PolîtîkRojev

Li himberî êrîşên dagirkeran em hêza xwe bikin yek

Welatê me Kurdistan ji derveyî îradeya gelê me bi çar perçeyan ve hatîye perçe kirin.

Eve nêzîkî sed salîye ku Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye , di meseleya  Kurdistanê de hemû pirs û pirsgirêkên di navbera xwe de datînin alîyekî û bi hevdu re planên rêlibergirtina azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bicîhtînin.

Dewletên dagirker  îro jî her cûre sîyaset, plan, kiryar û êrîşên  xwe li ser her çar perçeyên Kurdistanê didomînin.

Dewleta Tirkîyeyê eve 98 sal e ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, li hemberî kurdan siyaseteke nîjadperest, şoven û êrîşkar , sîyaseta dagirkerî, asîmîlasyon, înkar û îmhayê dimeşîne.

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê operasyonên leşkerî, desteser kirin, lêpirsîn, hefs, qedexe û rêlibergirtina xebatên sîyasî û ramanî bûye beşeke jîyana rojane.

Tirkîye  ne bes li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî êrîşên xwe didomîne.

Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serê Kanî û Girê Sipî dagir kirîye. Tirkîye dixwaze yekpareyîya axa Rojavayê Kurdistanê têk bide . Hêzên leşkerî yên bi  Tirkîye ve girêdayîne, her roj Kurdan direvînin, dikujin, dest datînin ser mal û milkên gelê Efrînê,  Serê Kanîyê û Girê Sipîyê. Kurd ji cîh û warên xwe tên qewirandin, dewlemendiyên herêmê tên talan kirin û dizîn. Demografîya van herêman di aleyhê kurdan de tê guhertin.

Rejîma Esad her li ser sîyaseta xwe ya şowenî û nîjadeperestî berdewam e û îro jî bi piştgirîya Dewleta Îranê , tu mafên neteweyî, demokratîk yên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê qebûl nake û bi planên berfireh guhertina demografîya Rojavayê Kurdistanê bicîh tîne. Ji alîyekî ve jî dixwaze hemû destkeftîyên Kurdan ji holê rake.

Dewleta Tirkîyeyê, Îranê û Rejîma Esad,  ji bo li Rojavayê Kurdistanê destkeftîyên Kurdan yên heyî ji holê rakin, ji bo ku Kurd li ser erdnîgarîya welatê xwe, mafê xwe îdare kirineke  sîyasî, neteweyî bi dest nexin, ji bo ku miletê Kurd mafên xwe yên neteweyî, demokratîk bidest nexin, planên cuda cuda bi cîh tînin.Gelek caran jî van dewletan  bi hevdu re van planan bi cîh tînin an jî rê ji hevdu re xweştir dikin.

Ji bo ku dawî li vê zilmê, şêlandinê, jenosîdê û dagirkeriyê were, li Rojavayê Kurdistanê , berîya her tiştî, hewcedarîya kurdan bi tifaqeke neteweyî, niştimanî  heye.

Li Rojavayê Kurdistanê di navbeyna ENKS û PYNKyê da , li ser esasê Mutabaqata Duhokê ya sala 2014an hewildaneke tifaqê destpê bûye û ev hewildan  hêvîdar e.

Li rojavayê welatê me  serkeftina gelê me ancax bi tifaqeke saxlem û bi alîkariyeke aktîf ya navneteweyî , bi dîplomasîyeke navdewletî ya aqilane mimkûn e. 

Em wek PAK, PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, Tevgera Demokratîk a Kurdistanê, piştgirîya hewldanên tifaqeke ku di navbeyna hêzên Kurd û Kurdistanî de îdareyeke hevbeş ava bike dikin.

Tifaqeke ku li Rojavayê Kurdistanê îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî pêk bîne, di rêya bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk de, di rêya bidestxistina  mafê xwe îdare kirineke  sîyasî, neteweyî , coxrafî ya miletê Kurd de, dê bibe destpêka serkeftinê.

