Erdogan: “Xweserî “têkbirina pêvajoyê ye
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan, doh bi minasebeta butçeya Tirkiye ya sala nû di parlementoyê de axavtinek kir. Erdogan di axavtina xwe de behsa rojeva siyasî Tirkiye kir û dîtina xwe li ser gengeşeya di derbarê “xweseriya demokratîk“ de gotin.
Erdogan di derbara “xweseriya“ ji aliyê BDP-ê ve tê gengeşekirin hinek tiştên balkêş gotin. Di vê derbarê de Erdogan got: “ Gengeşekirina xweseriyê şêlo kirina rojeva siyasiye. Ji berî hilbijarinan dixwazin cardin rewşa aram têk bidin. Gengeşekirina vê yekê wek vedana xefikekiyê li pêşiya pêkanîna demokrasiyê. Ev dîtin ji aliyê rêxistinên terorist û hevalbendên wan ve hatiye rojevê. Glo ew siyaseta ku benzînê li agir dikin feydê dide kî? Em dixwazin çi pirsgirêkên hebin bila bi awayek vekirî bêne gengeşe kirin. Em rê nadin ku kesek prosesa vekirina demokratîk sabote bikin.“
Berdewambûna axavtina xwe de Erdogan got: Rêxistina terorîst û duvên wê ji berî hilbijartinên giştî dixwazin rewşê tevlîhev bikin û karê taşeronî dikin. Em rê nadin van leyiztikên qirêj.