lê ya bakûr li ser dîwarê alîyê rojhelatê fewcê keftineber şêlkeka gula û pêşmerge Yusif Koçer şehîd bû û pêşmergeyekê dî jî birîndar bû, ku nuha jî ew pêşmerge kêmendam e.
 Katjimêr 2î şevê pêşmerge gelek birsî bibûn, leşkerên dijminî gwîzên wan gunda çinîbûn û li cihekî li başûrê fewcê li ber tavê raxistibûn, pêşmerga jî xwe bi wan gwîza têrkir.
 
Piştî mizgînya serkeftinê nûçeyeka xemgîn:
 
Di vî demî de xeber hat ku Mihemed Salih Botî berpirsê Komîteya PDK a Amêdîyê di êrîşa çeperên Girê Sor li rojhelatê Kanîmasê şehîd bûye û 3 hevalên wî yên pêşmerge li gel wî birîndar bûyne. Divî demî de fewca çaşan ku baregayê wan di Kelhê û xestexanê daye hêşta pêşmergey êrîş nebiryeser û ew yê şerê pêşmergeyî diken. Ji ber hindê jî ew bûn weke pêjanekî di navbera hêzên pêşmergey yên li fewca leşkerî û yên çeperên Girê Sor da, jiber hindê jî ne hêza pêşmergey ya fewcê dişêt di hewara hêza Girê Sor biçît û ne jî hêza Girê Sor dişêt termê şehîd Mihemed Salih derbazket û berev baregayê fewcê û paşî jî bo alîyê gundê Bêduhê biben, biçe.
 Lewma jî hêzeka taybet li nav baregayê fewca leşkerî hate pêkanîn û vê hêzê êrîşeka wekî birûskê bire ser fewca çaşan û hêzeka dî jî ji baregayê fewca leşkerî bi çekên BKC û RBG piştevanî li êrîşa wan kir bi kêmtir ji 15 xuleka baregayê fewca çaşan jî kefte destê pêşmergey û çeperên Girê Sor hatine girtin. Her li wî demî xeber hat ku çeperên çyayê Baroxê jî hatine rizgarkirin û hemû pêşmergeyên wî bereyî jî bi silametin.

 Sibezûye û hêşta dengê tivenga li çyayê jûrî xweş tê:
 
Vê gavê piranya cihên giring hatine girtin, lê hêşta dengê şerî û teqê gelek xweş têt li çyayê bakûrê Kanîmasê û Kanyata û li nêzîkî katjimêr 6 sipêdê, piştî hindek hêzên dî yên pêşmergey di hewara wê hêzê çûyîn ew çiya jî hemû hate kontirolkirin û kefte destê pêşmergey.

 Rojderkefit û êdî leşkerên xwe veşartîn diyar dibin:

 Bi şev dema êrîşê destipêkirî êrîşeka hinda bilez û dijwar bû ku dijmin negeheşt bû ne birevît û ne jî xwe baş veşêrît. Jiber hindê piraniya leşkeran diçeperên di erdî da hatînekolan, tunêlan, bin teneke û totya, bin betenî û textên nivstinê û li nav teraş û şînkatyan da xwe veşart bûn û bi şevê ji ber ku hem tarî bû û hem jî pêşmerge bi şerî ve mjûl bûn, hejmareka mezin ya leşkeran di van cihan de mabûn veşartî. Lê demê bûye spêde û rojderketî êdî wekî dibêjn (rim di tûrî da nehate veşartin) û pêşmerge bi wan ciha keftin û bi sedan leşker û ji bin wan dera derêxistin û dîlkirin. Ji hejî gotinêye ku fermandê fewca leşkerî rayd Sbîhh Ebuş û milazim Ximîs Elî Hisên û milazim Mihemed Kazim Ewîd tevî nêzîkî 15 efserên dî jî bi dîlî keftine destê pêşmergey. Di nav kuştyan jî da 12 efser hebûn, ji wan jî wekî neqîbê îstîxbaratê Casim Mihemed Hirbî û milazim Hisên Fazil Kerîm û gelekên dî hebûn.

 Efserên dijminî nizanin kanê eve birûsk bû yan êrîş!

