Di derbarê vekirina kanalek televizyonê de daxûyaniyek hate belav kirin.
Daxûyanî:
ArWar TV
Ji serê salê vir ve me dest bi weşaneke kir. Li ser kanala DERE Media TV qasê 40 roj weşan çêbûn. Ji aliyê pirr derdoran ve weşanên me hatin şopandin, eleqeyeke baş çêbû. Lewre pêwîst hate dîtin ku em kanala esasî, yanê ArWar TV bixin weşanê. Jiber ku DERE Media TV weke kanala fîrmeyê ye, ew munaseb nedibû ku em wê weke kanaleke televîzyonê, ya ku em dixwazin baştirîn lipêş bixin dewam bikin. Lewre, ji 15’ê Sibatê vir ve ArWar TV weşanê dike.
ArWar TV (Agir û Welat) kanala hemû Kurdan û Demokratan e. Ekranên wê ji van hemû kesan re vekirî ne. Her kesê ku bixwaze kêmeke keda wî jî di nav de hebe deriyê me vekirî ye. Teknolojî lipêş ketiye, herkes dikare ji cihê xwe ji me re alîkar bibe. Bi rêya şandina vîdeoyan û herwuha agahiyan hûn dikarin ji me re alîkar bibin.
Divê pirr dengî û pirr rengî di nava me Kurdan de pêşbikeve. Zihniyeta demokratîk ancex wusa dikare bê çandin. Armanca ArWar TV ya sereke jî ew e ku dengê hemû Kurdan bikaribe derkeve. Bêguman ne li ser esasê duşminatiya hev bikin, miqabilê wê hevkarî û biratiya Kurdan esas tê girtin.
ArWar TV weşanên xwe bi Kurdî, Tirkî û herwuha bernameyekê jî (Actu-Analyse) bi Fransaî dike.
Hêviya me ew e ku, bi alîkariya dost û hevalan em bikaribin ArWar TV derxin asta televîzyoneke baş ku, ne tenê bi rêya Youtube herwuha bi rêya IP û pêwîst be li ser Satelîtê jî weşanê bike.
Bi silav û rêzên min
Ahmet Gulabi DERE