Polîtîk

Barzanî: Ez di demek musaîd de serdana Tirkiye bikim

Serokê Kurdistanê da xuyakirin, ku gelek guhertinên mezin li Tirkiye çêdibin û herweha Barzanî pêngavên îro li Tirkiye tên avêtin erênî nirxandin.Serokê Kurdistanê di hevpeyvîna  xwe de got, ku herçiqas ew pêngavên li Tirkiye tên avêtin biçûk jî bin, belê gerek biçûk nehên naskirin.

Amberîn Zaman pirs ji serokê Kurdistanê kir û got; kengî ew dê serdana Turkiye bikin. Barzanî di bersiva xwe de got: Dibê ku ez demek musaît serdana Tirkiye bikim, Lê herweha da kifşkirin ku heta niha bi fermî nehatiye vexwandin.

Di derbarê pirsa  avakirina hukumeta Iraqê û pirsa Kerkukê de jî serokê Kurdistanê got ku, Heta kurd beşdarîyê di hukûmeta nû ya Iraqê de bikin, divê maddeya 140-ê bite cihkirin û Kerkûkê bikeve di nava sînorê herêma Kurdistanê de, ji xwe destûra Iraqê bi xwe jî vê çendê dixwaze.

Li ser pirsa damezrandina dewleteka serbixweya kurdî jî, serokê Kurdistanê got:“ Ez weke kurdek weha dibînim, ku serxwebûn mafekî suriştîyê kurd e me ev maf ji dest nedaye. Belê me realita(rastiya) parçebûna kurd jî li ber çav girtiye. Ev çarparçebûna han jî, bûye rêgir û kelemên mezin çê kiriye.“

Back to top button