 Mihemed Hisên Elfelahî ku pila wî (reîs ´erîf) bû û berpirsê dezgayê bêtela baregayê fewca Kanîmasê bû û j alîyê pêşmergey ve hatbû dîlkirin, dibêje:”Her 5 deqîqa carekê diviya bû min dezgayê bêtelê vekirba û peywendî digel baregayê lîwa Bêgova bikira. Ji nişkekê ve şêlkeka bi hêz ya golên Katyoşa destipêkir!! ( helbet pêşmergey çi cara çekê Katyoşa nebûye, şêlka ku wî behis dikir, şêlka gulên RBG yan bû neya Katyoşa) ez yekser û bi lez bezîme ser dezgayê bêtelê û min lîwa Bêgova agehdarkir ku êrîşe li ser me, wan jî bersiva min da û got: helwêstî bide me ka rewş çewaye, belê ez negeheştim hîç bersiva wan bidem ji ber ku yekser ez hatime dîlkirin, yanî ez bawer dikem vê pirosê hemîyê tenê 5-7 deqîqa vekêşa. Kewate em negeheştîn çi tiştekî bikeyîn beramber vê êrîşê ya ku ta nuha jî ez hêşta tênagehem çewa hosa bi lez pêşmergey dest bi ser wê fewca wesa asê da girt. Ez bixwe7 sala li bereyê şerê Îran-Îraqê bûm û bi dehan êrîşên mezin û bi hêz min dîtîne lê hêşta min êrîşeka hosa bi lez û hêz nedîtye û ez nukejî nizanim gelo ev êrîş bû yan birûske bû.”
 Li hemû bereyan armancên qonaxa yekê di destê pêşmerga dene û êrîş berdewame ji bo girtina armancên qonaxa duyê:
 Nuke fewca leşkerî, fewca çaşan, çeperên Girê Sor il rojhelat, çeperên çiyayê Baroxê li başûr û çeperên çiyayên nêzîkî sînorê bakûrê Kanîmasê tev di destê hêzên pêşmergey da ne. Li bereyê Kanîmasê nuha tenê bingehê polîsan, navenda nahîyê û çeperên devera Serzêrî li rojhelatê bakûrê Kanîmasê li ser sînorê Tirkîyeyê mane.
 Hêza bereyê Gabnêrkî jî (5) binke û çeperên dijminî yên çiyayê Gabnêrkî girtîne û ew zincîreçiyaye hemû ji çaşan pakij kirye û şer li ser her du fewcên çaşan yen gundê Ravîna ye, û her wê hêzê li ser cada Kanîmasê- Bêgova li başûrê gundên Elkuşkê û Batûfa Seyda rêka revê li çaşan birye ku berev fewca Sotkî û lîwa Bêgova nerevin. Her li wê kemînê serok caşekî ku neviya xwe bidete destê pêşmergey û şer digel pêşmergey kir hatekuştin û termê wî di destê pêşmergey deye.
 Li bereyê fewca Sotkî jî çiyayê Badokê  ku dikevîte hindavî gundê Tişîşê û çeperên hindavî gundê Xişxaşa li başûrê fewcê hemû ketine destê pêşmergey û nuke fewca Sotkî jî diçembera pêşmergey daye.
 Li bereyê çiyayê serê Hemê jî, (çiyayê serê Hemê bi xwe ku dikevîte bakûrê rojhelatê Bêgova 5 bingehên dijminî hatîne girtin û ew çiya hemû hatye rizigarkirin û 4 bingehên dî jî yên dijminî li devera Girka (ser rêka Kanîmasê-Bêgova) hatîne girtin, nuha jî hêza vî bereyî li ber êrîşên lîwa leşkerî ya Bêgova di berxweedanê daye. Li vî bereyî jî şer gelekê gerim bû û li  devera gundê Girka her du pêşmerge Seyd Yasîn Abdulqadir  ji rêkxirawa Şoriş a ser bi komîteya Duhokê  û Salih Selîm ser bi komîteya Zaxoyê şehîd bûn. Lê ev hêza qareman şiyaye hemû çeperên vê deverê rizgar biket û ji alyekî ve fewca (24) ya çaşan li Sotkî û j alîyê dî ve lîwa Bêgova bêxîte di çembera xwe da.
 Li bereyê Zirêze jî hemû çeperên Siwara Bena û derdora gelîyê Zirêze û ta gundê Dêmka hatine rizgarkirin û rêka Bêgova- Batufa hatiye kontirolkirin ji bo ku j alîyê Zaxoyê ve ti hewar ji bo hêzên şikestîyên dijminî nehêt.