Li Rojavayê Kurdistanê partiyên din yên li derveyî  ENKS û PYNKyê jî beşdarî vê tifaqê bibin dê tifaqa neteweyî, demokratîk xurtir bibe.

Artêşa Tirkîyeyê êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê jî bêwestan didomîne, beşeke axa Başûrê Kurdistanê ji alîyê Tirkîyeyê ve hatîye dagirkirin.

Dewleta Îranê jî bi topbaran kirinan, bi destê hêzên wek Heşdî Şahbî êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê  didomîne.

Hikûmeta Bexdayê , Tirkîye  û  Îranê, bi hevdu re , ji bo destkeftîyên federalî yên li  Başûrê Kurdistanê ji holê rakin, ji bo rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigirin, planên pir alî yên qirêj dimeşînin.

Îro lêxwedîderketin û parastina destkeftinên federe yên li Başûrê Kurdistanê, rêzlêgirtina îradeya referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an, wek wazîfeyeke neteweyî, niştimanî li ser milên her Kurd û Kurdistanîyekî li cîhanê ye.

Ji bo rê li ber pilanên têkdanê yên dewletên dagirker bêne girtin , di serî de  hemû hêzên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê û bi giştî hemû Kurd û Kurdistanî,  divê rêzê li meşrûîyet û serwerîya Serokatî, Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bigirin. Divê li Başûrê Kurdistanê yekgirtin û bihêzkirina dezgehên dewletî û xurt kirina edaleta civakî bingehê ava kirina Başûrê Kurdistanê bin.

Divê PKK û hemû hêzên çekdar û yên sîyasî, hemû dewletên herêmê û yên cîhanê rêzê li biryar û serwerîya Rêveberîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê bigirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî, Yekitîya Ewrûpayê, NATO û hêzên navnetewî yên têkildar, divê li hemberî van êrîşên Dewleta Tirkiyeyê û yên Îranê helwest û nerazîbûna xwe dîyar  bikin û gavên pêvwîst bavêjin.

Dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê her roj xortên Kurdan darve dike. Sîyaseteke dagirkerane, siyaseteke  îmhayê li himberî gelê me dimeşîne. Dewleta Îranê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di têkdan û rêlibergirtina azadî, serwerî  û mafên neteweyî yên gelê me de, aktorekî esasî ye. Hewl û xebatên hevkarî û tifaqê yên  hêzên  neteweyî, niştimanî yên Rojhilatê Kurdistanê, di têkoşîna azadîyê de dê destê  gelê me xurtir bike.

Hemû pêşketinên li herêmê û li dinyayê mesela kurd û Kurdistanê aktuel kiriye. Heta ku miletê kurd mafê çarenûsîya xwe bidest nexe, heta ku gelê me li welatê xwe Kurdistanê de  xwe bi xwe îdare neke, ne mimkûne ku  li herêmê aşitî, demokrasî û zemîneke adîlane peyda bibe.

Gelê me bi tecrûbeya xwe ya ji dîrokê tê û bi zanîna xwe,  heta ku bigihêje azadîya xwe, dê têkoşîna  xwe bi ezmeke mezin bidomîne. Ji bo vê jî di serî de wezîfe dikeve ser milên  hêzên neteweyî, niştimanî. Pêştir  li her perçeyekî  Kurdistanê divê hêzên welatparêz , niştimanî hêzên xwe bikin  yek, di eynî wextê de jî divê li tevahîya  Kurdistanê  hemû hêzên neteweyî, niştimanî  ji bo ku destkeftîyên hene biparêzin, jibo rêya azadî, rizgarî û serxwebûnê  xurtir bikin, di nava hevkariyê de bin, piştgirîyê bidin hev,  alîkariya hev bikin, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî tevbigerin.

20.02.2021

PAK, PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, Tevgera Demokratîk a Kurdist

Back to top button