Civak
Li Kurdistana başûr bîlançoya hatûçoyê (Trafîk)
Berpirsyarê Çapemeniya Gerînendeyê Giştî yê Herêma Kurdistanê Qedir Salih bîlonçoya hatûçoyê (trafîk) daxuyand.
Li herêma Kurdistanê ji ber qezeyên hatûçoyê 601 hemwelatî jiyana xwe ji dest dan û 6 Hezar û 8 sed û 63 kes jî brîndar bûn. Ji van brîndaran 12 kesan jî jiyanên xwe bi awayekî berbend didomînin.
Berpirsyarê Çapemeniya Gerînendeyê Giştî yê Herêma Kurdistanê Qedir Salih di civînek çapemeniyê de îstatîstikên qezeyan hatûço ya sala 2010 daxuyakir.
Salih di daxuyaniya xwe de wiha got : Di sala 2010’an de tenê li Hewlêrê ji bo 333330 kesan re ehlîyet hate dayîn û ji van 18015 kesan jî jinin.