 Êrîşa duyê jî berî têştê destipêkir:
 
Dem nêzîkî katjimêr 7ê sipêdê ye û hêzeka pêşmergey digel hêzeka Bergirî Milî destikeftiyan, bi tormibêlên dijmnî, yên ketîne destê pêşmergey, dikêşine gelîyê navbera gundên Mayê û Bêduhê li bakûrê rojavayê Kanîmasê û hêzeka dî ya êrîşiker li başûrê baregayê fewcê û li hindavî bingehê polîsan û nahîyê kombûn û bi bilndgoyan bi hersê zimanên kurdî, erebî û aşûrî agehdarî dane polîsan û dezgayên dî yên Bassya li Kanîmasê ku şerî neken û teslîmî pêşmergey bikin û herwesa hêzên pêşmergey xelkê Kanîmasê agadar kir ku ji xanîyên xwe derinekevin ta ku şer bi dumahî têt da ku tûşî çi nexoşya nebin.

 Leşkerên dijminî li ber pên pêşmerga xwe veşartine:
 
Ew dîmen çi cara jibîra pêşmerga naçe demê wan li ser dîwarê jêriya fewcê bi bilndgoyê gazî polîsa dikr, ew hind dibînin li ber pên wan 9 leşkeran xwe di nav teraşkeka biçûk da veşartine û pêşmerga ew jî bi dîl girtin.
 
Êrîşa paqjikrina Kanîmasê destipêkir:

 Paşî jî êrîşê bo ser bingehê polîsan û vahiyê nahîyê destipêkir. Ji ber ku avahîyê wan gelekê asê bû, pêşmerga kadiroyekê leşkerî li ser destên xwe bilnd kir û hilda ser banê baregayî da ku ji banî ve êrîşê bikenê, lê taku pêşmerga ew bilnd kirye ser banî, dû pêşmergên dî zivrîn di dergehî ra êrîş bire ser polîsên nav baregayî û hemû dîl kirin. Roja 14/9 hemîyê pêşmerge bi pakijkirina navenda Kanîmasê di mijûl bûn û gundê Dêrîşkê û ew mişar bigştî hate pakij kirin û bi sedan caş û polîs û çekdarên rijêmê bi êxsîrî hatine girtin.
 
Şerê pêşmergey şerekê bi tore û exlaq e:
 
Tiştê herî balkêş di vî şerî de ew bû ku, ew êrîşa hinda berfire û ew şerê hindê dijwar ku têda bi sedan kes ji leşker û caşên dijminî hatine kuştin û dîl kirin, û tevî vê jî  ku, şerê mezin li nav Kanîmasê û gundê Dêrîşkê bi xwe jî bû û gelek caş di malên wan de hatine dîl kirin, lê dîsa jî yek kes jî ji xelkê sivîl bi çekê pêşmergeyî nehate kuştin yan birîndar kirin. Eve jî wê çendê diyar diket ka şoreş û pêşmergê wê çend dihişyarbûn li ser parastina giyanê xelkê sivîl.
 
Hewara dijminî jî şikestineka baş xar:
 
Roja 14/9 hêzeka dijminî ya mezin ji leşker û çaşan bi piştevaniya helîkopiter û tang û zirîpoşa ji lîwa Bêgova bi rê ket da ku di hewara hêzên xwe yên şikestî bihên, lê pêşmergên bereyê Girka- Serê Hemê gorzekê giran li wê hêza dijminî da û şiyan hejmareka başa leşker û çaşan jê bikujin û digel sotina çend tirombêl û zirîpoşan û ew hêz careka dî ajote di baregayê lîwa Bêgova da.
 
