Nêçîrvan Barzanî tê xelatkirin

Rêvebirê ofîsa Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hewramî di daxuyaniyekî de ragihan du, Nêçîrvan Barzanî li Seul, ji aliyê serokê Koreya Başûr ve tê xelat kirin.

Di vê derbarê de berpirsê Ofîsa Nêçîrvan Barzanî ragihand  ku: “ Biryar e îro Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Korya Başûr bighe Seul a paytexta wî welatî û piştre wek baştirîn kesayetî bo bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Korya Başûr were xelatkirin.’’

Serbaz Hewramî berdewambûna daxuyaniya xwe de git: “ Salane Serokê Korya Başûr li ser astê cîhanê kesayetiyekê, ku karîbe peywendiyên stratejîk ligel welatê wî dirûst kiribe xelat dike, bo îsal jî Nêçîrvan Barzanî bo wê xelatê hatiye destnîşankirin. 

Destnîşankirina Barzanî bo wergirtina wê xelatê, bi wê yekê ve girêdayî ye ku kariye di dema serokwezîriyê xwe ya kabîneya pêncem de peywendiyên dûalî yên stratejîk û bihêz di navbera Herêma Kurdistan û Korya Başûr de dirûst bike.“

Nerîna min :