Li Êlihê panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî
Li Êlihê ji aliyê Komelaya Nûbihar-DER’ê ve panelek li ser Şêx Ehmedê Xanî hate lidarxistin.
Komeleya Nûbihar-DER li Êlihê seat di 14.00’an de û li Salona Konferans ya Gerînendeyê Çand a berê de li ser mijara Şêx Ehmedê Xanî panelek lidarxist.
Panel bi xwendina Qurana pîroz destpê kir. Di panalê de serokê AKP ya bajarê Êlihê Ziver Ozdemir, Cihgirê Serokê Şaredariyê Êlihê Serhat Temel, Berpirsyarên rêxistinên sivîl û hemwelatiyan beşdar bûn.
Di panelê de Abdullah M. Varli axaftinek kir û li ser jiyan û kesayetiya Şêx Ehmedê Xanî beşdervanan agahdar kir. Her wiha Doç. Dr. Abdurrahman Adak jî bang ji nivîskar û wergêran kir ku ji vê rojê şûnde berhemên xwe bi Kurdî binivîsin.
Panel bi xwendina helbestên Helbestvan û Perwerdekar Raîf Bîçer bi dawî bû