Roja 15/9 qonaxa duyem ya êrîşê destipêkir:

 Piştî Kanîmasê bi temamî hatiye rizigarkirin, li roja 15/9 hêzeka rêveberî dinav Kanîmasê da ma û hêza êrîşiker jî bû dû grûp û grûpek digel dr. Roj Nurî Şaweys bi tirombêlan berev rojavayî ve keftine rê da ku digel hêza bereyê Gabnêrkî hev bigrin û bi hev re êrîşê bibne ser her du fewcên çaşan li gundê Ravîna û bi rastî di êrîşeka kêmtir ji katjimêrekê da her du fewc hatine girtin û di encam da, ji bilî komeka mezin ya çaşan, dû serokcaş jî hatine dîlkirin ku yek ji wan ji Kanîmasê revîbû û xwe gehandibû wêrê û yekê dî jî herwekî meberî nuha diyarkirî li jêriya gundê Batufa Seyda hate kuştin. Piştî girtina her du fewcên çaşan li Ravîna, vê hêzê êrîşa xwe berdewam kir berev alîyê rojava ve.
 
Pîremêrek 9 çaşan bi lûliya dasê dîl û êxsîr dike:
 
Bi rastî ez neşêm ji vêrê derbaz bibim û behsa vê rûdana balkêş nekem. Pîremêrekî 60 salî ku Bassiya mala wî ji Duhokê derêxistye û li gundê Bazê li ber çiyayê Metîna li ba kurê xwe yê pêşmerge akncî bûye. Ew rojekê berî şerî çûye gundê Ure li ser sînorê Tirkîyeyê ku belkî hindek arî bo mala xwe li wan dera bikrît, lê dema şerî destipêkirî wî viyaye bizvirîteve mala xwe ji ber zarok û malbata xwe. Pîremêr yê bê çeke û tenê dasek di çantê wî daye. Demê ew li roja  15/9 ji alîyê bakûr ve têt da ku li cada Kanîmasê-Bêgova derbaz bibe û berev çiyayê Metîna biçe, li nêzîkî cadê li jêriya gundê Elkuşkê, ew hind dibîne ku ew hate di nav komeka çaşan da ku ji 9 kesa pêkhatine û hemû bi çek û fîşek û narincoka dirapêçayîne, êdî pêremêrê me nekire nemerdî û xwe havête pişt berekî û dasa xwe ji çantey derêxist û lûlya wê dana ser berî û gazî kire çaşan: xwe teslîm ken berî hûn hemû bihêne kuştin! Êdî çaşan bi hevre tvengên xwe havêtine erdî û destên xwe bilnd kirin. Wî jî piştî caş ji tvenga dûrxistîn derzîkên tivenga hemû tivengan jêderêxistin û kirine di çantê xweda û tivengên çaşan bi milên wan vekirin û tivengeka dirust jî bi milê xwe vekir û caş dane pêşiya xwe û anîye baregayê Komîteya Amêdîyê li gelîyê Bêşîlê li pala çiyayê Metîna.

 Rêka revê jî j bo dijminî nema û ew berev tirkî direve:

 Her wê rojê grûpa duyê jî berê xwe da devera Serzêrî ku nêzîkî 10 çeper û bingehên dijminî li wê deverê hebûn. Ta ku Kanîmasê bi temamî hatye rzigarkirin delîve bo leşkerên van çeper û bingehan çêbû û wan hemû çeperên rojava ku dikevne bi alîyê Kanîmasê ve berdan û li du çeperên ku dikevne ser hêla sînorê Tirkîyeyê kombûne. Çiyayê Kurê Zêrî gelekê bilnde û dikeve hindava devera Serzêrî li vî alîyê sinorî û hindavî Deştanê û Çelê li alîyê tirkî û nuha jî divê pêşmerge bi çend katjimêreka bi ser wî çiyayê bilnd bikevin taku digehne xala sinorî.

 Pêşmerge xwe bi gwîza digehîne serê çyayê Kurê Zêrê:
 
