Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Komela Dadgerî kir

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, daxûyaniyek ragihand û pîrozbahî li Elî Bapîr û Komela Dadgerî kir…

Peyama Serokê Kurdistanê:

Bi helkefta dawî hatina karên kongreya çarem û hilbijartina bi Serokê Komela Dadgeriya Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li birêz Mamosta Elî Bapîr û serkirdayetiya nû û kadîr û endam û cemawerê Komel dikim û hêviya serkeftinê li kar û erkên wan da dixwazim.

Her bi vê helkeftê tekez li ser girîngî û pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên siyasî û pêkhatên Herêma Kurdistanê dikîn, birêz Mamosta Elî Bapîr û Komela Dadgeriya Kurdistanê jî wekî hêzekî siyasiyê diyar, dikarin roleke xwe ya ber bi çav li vî derbarî de hebê û em hemû pêkve ji bo rûbirûbûna gefên vê qonaxa hestiyare û parastina maf û destkeftên destûriyên gelê Kurdistanê û derbaskirina kêşe û qeyranan, teba û hevkar û hemaheng bîn.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
20.02.2021

Nerîna min :