Cîhan

Konsolxaneya Misirê bi fermî li Hewlêrê hat vekirin

Duhî bi amadebûna Ehmed Abolxeyîs wezîrê derve yê Misirê û Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê konsolxaneya Misirê li Hewlêrê hat vekirin.
Di merasima vekirina konsolxaneya Misirê li Hewrê ku, Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanû, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, sefîrê Misirê yê li Îraqê û hijmareke wezîr û nûnerên welatên biyanî amadebûn, siruda niştimaniya Misirê û ya herêma Kurdistanê hatin xandin û alayê misirî li ser banê konsolxaneyê hat bilind kirin.

Di peyvekê de bi vê minasebetê Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê hikûmeta Îraqê got: Ev konsolxaneye remza têkeliyên navbera Misirê û herêma Kurdistanê ye. Ev pêngava hikûmetê Misirê ji bo xurtkirina têkeliyên di warê rewşenbîrî, abûrî û siyasî de destpêşxeriyeke baş e.

Wezîrê derve yê hikûmeta Misirê di peyvekê de got: Me serdana Bexdayê kir û digel Nurî malkî serokwezîrê Îraqê, Usame nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê û Emar Hekêm re hevdîtin pêkanîn. Di serdana me de bo herêma Kurdistanê em digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê civiyan. Nuha jê em konsolxaneya Misirê li Hewlêrê vedikin. Ez dê ji bo dîtina serokkomarê Îraqê serdna bajarê Silêm,aniyê jî bikim.

Wezîrê misirî got: Misir dê bo hemû derên Îraqê biçe, Misir dê li Bexdayê, Hewlêrê, Besrayê û deverên din yên Îraqê hebûna xwe îspat bike. Armanc ji vê yekê jî ewe ku Misir, ji bona emniyeta welêt, destê alîkariya bo Îraqê dirêj bike. Hebûna vê konsolxanyê ji bo her du aliyan baş e. bi rêya wê dê kompaniyên misirî bên Îraqê.

Ehmed Ebolxeyîs wezîrê derve yê Misirê di berdewamiya peyav xwe de rola serê herêma Kurdistanê û destpêşxeriya wî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bilind nirxand û got: Ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê ew destpêşxweiyeke baş bû, bi vê yekê Îraq kete di qonaxeke nû de.

Back to top button