Her ji sipêdeya roja 15/9 pêşmergey ji navenda Kanîmasê berê xwe da devera Serzêrî û armanic jî girtina çiyayê Kurê Zêrî ye ku ji wêrê kontirola hemû devera Serzêrî, Berbîrê, Helwe û li alîyê dî yê sinorî jî Deştanê û qeza Çelê tête kirin. Geheştina vê gupîtka binlid jî rêka nêzîkî 5 katjimêran e. Ji ber hindê jî pêdvî bû ji bo vê hêza êrîşikera pêşmergeyî xarin û harîkariya locstî bihataya amadekirin, ji ber ku rojeka temam şer û serkeftina çiyayî bê nan û xarin gelek zehhmete. Lê mixabin berpirsên êrîşê şaşiyeka mezin kirin û berê pêşmergeyî bê xarin û harîkarya locstî dane vî şerî. Lê pêşmerge weke hercar divê di tengaviyan de jiyana xwe bi destên xwe misoger bike û ji gelîyê Ser Gwîza  ku gelek gwîz lê hene pêşmerga gwîz çinîn û kirine di çantikên xwe de li şûna nan û xarinê, xwe bi xarina gwîza gehandine serê Kurê Zêrî û bi vî şêweyî ew şiyan rojeka temam bê nanxarin li çiya serkevin û di heman demê da jî şerî biken, ta ku bi şev zivrîneve Kanîmasê. 
 Piştî pêşmerge geheştîne cihê destinîşankirî, şerî dest pê kir û hêza dijminî xwe li ber agirê pêşmergey negirt û revîne nav axa tirkî û li Deştanê xwe danedest leşkerên tirkî.
 
Bergirî Milî destikefta ji meydana şerî vedguhêzin û pêşmerge jî di êrîşên xwe da berdewam in:

 Hêzeka Bergirî Milê ku bi pêşmergeyî re bû, dest bi veguhastina çek û guleyên ku li wan bingeha ketbûne destê pêşmergeyî, kir û hêza pêşmergeyî jî digel tariya êvarê geheştine Kanîmasê û Dêrîşkê û li mala belav bûn bi wê hîvîyê ku piştî dû şev û dû rojên şer û westiyan û birsê vê êvarê li van malên ku bi germî pêşwazî li wan kirîn şîveka xweş û bi tam bixon. Lê hêşta parîyê yekê di gewriya wan de berêve ne bibû, ew bi rêka dezgayê bêtelê hatine agehdarkirin ku fewca çaşan ya Sotkî hêşta nehatiye girtin û divêt her nuha ew bi rê bikev in da ku êrîşê bikene ser wê fewcê . Ta ku ev hêza pêşmergey geheştiye wêrê ew fewc jî ketbû destê pêşmergeyî.
 
Pêşmerge hêlên berxwedanê dadimezrînin:
 
Êdî ferman bo wan hat ku divêt xwe bigehînne deşta Çeqela û Birîfka ji ber ku dijminî hêzên xwe hemû li baregayê lîwa Bêgova komkirine da ku êrîşê bînîte ser cihên ku pêşmergeyî girtine.
 Ji xwe berê jî her du hêlên berxwedanê li Zirêze û  Serê Hemê-Girka hatbûne danan. Lê nuha hêzên dî ji pêşmergeyên êrîşker jî xwe gehnadne wan hêlan û ew bi temamî kontrol kirine. Herwesa ji bo piştevaniya hêla Girka-Çeqela û Serê Hemê topeka 120 ml ya pêşmergey li devera Navgira li navbera gundê Babîrê û Bêlîzanê hate damezrandin û lîwa Bêgova, Kelha Bêgova û devera Çeqela keftine bin agirê vê topa ku çi goleyên wê perwe nedçûn. Birastî jî ew bû baştirîn piştevanî bo hêza pêşmergey li wê deverê.

 Li bereyê Girka-Çeqela mam û biraza bi hevre şehîd bûn:

 Evroke 15/9 jî dijminî dîsa êrîşeka dî bi piştevaniya tang, top û helîkopitera îna ser hêla berxweedana pêşmergey li bereyê Girka-Çeqela-Serê Hemê, lê vê carê jî şansê dijminî ji carên dî baştir nebû û piştî hejmareka kuştî û birîndaran jê keftîn dîsa bi revê xwe gehande nav baregayê lîwa Bêgova. Piştî vê şikestinê dijminî viya tolên xwe ji pêşmergey veket û jiber hindê jî ciihên pêşmergey bi dijwarî dane ber agirê topa û di encamê vê topbaranê da du pêşmergên Bergirî Milî bi hevre şehîd bûn ku her du mam û biraza bûn û ew jî Ezîz Mihmed Hisên Tovî û Mistefa Hisên Meruf Tovî  bûn.
 
