Dosya

Nêçîrvan Barzanî: Pirsa 18 keçên kurd pirsek netewî ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê biryar da ku, ji bona şopandina dosyeya 18 keçên kurd yên anfalkirî, komîteyek bê pêkanîn û ew komîte dosyeya wan keçên kurd ku, di dema pêla enfalan de rijêma wê demê ya Îraqê bi Misirê firotne, bişopîne. 

Di civînekê de ku, îro roja çarşeşmiyê li bajarê Hewlêrê digel mela Yasîn Reuf serokê komîteyê û berpirsê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Misirê û her yek ji wezîrê edaletê, wezîrê karûberên şehîd û enfalkiriyan amade bûn, Nêçîrvan Barzanî got ku, pirsa 18 keçên kurd pirseke niştimanî ye û hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe û bi rêya hemû kanalên xwe dê wê dosyeyê bişopîne heta rastiya meseleyê diyar dibe.

Serokwezîrê daxwaz ji komîteya taybet bişopandina dosyeya 18 keçên kurd kir ku, bi hemû îmkanên xwe li navxwe, li Îraqê,  li Misirê û li her cîyekî pêwîst bike  li dûv vê meseleyê biçin û hemû rêyên pêwstî bikarbînin heta digehin encamên dawiyê û ev besele bê zelal kirin.

Di nav wê komîteyê de nûnerên kesûkarên wan 18 keçan, nûnerên rêxistinên medenî û kadiroyên yasazan cî digirin û her îro dest bi karê xwe dike.

Piştî civînê di preskonfrensekê de, serokê komîteyê û koordînatorê hikûmet û parlamentoyê got ku, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ev meseleye gelek bi cidî giritye divê ev pirs bê şopandin û rastî bê diyar kirin.

Back to top button