Li bereyê Zirêze jî şikestin her para dijminî bû:
 
Her li roja 15/9 dijminî ji du alyan ve, bi hêzeka mezina leşker û çaşan, bi piştevaniya helîkopiter, topixane, tang û zirîpoşan êrîş anî ser hêla berevanya Zirêze. Hêzeka dijminî ji alîyê rojhelat ji baregayê lîwa Bêgova ve û yeka dî jî ji alîyê rojava ji lîwa Batûfa ve êrîşeka mezin kire ser hêzên pêşmergey li Zirêze, Siwara Bena û Dêmka. Lê hêza dijminî şikestineka mezin xar û pêşmerge şiya divî serî da hindek cihên nû jî bidest xwe ve bînît û hêla xwe ya berxwedanê mukumtir lê biket. Ji hejî gotinê ye ku divî şerî de 2 pêşmergên hêza Bergirî Milî birîndar bûn.
 Herwesa dijminî ji Bêgova êrîşek berev Serê Hemê, Girka û Çeqela anî, lê piştî şerekê giran dîsa ew hêza dijminî şikest û revîne nav lîwa Bêgova ve.
 Nuha armancên ku pêşmergey ji bo xwe danabûn hemû didestê wan dane û êdî li beramber êrîşên dijminî ew çeperên berxweedan û berevanîyê didamezirînin.
 Hêzek, her wekî me li pêşîyê jî diyar kirî li devera Zirêze li ser rêka Bêgova – Batûfa hate damezrandin ku ji pêşmerge û Bergirî Milî yên ser bi Komîteya Zaxoyê pêkhatbûn û hêza dî jî li devera deşta Çeqela- Birîfka û Girka li ser rêka Kanîmasê- Bêgova hate damezrandin ku ji pêşmerge û Bergirî Milîyên ser bi Komîteya Amêdîyê û pêşmergên baregayê Liqa 1 û rêkxirawa Şoriş ya ser bi Koîteya Duhokê ve pêkhatbûn.
 
Li hêla bergirya Girka- deşta Çeqela û Birîfka-Serê Hemê şer gelekê germe:
 
Li roja 16/9 hêza ku ji Serzêrî zivirî bû û hêza êrîşikera Ravîna û hêza ku berê li bereyê serê Hemê-Girka bû, wan hemû hêzan hevgirtine u hêleka berxwedanê ya mukim, ji çiyayê serê Hemê û heta Çeqela û Birîfka û gundê Girka damezrandin. Bi danana vê xeta bergiriyê, hem lîwa leşkerî ya Bêgova êxistine di çemberê da û hem jî bereyekî bihêz dana ji bo bersîngirtina êrîşên dijminî ku nuha hemû hêza xwe êxistye karî da ku deverên ji destdayîn dagîrbiket ve.
 Hêza Serzêrî geheşte sêryana Kanîmasê-Babîrê-Bêgova li cihê gundê Birîfka yê nû û li wêrê digel hêzên dî hevgirtin.
 
Hêzên şikestîyên dijminî di dijeêrîşên xweda di berdewam in:

 Êvarya roja 16/9 dijminî bi hêzeka gelek mezina leşker û çaşan û bi piştevanya bi dehan tang û zirîpoşan û li esmanî jî bi piştevanya firokên helîkopiter êrîşeka dijwar anî ser çeperên pêşmergey. Her ji alîyê rojava yê çiyayê serê Hemê ( pişta gundê Çelka kevin ) û heta cihê gundê Birîfka ya nû şerekê gerim destipêkir, lê germitrîn xala şerî keftiye sêryanê, sêriyana Birîfka nû û pêşmergey êrîşa dijminî şikand û pêşmerge di dûv da çû heta gihiştîn çeperê ava Tehtka li navbera gundên Birîfka û Çeqelaku, ew  jî girtin û agir berdayê.

 Rêka navdewletî dimetrisîyê daye û dijmin hewara xwe dibe ber hikûmeta tirkî:
 
Piştî ku dijminî ew devera hinda berfire ji destdayî û ajansên cîhanî diyarkirî ku rêka navdewletî ya navbera Îraq-Tirkîyeyê li devera Zaxo dimetrisîyê deye û nuha hêza pêşmergey gefa li wê rêkê dixwe, dijmin har û dîn bû û rojane hemû hêza xwe kom dikr û dirindetrîn êrîş bo ser deverên rizgarkirî dikrin, lê li hemû bereyan her şikestin dixwar û rojane bi dehan leşker û caşên xwe ji dest didan. Ji ber hindê piştî zanî ku hêza wî bitenê derheq pêşmergey derinakeve, rabû wekî gelek carên dî hemahengî digel hikumeta tirkî kir û bi helîkopitera leşkerê xwe ji Zaxo di ser axa tirkî ra derbaz kir bire devera Deştanê li nav axa tirkî da ku ji wî alî ve hewl biden cihên ji destdayîn bigrin ve. Lê dîsa jiber hişyarî û çelengya pêşmergey, dijmbî  di xwe ra nedît ku ji wêrê jî êrîşê biken.

Rizgar Kêsteyî

[email protected]

 

Amadakirin bo tîpên latînî
Nasrat Hacî

Nêrînek

  1. Destxoşyê li hêjayan kak Rizgar î o kak Nesret î dikem bo evan bîrewerya. Bi qehremanya wan pêşmerga ewêt pişikdarî di vê dastanê o gelek dastanêt dî da krî o bi xîna hemî şehîda evro alayê Kurdistanê yê bilinde li ser ciyayêt me.Gelek ya giringe ko em van dastana o wê xebatê ji bîr ne keîn. Zor supas brayêt hêja o her di serkeftî bin

  2. Destxweş kak Rigar. karekê gelek pîroz kir te ev dastana mezin ya pêşmegeyên mêrxasên Liqa Yek a PDK bi xandevanan da nasandin. Xwezî hemû pêşmerge bêrewerî û bîrhatinên xwe binvîsin da ew dîroka zengîn û rojên pêroz pir serwerî winda nebin. Bawerdikim gelek kes xwe di nav vê dastanê de dibînin. berdewam be dastanên din jî binvîse.

  3. Rojên tarî û bi tirs, dema ku jehr,agir û pêtî li ser me dibariyan li dawiyê man. Êdî dem hatiye ku em bi serkeftinên xwe şad bibin. Gelê me gelek destanan bi xwîna xwe ya sor tomar kirine.Eger ji berhemê xwîna şehîdan û lehengiya Pêşmergên qehreman nebûna me çi car van rojên xweş nedidît. Lewra divê çicar em nankoriyê li keda pêşmergan nekin û pêşmergan piçûk nexînin. Rêzdar R. Kêsteyî jî ji wan pêşmergehên mêrxase ku li wê demê singa xwe kiribû mertal û tivinga wî di destê wî de bû û davêt ser çeperê dijminî. Ew bi xwe şahidê wê serkeftina pîroze.Destê wî û hemî Pêşmergên wê destanê saxbe.

  4. kak rizgar sipas bo danasina ve dastane u hindek ji jyana pesmergatye eve samanek netewi ye di ve bet nivesin u parastin ji bo nifse betin de da bibit palderek bo hestkirin bi hebuna xwe wek gelek zindi u qehreman

  5. Tu her bijî Rêzdar Rizgar Kêsteyî bu vî karê Pîroz. Rastî eve xweshtirîn berhemê kurdîbu ku min xandî di demekî gelekî dirêj de. Hîvîdarim ef nivêsîn bi wêne bête çapkirin u wek pertük ü bikeve di bazarê de. bi ya min ef cure nivêsîn giringtirînin ü pütviye pîtekê zêde bi pishtevanî ü tomarkirin u qeytkrin u dabeshkirin ü belavkirinê bête dan ji layê dezgehekî taybet bu vî karî. ev bi salane ez hewar dikim u dikim qêri li hemi diwana ku zanko u dibistanên kurdistanê bikene erk li ser her shagirteki ku bi akademî çîrok ü serpêhatî ü bîreweriyên hemu peshmergên zindî ji devê wan wergirin u tomarken ku di pasherojê da bi 1000an Pirtükên wek nimuna vê nivêsînê bikevine di bazarîda. Min bawerî heye ku bi 1000an bashtirîn pirtük li ser vî babetî di nixaftîne ü yêl hîvya me. destxweshiyek bê dawî bu vî karê pîroz Xalê rizgar, min wextek gelek xwesh borand li gel xandina vê dastana ku hiviye rojekê bibîte pirtuk, sinyario u pashi filmeki sinemayi

  6. Silav û rêz kekê Rizgar Kêsteyî !\r\nEz berî her tiştî gelek desxweşî li kek R.Kêsteyî dikim û dibêjim xwezî me 200 kesên mîna wî kurdperwer, dilsoz û xemxor heban.\r\nHerçende ez kak Rizgar ji dûrve dinasim, lê baş dizanim ku ew helbestvan, nivîser, roşinbîr, Pêşmerge, Zîndaniyê siyasî û qehremane û sed heyf û mixabin îro gelek kevne caş,sîxor û kevne Baasî bûne tişt û teba û xwedî cihên bilind û destkeft û qehremanên mîna kek Rizgar jî hatine j bîr kirin. Ez bixwe yek ji wan Pêşmerga bûn ên ku di Dastana Kanîmasê de pişkdarî kirîn û wî demî jiyê min 15 sal bû û ez taze bibûm Pêşmerge, lê baş bîra min tê ku herçende kak Rigar wî demî kadrekî siaysî-rêxistnê jî bû lê ew yek ji wan kdroyan bû yên ku rolê here serekî di vê Dastanê de heyn. aş tê bîra min ku D.Roj Nurî Şaweys ku serperştiya vî şerî dikir çend kadrên leşkerî yên ku rolên serekî di dastanê de dîtîn xelatkirin û ji kadrên siyasî ji naa 20-30 kesan tenê kek Rizgar Kêsteyî û kek Ebdulxaliq Babîrî xelatkirin ku her yekîji wan kilaşînkofek diyarî danê. Xwezî gelek kesên din ku ev bîrhatin û pêzanîn pê rene wek kak Rizgar nivîsîban û belav kiriban ji ber u eve dîrûka me ya zindî ye. Gelek mixabin medya kurdî ku dewlet bi milyonan dolara li ber destê wan datîne rojekê jî xema vê dîrokî naxon.\r\nDîsa silav bo kak Rizgar Kêsteyî ku heta nuh jî wek Pêşmerge û ebatker û xemxorê welatê xwe di xebite û destê wî digvêşim.

  7. Silav !\nTiştek pir xweş bû cara yekê ye ez tiştek wesa xweş dixwînim û ez dibêjim nifşa pêş me hinekî xemsarin ku em xwediyê vê dîrûka ewqas zengîn lê heya nuha wan qet tiştek nedaye pêş çavên me ku em bizanin ka ên berî me çi kirine.\nEz hîvîdarim hemû pêş merge vê yekê bikin û bîreweriyên xwe binvîsin, ji ber ku ev beşeke pir giringe ji dîrûka me a nêzîk.\nDestxweş.

  8. Silav û rêz !\nHêja û rêzdaran Koçer, Hewar,Hecî, Îsmaîl, Hişyar, Karo û Reven, gelek supas ji bo komentarên we yên pir buha.Tiştê min nivêsî min xwest wek destpêkek destpêbikim û bîra hemû hevalên xwe bînim yên ku dişên tişta binvêsin da ku em vê dîrûka xwe ya nû ji mirin û nemanê rizgar bikin. Loma jî ez gazî hemû Pêşmerge, Zînadniyên siyasî û her kurdekî dikim ku bîrhatinên xwe û tiştê ku wan dîtiye binvêsin, her çewa be bila binvêsin, tenê bibe dekoment wê rojekê zarokên me wan ji xwe re bikin dîrûk, senaryoya filman û çîrok û stiran.\nDîsan min dixwest tiştekî dî jî bêjim ji bo hemû heval û Pêşmergên ku pişkdarî di van Dastanan de kirîn û di van rojan de jiyayîn, piştî ew van nivîsên min dixwînin eger dîtineka wan hebe yan têbîniyek ez dê gelek kêfxweş bim ku min bi rêka mailî agehdar bikin.\nSilav û rêz

  9. Silav û Rêz bu we tevan, yên ku belav kirîn yên ku xwandîn û tayîbet yê ku ev nivîse vehandî……….\r\n\r\nMamosta Rizgar Kêsteyî ji dil dest xoshiyê li te dikem bu ershîfkirina Dastana Kanîmasê û jiyan û jiyara devera Kanîmasê……..\r\n\r\nEve dibîte Ershîf û mirov dikarît li her serdemekî wek jêder mifa jê werbigrît, eve pêdvî ye bi bîte Pertûk……….\r\n\r\nHîviya serkeftinê..\r\n\r\nArmanc Egîd Nêrweyî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: